Rojnameya Ronahî

Erdogan li ber deriyê Esad çok daniye…

 

Faruk Sakik

Belê, kodên hevdîtina Erdogan û Pûtîn ya li Soçî hêdî hêdî zelal dibin. Li ser tinekirina têkoşîna azadiya gelê Kurd, li Rojava şkandina îradeya Kurdan û bêîradehiştinê wan li hev kirine. Di vê hevdîtinê de mijareke esasî jî, bi rejima Sûrî re ji nû ve destpêkirina danûsandinan bû. Dixwest di êrişkirina Kurdistanê de destûra Sûrî jî bistîne.

Erdogan, berî ku here hilbijartinan wê êrişên ser herêma rojavayê Kurdistan parçeyekî kampanyaya hilbijartina xwe bi kar bîne. Erdogan îdia dike ku Pergala Rojavayê Kurdistanê ji bo ewleyiya wî gef û tehdîd e. Dibêje axa min, sînorên min di binê talûkeyê de ne. Ji herêma Kurdistanê ber bi aliyê min ve êriş hene. Lêbelê dewleta ku zimanê kurdî qedexe kiriye, dewleta ku Kurdan tine dihesibîne ango dewleta Tirkan, li cîhanê weke welatekî meşrû û rewa xuya dike. Ev dewletên cîhanê dizanin ev ne rast e lê ji bo berjewendiyên xwe dibêjin em hesasiyetên Tirkiyê mafdar dibînin.

Ya duduyan Erdogan bi dû diravan ketiye. Aboriya Tirkiyê dîroka komarê de, di rewşa herî xeter de ye. Ji bo wê li dijî Erdogan nerazîbûneke mezin heye. Gelek kes poşman in ku di hilbijartinên berê de deng dane AKP’ê. Ha hûnê bêjin li Sûrî diravên ku bîne Tirkiyê nînin. Lê li ser Rûsya re bi bazara, çeteyên di binê kontrola xwe de dikare van diravan bi dest bixe.

Sedema sisiyan ya êrişan; mijara koçberên Sûrîyê ye. Erdogan dît ku li Tirkiyê li hemberî van koçberan nerazîbûn heye. Jimara van kesên dijminatiya koçberan dikin jî roj bi roj zêde dibe. Dixwaze bi êrişa herêma rojavayê Kurdistanê re wan koçberan bîne li ser tixûb bi cih bike. Bi vê kiryara xwe wê bersivekê bide nijadperestên Tirkiyê.

Dîsa wê bi çêkirina avayiyan ango ji sektora inşaatê pereyan bi dest bixe. Ji bo ku tehdîda koçberan ya çûna Ewropa dayî seknandin jî wê ji dewetên Ewropa pereyan bigire. Piştî bi van dît ku di aboriya Tirkiyê de guhertinên erînê çêbûn wê here hilbijartinan. Berpirsê çapemeniya QSD’ê Ferhad Şamî jî di daxuyaniyek xwe de bal kişandibû ser heman tiştî. Digot wê di demeke nêz de hin koçberan bînin Sûrî.

Ji bo ku bi van sedeman êrişan bide destpêkirin, divê di destpêkê de bi rejima Şamê re li hev bike. Ji bo wê demek dirêj e, veşartî yan jî eşkere hevdîtinan dest pê kirkiye.

Îtirafa yekê ji Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu hat. Hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Karê Derve yê Sûrî re îtiraf kir. Her çiqas pişt re got dive pirsgirêka Sûrî bi metodên siyasî werin çareserkirin jî êdî her kesî bawerî anî bû ku hevdîtin pêk hatiye.

Berî vê hevdîtinê 15 rojan Erdogan û Pûtîn, heyetek ji partiya Dogu Perînçek ku ji Ethem Sancak, Şûle Perînçek û hin kesên din pêk dihat çûbûn Rûsya. Li wir bi rayedarên dewletê re hevdîtin kiribûn. Her çiqas Perînçek digot, me ji bo hevkariya aborî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê hevdîtin kiriye jî, esas armanc peyama Erdogan li ser Rûsyayê re bigîhînin Beşar Esad bû. Ango ev heyeta Perînçek, wek bûldozerekê pêşî li Erdogan vedike. A ha.. di dema ku min ev nivîs dinivîsî de, heman heyetê amadekarî dikir ku here Sûrî. Berî ku herin medya Erdogan ket dewrê û pesnê Sûrî dide. Ji bîr kirin ku Esad bi terorîstî bi nav dikirin.

Dewleta Tirkan ya dagîrker ji bo tinekirina Kurdan, li ber deriyê dijminê xwe çok daniye. Ji bo girtina vê destûra êrişê nirx û rûmeta xwe yên neteweyî tevan binpê dike.