Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Belgeyek nû ya sûcên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker diyar dike, derket holê

21/08/2022
in Uncategorized
A A
Belgeyek nû ya sûcên şer yên dewleta tirkî ya dagîrker diyar dike, derket holê

ANF Images

Share on FacebookShare on Twitter

 

Bi kamerayê dîmenên leşkerên Tirk yên dagîrker yên li dijî tûnelên şer yên Şehîd Hêjar yên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîknûkleer û çekên kîmyayî êrîş bikin, hatin girtin.

 

Êrîşên dagîrkeriyê yên ku artêşa Tirkan ya dagîrker di 14’ê Nîsana 2022’an de li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dayîn destpêkirin, dikeve meha 5an. Artêşa Tirkan ya dagîrker ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nikarin pêş ve biçin û di demeke kurt de ketin tengayiyê, di vê pêvajoyê de dîsa rêbazên xwe yên şerê qirêj xistin dewrê. Tûnel û çeperên li Qada Berxwedanê ya ku ji aliyê gerîla ve tê parastin, ji roja destpêkê ve bi awayekî dijwar balafirên şer û helîkopterên êrişê bi obûs û hawanan tên bombekirin.

Dewleta Tirkan ku bi piştgiriya bêsînor ya NATO’yê ji hemû derfetên teknolojiyê sûdê digire û erdnîgariya Kurdistanê her roj bi dehan caran bombebaran dike, gelek caran li hemberî gerîla bi bikaranîna bombeyên taktîknûkleer û çekên

ANF Images

kîmyewî sûcên şer kir.

Gelek caran bi dîmenan sûcên şer yên dewleta Tirkan hatin ispatkirin û dîmeneke din jî li ser zêde bû. Bi kamerayê dîmenên leşkerên Tirk yên dagirker ên ku li dijî tunelên şer ên Şehîd Hêjar ên li Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî amadekarî dikin ku bi bombeyên taktîknûkleer û çekên kîmyewî êrîş bikin, hatin girtin. Dîmenan careke din şerê qirêj ku dagirker bi rê ve dibin, derxist holê.

Di dîmenan de diyar dibe ku leşkerên Tirk yên dagirker bi bandan, derdora teqemeniyan monte dikin û bombeyên taybet ên ku bandora bombeya taktîknûkleer çêdikin jî diyar dibe. Bombeyên taktîknûkleer ên ku 5 leşker bi hesasiyetek mezin hewl didin bi cih bikin û hemû jî bi qabloyan bi hev ve girêdayî ne, dibin li ber cihê ketin hundirê tûnelan. Dagîrkerên ku girîngiyeke mezin didin bombeyên taktîknûkleer û hêviya xwe pê girê dane, bombeyan di hembêza xwe de digirin û wêneyan digirin. Ev yek jî ispata agahiyên hatîn diyarkirin, nîşa dide.

Dagîrkerên ku hewl didin bi teqînên mezin berxwedana gerîla bişkînin, bi qasî ku derfetê dibînin hewl didin bê navber tûnelên şer bombe bikin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya 17’ê Tebaxê dayî de diyar kiribû ku artêşa Tirkan di 4 mehên dawî de li dijî tûnel û çeperên şer yên li Qada Berxwedanê hezar û 532 caran bi bikaranîna bombeyên taktîknûkleer ên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcê şer û mirovî kiribû.

ANF

 

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.