Rojnameya Ronahî

’QSD wê bi gel re bi ser bikeve û herêmên dagîrkirî jî rigar bikin’

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Henan Osman diyar kir ku armanca êrişên ser herêmê têkbirina şoreşa jinê ye û got, şehîdxistina jinên pêşeng rakirina tola şkandina DAIŞ’ê ye. Lê eger gel bi hêza xwe bawer be wê herêmên dagîrkirî bên rizgarkirin û ev pêvajo bibe pêvajoya serkeftinê.

Dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê piştî civîna Tehran û Soçî êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Her roj gelek deverên kantonên Hesekê, Qamişlo, Kobanê, Girê Spî, Minbicê û gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dike. Di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar dibin. Herwiha zirarên madî digihîjin welatiyan. Li hemberî van êrişan amadekariyên mezin ji aliyê gelê herêmê, Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê û QSD’ê ve tên kirin.

Li ser mijarê Cîgira Kongreya Star şaxê li Lubnanê Henan Osman ji me re axivî.

Henan Osman diyar kir ku dewleta tirkî ya faşîst ya dagîrker bi armanca têkbirina aramiya herêmê  êrîşên xwe yên ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyê  yên bi balafirên bêmirov zêde kirine û wiha got: “Armanca wê têkbirina aramiya herêmê, belavkirina aloziyê û dagîrkirina tevayiya bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Bi hinceta parastina ewleyiya xwe ya neteweyî, her roj êrîşên xwe yên hewayî û topan zêde dike û welatiyan dike amanc. Dewleta tirkî ya terorîst dixwaze tola şkandina çeteyên DAIŞ’ê rake, ji ber wê pêşengên çeteyên DAIŞ’ê têk birîn, dike amanc.”

’Dagîrkeriya tirkî jina azad dike amanc’

Henan Osman da zanîn ku armanca zêdebûna êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê hemdemî salvegera şoreşa Rojava ya ku jinê pêşengiya wê kir, tê wateya şerê li dijî jina azad û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî zêdetir jinên pêşengên şoreşa Rojava dike amanc. Ew dizane ku şoreşa azadiyê bi pêşengiya jinan bi rê ve diçe, lewma jinên pêşeng dike amanc. Herwiha çi kesê bawerî bi vê şoreşê anî û kevirê bingehî jê re danî, dike amanc. Herwiha dagîrkeriya tirkî bi komkujiyan li dijî welatiyan dixwaze tirsê di dilê gelên herêmê de çêke û tevayiya gelên herêmê koçber bike; dixwaze peyamekê bide gelên li Tirkiyê jî ku ti carî di xewna xwe de jî li ser azadiyê nefikirin û di navxweyî de dîktatoriyekê mayşnde bide qebûlkirin.”

’Tirkiy amade ye ku çeteyên Sûrî bi erzanî bifiroşe’

Henan da xuyakirin ku dibe di demên bê de Tirkiye çeteyên Sûrî yên ku alîkariya wî di şerê li dijî gelên Sûriyê de dikirin, radestî hikumeta Şamê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe:  “Dagîrkeriya tirkî dibe ku di demekê nêz de çeteyên Sûriyê yên ku ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîn, radestî rêjima Esed bike. Ji dema Osmaniyan ve heta niha, Tirkiye kesên ku xiyaneta xaka xwe dikin û dibin çeteyên wê, wan difiroşe. Niha eşkere dibêje bila rêjim û çeteyên wê lihevkirinekê çêkin. Tirkiye ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser, tişta ku neke nîne.”

’Operasyona ‘Sondê’ gelek planên MÎT’ê bêbandor kirin’

Henan bal kişand ser Operasyona Sondê ku QSD’ê li dijî sîxurên dewleta tirkî dabû destpêkirin û wiha got: “Bi Operesyona QSD’ê ya Sondê diyar bû ku xetera herî mezin ya li ser herêmê kiryarên ji aliyê sîxurên MÎT’a Tirkan ve tên kirin e. Ji ber ku kesî ku sîxurtiyê ji dijminê gelê xwe re dike, wekî bombeyekê di nava gel de ye, tişta ku dijmin nikaribe bike ew dike. Ji bo wê operasyona li dijî sîxuran di vê demê de pir girîng e û peyamekê dide dijmin ku wê planên wan yên qirêj tev têk biçin. Her kes dizane ku Tirkiye wê ji bo armancên xwe tevayiya rêbazan bi kar bîne û rêbaza wê ya ku herî zêde jê re dibe destek, bikaranina kesên xayîn û xwefiroş in. JI ber wê bêbandorkirina sîxuran derbeeke mezin li planên Tirkan dixe.”

’Li hemberî şerê taybet yê dewleta tirkî xwebirêxistinkirin girîng e’

Henan Osman diyar kir ku divê hêzên navnetewyî rê li pêşiya êrişên dagîrkeriya tirkî bigirin û wiha got: “Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di ber tevayiya cîhanê de şerê çeteyên DAIŞ’ ê kirin û bi hezaran şehîd dan. Divê civaka navneteweyî erkê xwe yê exlaqî pêk bîne û li dijî hovîtiya dewleta Tirkiyê helwesta xwe eşkere bike.

Cîgira Kongreya Star şaxê Lubnanê Henan Osman bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan rêxistibûna xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelên herêmê ji zarokan heta pîr û kalan li ser bingehê Şerê Gel yê Şoreşgerî xwe birêxistin bikin û xwe ji şerekî dijwar re amade bikin. Dagîrkerî bi Şerî Taybet dixwaze baweriya gel bişkîne. Li hemberî wî divê gel hişyar be. Eger gelên herêmê bi xwe bawer bin, wê QSD li hemberî dagîrkeriya tirkî bi ser bikeve û herêmên dagîrkirî jî rizgar bike.”