Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peymana Adana ya nûjenkirî riya xetimîn û bobelatan e

24/08/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Divê gêrîla tenê nemîne
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Dewleta Tirkan ya dagîrker destpêka aloziya Sûriyê destê xwe avêt nava hemû detayên tevgerê. Bi riya Tevgera Ixwan El-Muslimîn serhildanên gel yên ji bo guhertinê pêk hatîn û serhildanên gel veguherîn şerekî leşkerî. Di encamê de di binê navê opozisyonê de komên terorist ava kirin û bi dehezaran çete derbasî xaka Sûriyê kirin.

Ji ber van koman û ji ber siyaseta rêjima BE`S bi sedhezaran welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan. Bi milyonan koçber bûn û hê jî dibin. Di nava van 11 salan de bi dehan caran Serokkomarê Tirkiyê Erdogan digot, gelê Sûriyê xeta sor e û emê rê nedin rêjima BE`S`ê. Digot, rêjima Esad ne rewa ye. Lê di van salên dawî de, Erdogan dev ji xetên xwe yên sor berdaye, berûvajî êdî bi xwe wan xetan pêk tîne.

Ji bo berjewendiyên xwe her tiştî dike bazar û bi Rûsya re di nava hevkariyê de ye. Sala 2018’an, di binê navê “Lihevhatinê” de alîgirên xwe ji Xûta Şamê û hin deverên din derxistin û beramberî wê, êrişî Efrînê kir. Bi sedhezaran çeteyên xwe û malbatên wan li herêmên dagîrkirî bi cih kirin û xelkên wê yên resen dan koçberkirin.

Niha jî Erdogan bi navbeynkariya Rûsya planeke nû li dijî gelê Sûriyê amade dike. Berê hemû itîfaq û hevdîtinên wan û hikûmeta Şamê di riya Rûsya re pêk dihatin, lê hevdîtin bi awayekî istxbaratî pêk dihatin. Lê niha bi awayekî fermî behsa lihevhatinê dikin. Lihevhatinên gelê Sûriyê û çeteyên girêdayî Erdogan bixwe jê ditirsin, dike. Rastiya wê jî xwepêşandanên piştî daxuyaniya Mevlût Çavuşoglu ya hevdîtina wî bi Feysel Miqdad, hatin lidarxistin nîşan dide.

Lê vê care behsa hevdîtina Erdogan bi Esed re tê kirin. Ragihandinên ser Rûsya û Îranê dibêjin wê di nava meha pêşiya me de li Ozbekistanê bi hev re bicivin. Ev demek e behsa nûkirina Peymana Adana tê kirin. Peymana hemû xalên wê li dijî gelê Kurd bû û di encamê de sala 1999’an Rêber Abdulah Ocalan ji Sûriyê hat derxistin. Vê carê dixwazin şeklekî nû bidinê û plana Erdogan ya 30 kîlometir bi cih bînin. Erdogan wê bi hêsanî li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê êrişan pêk bîne û zarokên herêmê bikuje.

Jixwe armanca wî ev e. Hikûmeta Şamê jî beramberî wê behsa Idlib ya tijî komên teroristên Erdogan lê kom bûne, dike. Li vir jî metirsî ew e ku wê komên çeteyan li kû bi cih bikin. Wer xuya ye plana wan û nûjenkirina Peymana Adana, wê li serê gelê Sûriyê bibe bela û wê rê li ber komkujî û hîn zêdetir geşkirina bêçareseriyê derxe pêş.

Ji ber wê ji hêzên demokrat yên Sûriyê û di serî de Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) tê xwestin, ku li hemberî van planan eniyeke parastinê ava bike û bi komên gel yên demokartîk re hevgirtina xwe ava bikin. Incex wiha gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe karibin li dijî Peymana “Adana Nûjenkirî” eniya xwe ya parastinê bi hêz bikin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.