Rojnameya Ronahî

Beyan El Elî: Hêz û gelê me amade ne êrişên dewleta tirkî ya dagîrker têk bibin

Beyan El Elî bêdengiya hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî ya li hemnerî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker şermezar kir û got, QSD amade ye li hemberî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker raweste.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne, bi balafirên bêmirov yên biçek welatiyan û baregehên QSD`ê û hikumeta Şamê yên nêzî eniyên şer yên bi artêşa Tirk a dagirker re dike aramnc. Hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî li hemberî vê rewşê tu helwestê nîşan nadin.

Têkildarî mijarê, hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amade ye bersiva êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bide û got, Ji bo bersivdayîna êrişan wan amadekariyên xwe temam kirin.

Beyan El Elî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên li ser herêmê şermezar kir û wiha got: ” Armanca êrişên dagîrkeriya tirkî, firehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyê ye. Dewleta tirkî hemû pêkhateyên li herêmê dike armanc û bi wê re hewl dide projeya Rêveberiya Xweser ya li herêmê têk bibe.”

Beyan El Elî tekez kir ku QSD`ê amade ye bersiva êrişên li dijî gelê herêmê bide û wiha axaftina xwe dewam kir: “Em dev ji herêmê bernadin, ji bo rizgarkirina herêmê me gelek fedekarî û şehîd dan. Îro jî dewleta Tirk bi balafiran fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hudnirîn dike aramnc.”

’Dewletên garantor û hikumetra Şamê li ser êrişan ti helwest nîşan nedan’

Beyan El Elî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta tirkî ya dagîrker rexne kir û wiha dewam kir: “Dewletên garantor li hemberî êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmên me, ku bi armangirtina sivîlan û hêzên leşkerî yên li herêmê hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, tu helwest nîşan nedan.”

Beyan El Elî helwesta hikumeta Şamê ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê û serdestiya wê, jî rexne kir û wiha got: “Divê hikumeta Şamê li hemberî êrişan li pêşberî raya giştî xwedî helwesteke zelal û diyar be.”

Beyan El Elî diyar ku tevî hebûna hêzê rêjîmê li sînor jî, hikumeta Şamê li hemberî êrişan xwe bêdeng dike û wiha got: “Hêzê rejîmê li ser sînor hene, lê li hember êrişên li ser herêmê tu bertekê nîşan nedan, heta şermezar jî nekirin.”

’Ji bilî gel ti kes parastina herêmê nake’

Beyan El Elî bal kişand ser girîngiya hevgirtina gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê gelên bakur û rojhilatê Sûriyê yekdest bin ku van êrişan têk bibin. Ji bilî gelê me tu kesî me tune ye. Ji derveyî gel û QSD`ê tu kes parastina vê herêmê nake.”

’Gelê me encama dagîrkeriyê dizane’

Beyan da xuyakirin ku hêzên leşkerî ji bo şikandina planên dagirkerya Tirk û armancên wê, ji gelê herêmê piştrast e û wiha got: “Wek ku me ev herêm rizgar kir, dê gelê me piştgiriya hêz û saziyên me yên rêveberiyê bikin ku xaka dagîrkirî rizgar bikin û êrişên li ser herêmê têk bibin.”

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî diyar kir ku şêniyên herêîmê ji parastina xaka xwe xwedî bertekin xurtin û axaftina xwe wiha qedand: “Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya gefên dewleta Tirk a yên li ser herêmê dizanin û ji bo parastina vê xakê xwedî bertekeke xurt in.”

ANHA