Rojnameya Ronahî

Pêlavên “Kilaş” û keda jinan

Dîroka pêlavên “Kilaş” yên çanda taybet ya herêma Hewramanê ya Kurdistanê ya bi hezarê salan e. Pêlavên sivik, bi tendurist û xwezayî bi keda jinan çêdibin.

 

Pêlavên bi navê “Kilaş” ku parçeyek ji çanda Hewraman e, bi dîroka xwe ya taybet û tevna xwe ya erdnîgarî mirovan li xwe diheyirîne. Pêlavên ku ji bilî sivik û bi tendurist in, di tevayiya pêvajoyê çêkirina xwe de bi keda dest tên çêkirin hîn jî pir tên bikaranîn. Pêlavên “Kilaş” ji du beşên cuda pêk tên. Binê pêlavê û beşa jor ya bi têlên pembû yên qalind tê honan. Binê wan jî ji çerm e.

Di çêkirina wê de kedeke mezin heye

Piraniya welatiyên li herêmê dijîn di çêkirina “Kilaş” de serdest in. Ev pêlav digel ku di jiyana rojane de tên bikaranîn herî zêde di rojên taybet de tên wergirtin. Pêlavên “Kilaş” yên hilberandina wê gelek zehmet e û tev bi nexşên destan û kedeke mezin ya destan tên çêkirin. Bi giranî xwediya vê kedê jin in.

7 sal in “Kilaş”ê hildiberîne

Somayeh Habîbî hilberînerek ku di çêkirina “Kilaş” de salên dirêj kedê dide, karsaz û jinên dixwazin weke wê bixebitin re jî derfetên kar diafirîne. Somayeh Habîbî (31) di warê zanistên perwerdeyê de lîsans kiriye û di salên dawî de jî debara xwe bi çêkirina wan de dibîne. Somayeh Habîbî diyar kir ku ji sala 2015’an û ve bi awayekî profesyonel dest bi vî karî kiriye û got, di vî karî de bi giranî mirovên ji herêma Hewramanê dixebitin, ji ber ku “Kilaşan” reseniya xwe ji vê digire.

 

 

 

 

 

 

 

Zirarê nadin xwezayê

Jina ciwan wiha dibêje: “Qet zirarê nadin jîngehê lewra ji berhemen xwezayî tê çêkirin. Ji ber ku ew bi lingên kesên ku li xwe dikin re aghengî çêdike, xwêdan jî nade û ji bo meşên dirêj jî qet nabe sedem ku di laş de êş çêbibe.” Somayeh Habîbî diyar kir ku di mijara bidestxistina beramberê keda xwe de zehmetiyê dikişîne û got, em bi krediyan bi zehmetî  li ser piyan dimînin û divê kredî werin dayîn.

Dixwaze bi zêdetir jinan re bi hevparî hilberîne

Somayeh Habîbî da zanîn ku bi taybetî beşa honanê ya pîşeyê bi giranî ji jinan pêk tê û wiha got: “Jinên dihonin bi awayekî serbixwe dixebitin û mixabin ne xwediyê ti mafî ne. Ez dixwazim di demên pêş de çalaktir bim, bi zêdetir jinan re bi hevparî bixebitim, piştgiriya hev bikin û parastina mafê hev bikin.” Somayeh Habîbî da xuyakirin ku dixwaze bi jiyandina hunerên destan, debara xwe bike ku jin bibin xwedî debara aborî, di vê çarçoveyê de bang li hemû jinan dike.

JINHA