Rojnameya Ronahî

Bêpîvanbûna îdeolojîk, ezbeniyeke bêhempa ji dijmin re ye

Fener….

 

Idrîs Henan

Gelek xalên girîng ên ku pêwîst e werin nîqaşkirin û yên ku lazim e careke din di ber çavan re werin derbaskirin hene mirov qalê bike. Gelek ji wan serpêhatiyan bûne sedema lawaziya sekin û berxwedana ku pêwîst e were raberkirin. Ango; weke aktorekî sereke bi rola valakirina herêmê û têkbirina enerjiya ciwanan, rabûye. Vê yekê bi xwe re kansera gendelî û xwefirotinê normalîze kiriye û weke tişteke ji rêzê kiriye. Lewre, em dibînin ku rojane neyarên Kurdan, pêşeng û lîderên wan ên qehreman armanc digire û kêlî bi kêlî zarokên me qetil dike. Bêperwa û bêar in, her nirxê gelan rûbirûyî karanîn û çewsandinê dihêlin û li gorî berjewendiya çawîşan bi awayekî xirab tev digerin.

Ewqas rûyê azadiya civakê berovajî kirine û destwerdana heysiyat û wijdanê mirovan kirine û bes hiştine, ji xwezêdekirin û xwetêrkirina ajoyan wêdetir tiştek pêşkêş nekirine. Nexwaşiyên xwe kirine malê civakê û pê mijûl kirine û ji bona fesadî û kurtêlxwariya xwe zemînek xort a hizirî û her cure ziyanê ava kirine.

Hewl didin bi zêdekirina pirsgirêkên exlaqî, êrişên hişberiyê û destwerdanên derûnî, tesîrek giran û bi bandor li sekna civakê bikin û îradeya wê parçe bikin. Navenda azadî û demokrasiyê ku bi xwîna zarokên herêmê hatiye destnîşankirin, dixwazin vala derxînin û ji nav bibin. Ancax ew yek bi avakirina hişmendiyek qurnaz a feodal ku her tiştî dixe mijara bazarê, pêkan be. Lewre; heman alav û elementên sazîbûna demokratîk bi kar tînin û weke pireke desthilatdariyê, ji bo mayîndekirin û domdariya hebûneke îlegal dixebitînin.

Yekemîn deriyê fireh ku ev xisûs û xisletên han tê re bi aramî derbas dibin, deriyên perwerdê ne. Dema ku perwerdekarên civakê û rêveberên civakê bi xwe, xwe têr û bes bibînin, di cewherê nêzîkatiya rasteqîn de, redkirina perwerdê û agahiyên tê de ye. Ango; vê lawaziyê astengiyên zinhî bi xwe re tekûztir kirine û mûfirkek li ser zêde kirine. Bi van rêbazên nenaskirina girîngiya perwerdê û nêzîkatiyên feodal ên perjewendîparêz û qurnaz, artêşek ji mûçegiran dane avakirin ku amade ye di her kêlî û cihî de, ji bo manfeeta xwe, her tiştî bixe mijara kirîn û firotinê. Ev yek rê li ber texrîbatên mezin vedike û di serî de ewlehî û aramiya civakê têk dibe. Ji xwe armanca sereke ya van êrişên şerê taybet ew e ku bi amûrên êrişan ên derûnî, civakê bê perwerde bihêlin û amûra sereke ya parastinê ji dest bibin. Li cihê ku xwe hewceyî perwerdê neyê dîtin, zanibe ku şerê taybet hakim bûye û êdî ev cih di bin bandora wê hizrê de xetimiye. Elimandin bi pêş ketiye û pêşdaraziya mirovan tûşî çala neyar û dagirkeran dike, belav bûye. Di heyameke wisa de, ku yek ji armancên sereke ya êrişên li ser civakek şoreşger e, artêşek ji leşkerên belaş ava dike. Kîjan dem û mekanî be, dikare ji bona neyar û celadên xwe, ezbeniyeke bêhempa bike. Mînaka wê jî di encama hemleya “Sond” a vê dawiyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk derket holê ka çiqas kirêt û xirab e.

Nêzîkatî û têgihaştinên li gorî elimandinên dewletdar neyên mehkûmkirin, li gorî pîvanên ideolojîk kesayet neyên hilbijartin û hesabên guncaw di wextê de neyên pirsîn, wê her tim qada têkoşînê nava şoreşê de ji destwerdana odeyên şerê taybet re vekirî bimîne û dê bi dehan ajanên bê rûmet û bê wijdan, karibin di her dem û kêliyê de, kesayetên fena Rêzan Cawîd û hevrêyên wî bikin qurbana berjewendiyên xwe, derkevin. Ji bona wê jî, pêwîst e civak ji van êrişan were parastin û li gorî erkên demê yên şerê gel ê şoreşgerî were biçekkirin.