Rojnameya Ronahî

​​​​​​​‘Ji ber ambargoya li ser herêmê alavên stasyona Siwêdiyê peyda nabin’

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku ji ber ambargoya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê nikarin alavên ji bo sererastkirina stasyona Siwêdiyê peyda bikin.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Tîma Sererastkirinê ya Saziya Kehrebeyê ya Herêma Cizîrê 8 rojan kar û xebata sererastkirina stasyonên kehrebeyê pêk dianîn ku saetên kehrebeyê yên bajêr, navçe û bajarokên herêma Cizîrê were zêdekirin.

Ji ber ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçkirî ne, alavên ji bo avahiyên xizmetguzariyê yên li herêmê nayên dabînkirin lewma saziyên xizmetguzariyê li gorî derfetên xwe kar û xebatê dikin.

Têkildarî mijarê hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Herêma Cizîrê Ekrem Silêman ji ajansa me re axivî: “Di meha Tîrmeha derbasbûyî de komên sererastkirinê kargeha gazê saz kir ji ber vê miqadarê gaza ji stasyona Siwêdiyê re kêm bû. Li ser vê kargeha gazê ya taybet bi stasyona Siwêdiyê derdora 8 rojan hate sererastkirin û miqdara gaza ji tûrbînan re zêde bû.”

Silêman destnîşan kir ku ji ber bilindbûna pileyên germahiyê kehrebe kêm e û wiha dewam kir: “Heta astekê rewşa feniyê ya stasyona Siwêdiyê baş e, lê demên dawî ji ber bilindbûna pileyên germahiyê kehrebe kêm bû.”

Li stasyona Siwêdiyê 5 tûrbîn hene, lê tenê 4 ji wan dixebitin û ya din ji ber ku alavên wê nehatin peydakirin, naxebite.

Hejmara tûrbînên li herêma cizîrê û bajarên kehrebeyê dide wan

Ekrem Silêman diyar kir ku hejmara tûrbînên li herêma Cizîrê yên li stasyona Siwêdiyê dixebitin 4 e û kehrebeyê didin bajarên Girkê Legê, Til Hemîs, Çilaxa, Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê.

Stasyona Çibisa jî kehrebeyê dide herêma başûrê Hesekê ji bajarokê Erîşe heta bajarokê Mergedayê.

Silêman ev agahî dan: “Li gorî cihêwaziya erdnîgariya bajar û bajarokan li herêma Cizîrê dabînkirina kehrebeyê tê guhartin. Ji ber ku kehrebe ji çavkaniyeke diyar digihêje wan. Mînak; li herêma başûr kesên kehrebe xwestiye, rojane ji stasyona Çibisa 5 saetan kehrebe digihêje wan.”

Li herêma Cizîrê bi rêya her sê bendavên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kehrebe tê dabînkirin ku ew jî Tebqa, Rojava û Azadî ne, lê ji ber ku dewleta Tirk a dagirker rêjeya avê kêm kir, li herêma Cizîrê ji sedî 50 kehrebe heye.

Silêman anî ziman ku di 12 saetan de derdora 30 MW kehrebe tê dayîn û ew jî li ser kantona Hesekê û navçeyên Til Temir, Til Berak û gundewarên wê tê parvekirin. Lê li Qamişlo û Hesekê di navbera 2-4 saetan de kehrebe heye.

‘Ji ber topbarana artêşa tirkî xebatên xizmetguzarî û civakî asteng dibin’

Silêman wiha pê de çû: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve em zehmetiya dabînkirina alavên ji bo sererastkirina stasyonên kehrebeyê dikişînin, bi taybet li stasyona Siwêdiyê.”

Silêman da zanîn ku ev yek pirsgirêkan derdixe holê û zehmetiyên welatiyan zêde dike.

Li aliyekî din Ii gelek gundan keblên kehrebeyê û navendên veguhastinê yên hewayî yên li herêmên nêzî eniyên şer ên bi dewleta Tirk û çeteyên wê re, di encama topbarana rojane de xerab bûne, lewma zehmet e kehrebe were dabînkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiya Kehrebeyê ya Herêma Cizîrê Ekrem Silêman di dawiyê de bang li gel kir ku kehrebeyê bi baldarî bi kar bînin, ji ber ku ambargo li ser herêmê heye û zehmet e di vê demê de alavên sererastkirinê yên stasyonan peyda bikin.

ANHA