Rojnameya Ronahî

Amadekariya xwarina zivistanê

Darîn Silê/Qamişlo

Welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê çanda kevin ya ji dapîrên xwe girtîn diparêzin û her sal demsala payîzê xwarina zivistanê hazir dikin. Lewra zivistanê her xwerek peyda nabe. Herwiha xwerekê bi destê jinan tê amadekirin ji yên hazir baştir û bitendûristtir e.

Dema dibe Payîz walatî berê xwe didin bazarê da ku xwarina zivistanê hazir bikin. Çimkî demsala zivistanê xwarin kêm e û her tişt peyda nabe. Ji bo wê welatî berî hatina Payîzê xwarina zivistanê hazir dikin. Herwiha gelek cureyên pêxwarinên zivistanê weke penîr, îsotên sor, rêçala fêkiyan, zeytûn, bacanên hişkkirî, ava bacanan, mekdos û gelek pêxwarinên din. Lê li bakur û rojhilatê Sûriyê ya herî girîng ava bacanan e. Tevî ku çêkirina wê pir biha ye, lê hê jî gel haziriya wê dike. Lewra pir jê hes dikin û di gelek xwarinan de bi kar tînin.

Derbarê amadekariya xwarina zivistanê de bi taybetî amadekirina ava bacanan, jina bi navê Rojîn Îbrahîm ya ji bajarê Qamişlo ku çend roj in dest bi çêkirina ava bacanan kiriye, ji me re axivî û diyar kir ku ava bacanan ya ku li malê tê çêkirin ji ya bazarê xweştir û baştir e.

Rojîn Îbrahîm awayê çêkirina ava bacanan ya ku ji dapîrên xwe hîn bûye, ji me re parve kir û wiha got: “Ez bacanan bi avê baş dişûm û her bacanê dikim çar parçe. Pişt re xwê lê dikim û datînim ber tavê da ku hişk bibe. Piştî ku ava wan ziwa dibe ez dixim makîneyê û baş diguvêşim, heriwha bincikan jê dertînim û ava wan careke din datînim ber tavê da ku bibe ava bacanan. Nêzî çar yan pênc rojan li ber tavê dihêlim heta ku ziwa dibe.”

`Ez ava bacanan di gelek xwarinan de bi kar tînim`

Rojîn got, dema ku ava bacanan li ber tavê datînim rojê sê caran lê meyze dikim û eger tiştek li ser rûyê wê hebe ez paqij dikim. Piştî ku ziwa dibe jî ez dixim deboyan û qumaşê pembû li rûyê wê dikim, da ku av bi ser nekeve û xirab nebe. Bi vî awayî ez ava bacanên xwe hazir dikim û zivistanê, di nava gelek xwarinan de bi kar tînim.

`Tama wê ji ya hazir xweştir e`

Rojîn da zanîn ku ew her sal nêzî 200 kîlo bacan çêdike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her 10 kîlo bacan kîloyek ava bacanan jê derdikeve. Dema ku ez 200 kîloyî çêdikim 20 kîlo ava bacanan jê derdikeve. Herwiha got, her kevçikek ji ava bacanên malê bi qasî çar kevçikên hazir e û tama wê jî ji ya hazir xweştir e.”

`Tevî ku bacan biha ne min amade kir`

Rojîn bal kişand ser bihayê bacanan û got, îsal bacan pir biha ne û her kes nikare wan çêke. Min kîloya bacanan bi hezar û 200 lîreyên Sûrî ji bazarê kirî. Her 200 kîlo bacan nêzî 300 hezar pere lê diçin. Ji ber wê gelek malbat êdî nikarin ava bacanan li malê amade bikin. Lê Tevî ku bacan biha ne jî min amade kir, çimkî ji ya hazir hes nakim û ya malê paqijtir e.

`Amadekirina xwerekan pêwîstiya zivistanê pêk tîne`

Rojîn diyar kir ku ji bilî ava bacanan wê gelek xwerekên din ji bo demsala zivistanê hazir bike û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Tevî bihabûnê, ez pêxwarinên zivistanê amade dikim û dev ji vê çandê bernadim. Ji bilî ava bacanan ez tirşiya xiyar, îsot, megdos, bancanên hişkkirî û ava îsotên tûj amade dikim. Ev pêxwarin di demsala zivistanê pêwîstiya me pêk tînin. Çimkî zivistanê xwerek pir biha dibin û hin jê peyda nabin. Ji bo wê dema ku mirov niha haziriyên zivistanê bike, wê demê neçarî xwerekên hazir nabe.”

‘Xwerekên malê ji bo tenduristiya mirov baştir in’

Rojîn behsa cudayiya navbera xwerekên malê û yên hazir kir û axaftina xwe wiha qedand: “Xwerekên ku li malê bi destê jinan tên çêkirin, ji yên hazir cudatir in. Çimkî yên malê baş tên şûştin û mirov dizane ka çawa hatiye çêkirin. Lê yên hazir piraniya wan baş nayên amadekirin û hin jê ne paqij in. Ji bo wê jî ya baş ew e ku, mirov her tiştî bi destê xwe amade bike.” Herwiha got, xwerekên malê ji bo tenduristiya mirov jî baştir in. Bi taybetî di vê dema niha de gelek nexweşî derketine holê. Ji bo wê pêwîst e mirov derbarê xwerekên hazir de baldar be û giraniyê bide xwerekên malê.