Rojnameya Ronahî

Nakokî li bersivên xwe digerin

Memed Serdar

Dewleta tirkî ya dagîrker piştî dagîrkirina Girê Spî û Serê Kaniyê mafê xwe yê rewa ragihandiye ku ji sînorê welatê xwe heta 30 km. bi kûrayî dagîr bike û li wir herêmeke qaşo ewle ava bike. Herêmên ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve hatîn dagîrkirin heta niha li ber çavê cîhanê tevê, tevayiya mafê  mirovayiyê tê binpêkirin û sûcên dijmirovî rojbiroj pirtir dibin. Herwiha ne ewlekarî ne jî aramî û aboriyeke ji bo civak jiyana xwe bidomîne ti kes nikare jê behs bike. Tenê ji bo malbatên weke çeteyên kirêkirî li ser hesabê Tirkan di her eniyê de şer dikin, hatine bicîhkirin. Aramiyeke demî ji bo malbatê çeteyan hatiye avakirin.

Ji ber şart û mercên ne guncaw, herêmên plansaziya dagîrkirinê li ser heyî nayên dagîrkirin, li benda dema herî gûncaw in. Ev herêm li gorî axaftina şefê faşîst Erdogan, seranserê sînor 30 km. bi kûrayî. Çawa ku ev herêm di civîneke fermî de pêşkêşî dewleta Tirkiyê ya dagirker hatine kirin û ew jî wan herêman weke tapuya li ser navê xwe dibîne. Herwiha pir bi hesanî mafê xwe dibîne ku bi keyfa xwe li ser biryarê bide.

Hemû civînên navdewletî û civînên taybet li ser paşroja Sûrî dewleta dagîrker ya Tirkiyê, bernameya dagirkirinên cihê mayî ji bo bê domandin zextê li hemû dewletan dike. Ji bo demeke zûtir bernameya xwe ya dagîrkeriyê bi ser bixe. Ev helwest û siyaseta dijminayiya dewleta dagîrker ya tirkî, hêzên navnewletî ku xwe garantor bi nav dikin, ji ber hinceta tirsa ewlekariyê Tirkiyê ji sînorên xwe, rewa dibînin.

Dewleta dagîrker ya tirkî jî her çiqas di niqaşên fermî û torên ragihandinan de wek hinceta dagîrkeriyê fikarên ewlehiyê diyar bike jî, di nava xwe de ev herêmên mijara nîqaşê weke beşeke ya Tirkiyê dibîne û li her derê behsa “Mîsaq-î mîllî“ dike. Ev nakokî ji aliyê hêzên navdewletî û hêzên qaşo garantor ve heta niha nayên dîtin, yan jî li ser tê girtin.

Mijareke din jî ya li ser tê girtin û heta niha helwestek nehatiye diyarkirin, mijara erîşên balafirên keşfê ne. Piştî dagîrkirina Grê Spî û Serê Kaniyê weke me li jor gotî, ji ber domandina dagîrkerî guncaw nehat dîtin, heta rewş ji bo dagîrkerî guncaw be, îcaze hatiye dayîn ku dewleta dagirker ya tirkî êrîşên xwe li ser hedefên ji bo ewlekariya tirkî xeter bê dîtin bi balafirên keşfê ji holê rake.

Dewleta dagîrker ya tirkî ji bo êrîşên xwe yê bi balafirên keşfê pêk bîne, li gorî qanûnên hevpeymaniya li dijî DAIŞ`ê divê plansaziya çalakiyên xwe ragihîne navenda hevpeymaniyê û biryargeha hevbeş ya hevpeymaniyê, eger îcaze dan dikare bi balafirê keşfê çalakiyekê bike. Lê yên vê hevpeymaniyê dizanin, baş dizanin ku ji her êrîşeke balafirên keşfê ya dewleta tirkiyê ya dagirker, biryargeha hevpeymaniya giştî agahdare.

Di vê mijarê de du nakokiyên mezin hene ku di raya gîştî de tên nîqaşkirin. Ya yekê eger êrişên balafirên keşfê yên dewleta dagirker yên Tirkiyê, biryargeha hevpeymanî agahdar e çima heta niha ji êrîşan re çavê xwe digire. Ewê ku êrîş li ser çêdibin, fermandariya hêzên hevpeyman û herwiha serokê DYA fermî şirîkê xwe îlan kiribû, û civînên fermî de spas jê re kirin. Eger QSD şirîka wan e çima hember êrîşên dijî QSD bêdeng dimînin, ev çawa şirîkatî ye.

Nakokiya duduyan jî ji aliyê gelek çavdêran ve hatiye şopandin û sedemê wê tê pirskirin ew e ku, kengê ji aliyê hêzên hevpeymanî ve di nava herêmên dagîrkirî yên di binê kontrola Tirka de, kengê operasyonek li hember rêveberên DAIŞ`ê çêbe, wek bersivdana vê operasyona hevpeymanî, dewleta dagîrker ya tirkî çend seetan nakeve navberê êrîşeke bi balafirên keşfê li dijî QSD pêk tîne. Ruxmî ku hemû cîhan alîkarî û desteka dewleta dagirker ya tirkî ji bo rêxistina terorist ya DAIŞ`ê dizanin jî çima hevpeymaniya navdewletî li hemberî her êrîşeke çeteyan, êrîşên dewleta dagirker ya tirkî li hember fermandarên QSD çavên xwe digire.

Ev rewş ji aliyê hemû çavdêrên siyasî ve wek “navbera hevpeymaniya navdewletî û dewleta dagîrker ya tirkî ve peymanek veşartî heye û li gorî wê peymanê tev digerin“ tê şîrovekirin.  Li hemberî hemû êrîş û sûcên şer yên dewleta dagirker ya tirkî, hêzên hevpeymaniya navdewletî çavên xwe girtine û erênî yan jî neyînî heta niha helwestek nîşan nedane. Ev sekin û bêhelwestî, gotin û çavdêriyên aliyên îddîa dikin ku peymaneke veşartî di navbera wan de heye, piştrast dike. Li vir pirsa girîng ew e ku divê bê pirsîn, li hemberî şirîkên xwe, tevlîbûna peymanên veşartî di çanda we de navê wê çi ye?