Rojnameya Ronahî

Enerjiya bêdawî ya li Herekolê

Li çiyayê Herekolê, em li kampeke zivistanê ya gerîla ne. Gelek gerîlayên li kampê îsal hatine çiyayên Botanê. 

Li Herekolê em li kampeke zivistanê ne. Tiştên ku bîskeke din qalê bikim, nîşaneya wê yekê ye ku dewleta Tirk çi dike bila bike, wê ti carî nikaribe li pêşiya têkoşîna azadiyê ya gerîla bibe asteng.

Li çiyayê Herekolê, em li kampeke zivistanê ya gerîla ne. Gelek gerîlayên li kampê îsal hatine çiyayên Botanê.

Ji aliyekî ve coş, kêfxweşiya cihgirtina li şerê gerîla yê li eniya Bakur bi wan re heye, li aliyê din jî hewl didin li ser şert û mercên şerê li Bakur kûr bibin. Yên bi salan e li vir şer dikin jî bi berpirsyariya pêşengiyê dixebitin.
Mehên payîzê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li Herekolê de, jeneratorek kete dest, vê yekê gerîlayên li kampê xiste nava fikaran. Yên ku li van çiyayan dimînin, zanin ku ji bo jiyana li kampê, perwerdeyeke berhemdar, pêwîstî bi çavkaniyeke enerjiyê heye. Gerîla bi pêkankirina ya nepêkan tê naskirin.

Hêza kampê ya ku çû kampên zivistanê, kete nava lêgerîna li enerjiyê. Jeneratoreke gelekî kevn dîtin ku ji rêyeke dûr anîn. Kesî hêvî jê nedikir ku jenerator bixebite, lê belê piştî ku Zerdeşt ê ji aliyê teknîkê ve pispor e dest lê werda, jenerator xebitî. Ji ber ku tenê çend caran xebitî, hêviya bi enerjiyê ya li kampê careke din têk çû. Destpêkê bêdengiyeke kûr li kampê çêbû. Di nava vê bêdengiyê de fikrek derkete holê. Bi fikrê hevpar a Zerdeşt û Mîrza biryar hate dayin ku enerjiya alternatîf bê peydakirin.

Êdî dînamoya me hebû

Mîrza li pêşberî jeneratora xerabûyî heman pêşniyaz kir. Qet nebe, kampa lê bûn wê bihata ronîkirin. Gelo wê têrê bikira? Malzemeyên din ên teknîkê wê çi bibûya? Tablet, ya ku pirtûk li ser tê xwendin, kamera, kompûter, makîneya wêneyan û gelek malzemeyên din pêwîstiya xwe bi enerjiyê hebû. Ji ber ku li Botanê pêwîstî ye ku karên çapemenî û arşîvê bêne kirin. Zerdeşt û Mîrza yekser ketin nava liv û tevgerê. Min jî ew şopandin.

Di encama ceribandina bidestxistina enerjiyeke bilind de hin malzemeyên teknîkî yên biçûk îmha bûn, lê belê dînamoyek hate bidestxistin ku jeneratorê jî bêhtir enerjî jê peyda dibe.

Çavkaniya me ya enerjiyê, dînamo bi şev û roj ji aliyê me ve hate zîvirandin. Ji aliyê bidestxistina enerjiya herî bi lez de ti kes nedigihişt Rahîme, Rêdûr, Arîn û Nûman. Mîna ku di pêşbirkê de bûn. Enerjiya ku têra jiyana kampê bike, perwerdeyê temam bike, têra karên çapemeniyê bike bi vî rengî hate bidestxistin.

Li cihekî welê bifikirin; mehên zivistanê ji bilî gerîla ti zindî lê nîne. Zivistanê berf li ser berfê dibare, carna bi qasî 10 metreyan berf dibare. Li vê derê tenê berf dibare. Gerîla li kûrahiya vê qadê bi cih dibin û zivistanê hem ji ber ewlekariyê hem jî ji ber berfê pêwendiya xwe ya bi derve, bi ronahiya ji derve re qut dikin. Gerîla bi dil û mejiyê xwe kûrahiya erdê ronî û germ dikin. Çiya bi vê têkoşîna bi wate ya gerîla bûne qadên pîroz ên jiyanê. Di her fikrî de, di her çalakiyê de hêviyeke mezin, daxwaz û kedeke mezin heye.

* Jiyan Amargî gerîlayeke rojnamevan bû û di êrişa dewleta Tirk a li dijî Herekolê de di şer de 20´ê Hezîrana 2022´yan şehîd bû. Ev nivîsa wê di ANF´ê de hatiye weşandin.

ANF