Rojnameya Ronahî

Dayîkên şehîdan: Divê koalisyon qada hawayî li ber balafirên tirkî bigire

Darîn Silê/Qamişlo

Dayîkên şehîdan dan zanîn ku heta balafir û êrişên dagîrkeriya tirkî neyên sekinandin, ew ranawestin û wê çalakiyên wan dewam bikin. Herwiha gotin, em nahêlin dagîrker projeya Neteweya Demokratîk ya biratiya gelan têk bibin û emê ji bo şervanên azadiyê bibin hêz.

12`ê Tebaxê Hêzên Parastina Civakî yên jin, bi koordîneya Kongreya Star, bi armanca şermezarkirina bêdengiya li hemberî êrişên dagîrkeriya tirkî yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkan, konê çalakiyan li ber Navenda Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Qamişlo vedan. Di çalakiyê de tevayiya jinên herêma Cizîrê dewr digirin û rojane banga girtina qada hewayî ya herêmê tê kirin.

Derbarê çalakiya konvedanê ya li Qamişlo û armanca wê de, dayîkên şehîdan yên ku beşdarî çalakiyê bûne, êrişên dagîrkeriya tirkî yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin, em bêhelwestiya NY qebûl nakin, heta nefesa dawî emê li ber xwe bidin û têkoşînê bikin.

`Wê çalakiyên me yên ji bo girtina qada hewayî dewam bikin’

Dayîka şehîd Cemşîd Qamişlo, Delal Bedûr diyar kir ku armanca wan ji vê çalakiyê ew e ku qada hewayî ya bakur û rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta tirkî ya dagîrker bê girtin û axaftina xwe wiha dewam kir: “Wê çalakiyên me yên ji bo girtina qada hewayî dewam bikin, da ku dengê me bigihîje tevayiya cîhanê û armanca me pêk were. Tirkiye rojane êrişî me dike, zarok, ciwan, kesên bi temen û jinên me dike amanc. Ma zarokên me çi ji dewleta tirkî  kirine. Ev zarok ji bo aramiya herêmê têdikoşin. Erkê me ye ku em beşdarî vê têkoşînê bibin. Em ji bo bidestxistina azadiya xwe tev digerin, me êrişî kesekî nekiriye. Dagîrkeriya tirkî bi çi mafî êrişî herêmên me dike. Ji bo wê jî em  bang li rêxistinên mafên mirovan dikin, ku çavên xwe ji van komkojiyê re negirin û zaxtê li Tirkiyê bikin, da balafirên xwe bide sekinandin. Ma heta kengî wê dilê dayîkên Rojava bişewitînin û zarokan bê dê û bav bihêlin.”

`Emê projeya Neteweya Demokratîk bi ser bixin`

Delal diyar kir ku dagîrkeriya tirkî biratiya gelan û fikrê Neteweya Demokratîk ya li herêmê qebûl nake û wiha pê da çû: “Dewleta tirkî ya dagîrker dixwaze destkeftiyên ku bi xwîna  zarokên me hatine bidestxistin, têk bibe û projeya Neteweya Demokratîk bêbandor bike. Çimkî Neteweya Demokrarîk bandoreke mezin li sîstema dagîrker û qirker dike. Herwiha got, wê xetera li ser Tirkiyê mezintir bibe û hewldanên wê bi ser nekevin. Ji ber ku gelê herêmê bi hev re û bi ruhê biratya gelan li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî li ber xwe didin. Emê projeya Neteweya Demokratîk bi ser bixin û hêz bidin şervanên xwe yên azadiyê.”

`Em dev ji xaka xwe ya bi xwîna zarokên me hatî avdan bernadin`

Dalal Bedûr di dawiya axaftina xwe de got, heta ku balafir û êrişên dagîrkeriya tirkî li dijî xaka me neyên sekinandin, em ranawestin û wê çalakiyên me jî bidomin. Em xwediyên vê xakê ne ku bi xwîna xort û keçên me yên berxwedêr hatiye avdan. Xaka ku bêhna azadiyê jê tê, em dev jê bernedin.

`Emê dawî li dagîrkeriya tirkî bînin`

Dayîka şehîd Sema, Salha Mustefa jî êrişên hewayî yên dewleta tirkî ya dagîrker yên li dijî gund û bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got, ev êriş bûn sedema şehadeta gelek welatiyên herêmê bi taybetî zarokan. Dewleta Tirkan bi êrîşên xwe hewl dide ewleyî û aramiya li herêmê têk bibe û tirsê bixe nava gel. Lê gelê ku li beramberî çeteyên DAIŞ`ê û Çebhet El Nusra şer kiriye ti caran natirse û bin nakeve. Çawa ku me dawî li çeteyên DAIŞ`ê anî, emê dawî li dagîrkeriya tirkî jî bînin.

Salha têkildarî helwesta civata navneteweyî ya derbarê êrişên li dijî herêmê wiha got: “Dagîrkeriya tirkî êrişên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û civata navneteweyî jî li hemberî vê yekê bêdeng e. Ev bêdengiya wê nîşan dide, ku ew jî şirîka dagîrkeriya tirkî ye. Ji bo wê jî em dibêjin; çi dibe bila bibe, em dev ji bostek axa xwe bernadin û emê heta nefesa dawî li ber xwe bidin.

`Emê li pişta şervanên xwe bin`

Salha Mustefa di dawiyê de got, wek dayîkên şehîdan û jinên azadîxwaz, emê li ber xwe bidin û her kêliyê banga girtina qada hewayî bikin. Herwiha emê li pişta şervanên xwe bin û çi were ser milê me emê bikin.