Rojnameya Ronahî

Kalkan: Mafê QSD’ê heye hîn zêdetir bersiva êrişên dewleta tirkî bide

Dûran Kalkan diyar kir ku êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fermana Dêrsimê têne kirin û got, Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) û (QSD) gelekî girîng in û dikarin van çalakiyên xwe hîn bi bandorti bikin û encamên girîngtir bi dest bixin.

Endamê Komîteya Rêveber ya PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet ya Medya Haber TV bû û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirkî yên ser herêmê û şerê gerîla yê li dijî dagîrkeriyê nirxand.

Kalkan di destpêkê de berxwedana Îmraliyê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêzdarî silav kir û wiha got: “Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê dewam dike. Di vê mijarê de guhertinek nîne. Yên ku ev sîstem afirandine û dimeşînin ji aliyê mejî û polîtîkayê ve ti guhertin nekirine. Ew qirker in, faşîst in, mêtinger in, dijminê Kurdan e.”

’Em gihiştine fînala pêvajoya ’Dem Dema Azadiyê ye’

Dûran Kalkan diyar kir ku sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê dikeve sala 25’an û axaftina xwe wiha dewam kir: “Ev biryar jî wê bidestpêkirina sala 25’an bê eşkerekirin. Ev mijar hemû girîng in. Lîstik, dek û dolabên di nava sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê de hinekî hatin keşifkirin. Ji aliyê parêzeran û hin derdoran ve hişyarî ji saziyên Ewropayê re hate dayin, hin hewldan hatin kirin. Niha li benda encaman e. Yanî ji vî alî ve pêvajoyeke girîng e. Divê em baldar bin. Hem biryara meha Îlonê hem jî pêvajoya salvegera 15’ê Sibatê”

’Têkoşîna serketinê li ser xeta şehîdan dewam dike’

Dûran Kalkan diyar kir ku şerê niha tê kirin ji aliyê cîhanê ve bi baldarî tê şopandin û wiha dewam kir: “Aliyên ku şer dikin rewşê bi rengekî zelal radixin pêş çavan. Got ku şerê dawî yê faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibîne. Eşkere ye ku ev yek ji bo AKP-MHP’ê bi vî rengî ye. Ji ber ku temenê xwe yê li ser desthilatdariyê temam dike, wê tune bibe. Pirsgirêk ne tenê bi AKP-MHP’ê re bi sînorkirî ye. Sîstema Komara Tirkiyeyê ya sed salî ku li ser mejiyê înkar û tunekirinê ava bûye, diderize, hildiweşe. Emrê xwe tijî dike. Dawî li siyaset û mejiyê ku ew temsîl dike, tê.”

’Çi bikin bila bikin wê nikarbin pêşî li Kurdan bigrin’

Dûran Kalkan diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide li ser piyan bimîne, lê nikare û wiha got: “Gerîla xeta xwe diyar kir, xwe nû kir, hêza xwe ya berxwedanê nîşan da. Gelê Kurd, ciwanên Kurd dît ku li dijî faşîzmê, li dijî qirkeriya AKP-MHP’ê çawa divê berxwedan bê kirin, hîn bû. Dît ku şervanî çawa dikare bê kirin. Hate ispatkirin ku bi şervaniyê mirov dikare bijî û bi ser bikeve. Ya ji niha û pê ve wê pêşketina bi vî rengî be. Çi dikin bila bikin, wê nikaribin pêşî li jin, ciwan û gelê Kurd bigirin. Li dijî êrîşên qirkerî, dagirkerî û dagirkeran, serketin wê ya vî gelî be, ku li ser xeta serketinê heta dawiyê li ber xwe dide.”

’Êrîşên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê li ser bingeha fermana Dêrsimê têne kirin’

Dûran Kalkan bal kişand ser dewama  êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Li Dersimê çawa zarok qetil kirin? Zarokên biçûk, pitikên di zikê dayikan de çawa qetil kirin? Pîvana wan wiha bû; Her kesên ku îdeala Kurdîtiyê di dil û ruhê xwe de hebe, divê bêne qetilkirin. Rêveberiya li Enqereyê ji bo qirkirina li Dersimê fermaneke bi vî rengî da. Qirkirin bi vî rengî li Dersimê hate kirin. Esasê Qirkirina Kurdan bi vî rengî ye. Êrîşên niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî zarokên Kurdan, li hemberî zarokên ji gelên din têne kirin, li ser bingeha fermana Dersimê ne.”

’Mafê xwe heye ku hîn zêdetir jî bersivê bide’

Dûran Kalkan da zanîn ku li hemberî êrişên dewleta tirk seknek, têkoşînek heye û wiha got: “Çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) gelekî girîng in. QSD jî heman helwestê nîşan dide, mîna berê nîne. Niha mafê xwe yê bersivdanê bi kar tîne. Eger heta niha nehatibe bikaranîn, divê ji niha wê de bê bikaranîn. Kes nikare bibêje çima mafê xwe yê bersivdayinê bi kar tîne. Ew mafê wê ye û dikare hîn bi bandortir bi kar bîne û encamên girîng bi dest bixe.”

Dûran Kalkan da xuyakirin ku amadekariya ji bo xweparastinê li bakur û rojhilatê Sûriyê tê kirin û wiha got: “Gelên herêmê li dijî her cûre êrîşan, li hemberî êrîşa dagirkeriyê li ser bingeha xweparsatinê amadekariyên xwe yên rêxistinî dikin. Gel hemû bi taybetî jî Kurdên li Rojava divê baş zanibin ku asta bi rêxistin kirin, asta xwe perwerde kirin û asta têkoşîn dane ber xwe, dikarin li cîhanê hebin û azad bibin.”

’Hevdîtina di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê tê çi wateyê’

Dûran Kalkan bal kişand ser hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê ya hevdîtinên bi Rûsya, Îran û Sûrieyyê re û wiha got: “Hîn zû ye ku mirov qala wateya van hewldanan bikin. Zehmet e ku ji niha ve tiştek bê gotin. Di asta wezîrên karên derve de hevdîtina dewleta Tirk û rêveberiya Şamê, muhîm e. Vê rewşê çete bi xwe aciz kir. Meşiyan, protesto kirin, ala Tirk şewitandin, tevlîhevî çêbû. Diyar e wê bêhtir tevlîhev bibe.”

‘Divê Sûriyê nebe amûreke ji dijminatiya dewleta tirkî ya li dijî Kurdan’

Dûran Kalkan da xuyakirin ku ew her tim bûn alîgirê wê yekê ku rêveberiya Şamê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî di nava Yekîtiya Demokratîk ya Sûriyeyê de pirsgirêkan çareser bikin û wiha got: “Dewleta Sûriyeyê ya heyî dema ku bi Kurdan re têkiliyeke baş danî, şûna lingê xwe xurt kir. Dema ku dostanî bi PKK’ê re kir, hîn bi xurtî gav avêt. Divê vê yekê ti carî ji bîr nekin. Divê nebin amûrek ji dijminatiya dewleta Tirk a bi Kurdan re. Yanî ji wê derê tiştekî nikarin bi dest bixin. Heman rewş ji bo Rûsya û Îranê jî derbas dibe. Ji hin aliyan ve ji bo sûdê ji Tirkiyeyê werbigirin, ji bo nakokiyên xwe yên bi NATO’yê re li ser Tirkiyeyê bimeşînin, eger bazariyê li ser Kurdan dike, hingî nikarin encamê bi dest bixin.”