Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Kilîta çareseriya krîza cîhanê azadiya Rêber Apo ye` 

21/08/2022
in ROJEV
A A
`Kilîta çareseriya krîza cîhanê azadiya Rêber Apo ye` 
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarî tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rewda Hesen diyar kir ku, gotineke Rêber Ocalan tenê gelek pirsgirêkan çareser dike. Lewra her ku diçe dewleta tirkî ya dagîrker tecrîdê girantir dike.  

Ji bo tinekirina fikir û felsefeyeke demokratîk, ji bo jiholerakirina jiyaneke birûmet, ji bo şkandina vîna gel, sala 1999`an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komployeke navneteweyî hat kirin. Ji wê demê heta roja îro, di şexsê Rêberê Kurdan Abdullah Ocalan de gelê Kurd li her çar parçeyên kurdistanê, di binê tecrîdeke giran de ne. Bi taybetî di vê dema dawî de, di binê navê cezayê disîplînê û hêcetên bêserûber de, dewleta tirkî ya faşist Rêber Apo xistiye binê tecrideke pir giran ku kesek nikare ti agahiyan derheqê wî de bigire. Çawa ku ev tecrîd li dijî qanûn û hiqûqa cîhanê tê tê kirin, herwiha li dijî gelê Kurd jî, şerê qirkirinê dest pê kiriye û di vî şerî de hemû qanûnên nav neteweyî û yên mirovî tê binpêkirin.

Têkildarê mijarê Hevseroka Desteya Çandê ya Herêmê Cizîrê Rewda Hesen ji rojnameye me re axivî û got, êdî her kes dizane ku ji ber fikir û ramanên Rêber Apo çareseriya pirsgirêk û krîzan e, ji ber wê her ku diçe dewleta faşîst tecrîdê girantir dike.

‘Divê hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin`

Rewda Hesen axaftina xwe wiha domand: “Êdî her kes vê yekê baş dizane ku armanc ji tecrîdê, qutkirina gel ji fikir û felsefeya Rêbertiyê ye. Ev yek bi rewşa dawî ya Rojava ve tê girêdan. Ji bo ku pesrpektîfên Rêbertiyê negihin destê me, dewleta tirkî ya dagîrker tecrîdê giran dike. Lewra nirxandin û pespektîfên Rêbertiyê di vê pêvajoya tevlihev û xeter de ku gelên cîhanê giş tê de ne, pir girîng û pêwîst e. Bi taybetî, li dijî polîtikayên dewletên dagîrker û qirker nêrînên Rêber Apo ji bo gelên azadixwaz pir girîng in.”

Li ser bêdengiya saziyên navdewletî Reda got, divê dadgehên navdewletî û rêxistinên mafê mirovan, erkê xwe yê mirovî pêk bînin.

`Bêdengî hevkarî ye`

Herwiha li ser bêdengiya hêzên navdewletî ya li hemberî tecrîdê, Rewda diyar kir ku bêdengî hevkarî ye û wiha domant: “Li dijî tecrîda li ser Rêbertiyê cîhan bêdeng e, ev bê dengî jî tê wateya ku ew jî bi biryara dîlgirtin û girankirina tecrîdê re ne. Hêzên serdest sîstema sermayedar ji bo berjewendiyên xwe li ser gel bi kar tînin, rêber Apo dijî vê sîstêmê ku civakê dirizîne, têkoşîneke bêhempa kir û heta niha wê tûkoşînê didomîne. Herwiha Sîstema Neteweya Demokratîk ya li dijî sîstema desthilat ya sermayedar ji gelan re ava kir ku gel bikarin li dijî desthilatê mafê xwe bi dest bixin û biparêzin. Lewra ev jiyana azad û wekhev ya ku Rêbertiya me hilbijartî, li ser berjewendiyên hêzên serdest, metirsiyeke mezin çêdike. Lewra wê gel li dijî zilim û mafxwarinê serê hilde.”

`Bi saya Rêbertiyê em azad dijîn`

Rewda Hesen axaftina xwe wiha domand: “Ji bo parastina mafê jinan, Rêber Apo pir ked daye. Ne tenê ji bo jinên Kurd yan jinên bakur û rojhilatê Sûriyê. Rêbertiyê ji bo parastina jinên cîhanê tevan xebitiye. Niha encama vê xebatê derdikeve hole. Mînaka wê niha gelek jinan li cîhanê bi riya pirtûkên rêber Apo xwe nas kir û dîroka jinê nas kirin. Ji ber wê divê jinên me ji bo azadiya Rêber Apo di hemû qadên civakî, siyasî, diplomasî, hiquqî, hunerî û hwd. de cihê xwe bigirin û herî zêde divê em li dijî vê tecrîdê têbikoşin.”

Hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Rewda Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e her kes û bi taybetî jin li rêber Apo xwedî derkevin û asta têkoşîna xwe xwirttir bikin. Divê em bi berxwedana xwe, Rêberê xwe azad bikin. Divê dengê me li cîhanê tevê belav bibe û em bibin wesîleya belavkirina fikir û felsefeya Rêber Apo. Bi balavkirina fikrê rêber Apo û avakirina jiyanê bi projeyên wî, em dikarin li şoreşa xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan, xwedî derkevin. Lewra di vê projeya Neteweya Demokratîk tenê de jiyana azad û birûmet heye.”

 

 

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.