Rojnameya Ronahî

Xwe li dîntiyê dayne heyra…

TÎR

 Dijwar Ehmed Axa

Di dîroka gelan de, çîrok, serpêhatî û zargotin hene. Ew jî dibin çand kultûra gelan. Dibêjin, carekê zilamek pir deyndar dibe û rojane sê, çar kes li deryê wî dixin doza pareyên xwe di dikin. Êdî nazane bê çi bike. Pir aciz dibe û bêhna wî teng dibe. Hevalekî wî ku pir jê hes dike. Diçe cem da bizane ka di çi rewşê de ye. Piştî ku fêm dike, jê re dibêje, tu bi yan min bikî, xwe li dîntiyê dayne. Dibêje, çilo? Dibêje, zimanê xwe ji devê xwe derx xwe çewtomewto bike û devê xwe jî xwaromaro bik wê her kes bêje qey tu dîn bûyî.

Mêrik guhê xwe dide şîreta hevalê xwe. Rojek, dido, sisê xwediyên deynan tên doza pareyên xwe lê dikin. Dibînin mêrik wek dîna lê hatiye. Radibin ji hev re dibêjin ka em bêhna xwe çendrojekî din jî lê fireh bikin. Mêrik bêhna wî tê ber, rûyê wî geş dibe û xwîn têyiyê. Hevalê wî yê şîret lê kirî pareyên wî jî lê hene, jê re dibêje heyra va min belaya wan ji te vekir de ka pareyên min bide min. Mêrik zimanê xwe derdixe û jê re dibêje, lo lo lo lo tir tir tir ha ha ha … hevalê wî jê re dibêje, kuro ev ji xelkê re ye ne ji min re.

Îcar ez nizanim bê kê şîret li Tirkan kirne, lewra dema em doza mafê xwe li wan dikin, dibêjin, yabo ma qey hûn tenê li Tirkiyê ne! Laz hene, Çerkes hene, Azerî hene, Angoş hene, Ermen hene, Ereb hene, Rûm hene, Gurcî hene, Turkmen hene, Kirgiz hene, Kazak hene, Turkistanî hene, Çeçan hene, Tirk hene, Kurd hene. Meqseda wan ku me jî weke xwe mihacir hesab bikin. Me digot lawo li ser vê xakê yên resen û esîl Kurd tenê ne. Em li welatê xwe rûniştî ne. Armanca wan ew bû ku me jî weke xwe hesab bikin, di nava xwe de bihelînin û winda bikin.

Kesê ku ti kes behsa wan nake, dixwazin xwe bi navûdeng bikin. Zilamek hebûye hayê ti kesî jê tinebûye. Ne ti kes guhê xwe didiyê û ne qala wî dikin. Ji ber wê carekê diçe di cirnê mala axê de dirî. Serê sibehê deng belav dibe; kê di cirnê mala axê de rîtiye, kê wilo kiriye? Ev zilam destê xwe li depê singa xwe dixe, dibêje, min wisa kiriye. Bi wî awayî binavûdeng dibe û li her derê navê wî belav dibe.

Ev jî Tirk in. Eger mirov ji wan pirs bike bêje, hûn ji kû ne wê bêjin, em ji Stenbolê, Izmîrê, Enqerê ne. Baş e hûn ji kû hatine van bajarên mezin? Dibêjin, em nizanin, kalik me hatine vir. Temam ka navê bapîrê xwe bêjin! Dibêjin, weleh em nizanin. Lê li me Kurdan binêrin, yê herî kêm dikare navê xwe heta bavê Heftan bêje.

Mînak; kurê min navê wî Hesen e, kurê Dijwar, kurê Ehmed, kurê Husên, kurê Esed, kurê Ehmed, kurê Miho. Ev bûn heft bav.

De ka hûn bi qedrê Xwedê kin, kî dîn e, em yan Tirk?

Weke kesê şîret li hevalê xwe kirî wilo li me hatiye. Me Tirk kirin xwedîdewlet lê niha dixwazin me tine bikin û dema em doza mafê xwe dikin xwe li dîntiyê datînin. Ma ne heqê me û hê musteheqê me jî maye…