Rojnameya Ronahî

’Têkoşîna li hemberî êrişên Tirkan erkê exlaqî yê her mirovî ye’

Mihemed Xanim / Heleb

Remzî Şêxmûs diyar kir ku armanca dagîrkeriya tirkî qirkirina gelên herêmê yên resen e û wiha got: “Parastina herêmê ne erkê QSD’ê tenê ye, erkê her mirovê xwdîşeref û xwedînamûs e.”

Dewleta tirkî ya dagîrker rojbiroj êrîşên bi balafirên bêmirov yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê pirtir dike. Di van êrîşan de gelek kesên hêja şehîd dibin. Ji destpêka meha Tebaxê ve êrişên dagîrkeriyê zêde bûne. Bi taybetî di van demên dawî de zarokan dike amanc û herî dawî jî navendeke zarokan ya di navbera hesekê û Til Temir de kir amanca êrişên xwe û di encamê de 4 zarok şehîd bûn. Li hemberî van êrişên dagîrkeriyê, QSD bêdeng namîne û li dijî artêşa tirkî çalakiyên bibandor  dike. Li gorî ragihandina QSD’ê li dijî van êrişên hovane 4 çalekî kirine û nêzîkî 30 leşkerên Tirkan hatine hatine kuştin.

Derbarê zêdebûna êrişan de, bersiva QSD’ê û amadekariya  gel ya li dijî êrişan, Endamê Navenda Partiya Dîmokratîk ya Kurdên Sûrî şaxê Helebê Remzî Şêxmûs, ji me re axivî.

Remzî Şêxmûs diyar kir ku armanca dagîrkeriya tirkî qirkirina gelên resen e û wiha got: ” Erdogan hewl dide tevayiya herêmên bakur û rojhialtê Sûriyê dagîr bike û gelên herêmê yên resen qir bike. Xetera êrişên bi balafarên bêmirov, ji xetera êrişên bejayî ne kêmtir e. Lewra dagîrkerî bi van êrişan dixwaze baweriya gel bişkîne û herêmê vala bike.”

’Bersiva QSD’ê baweriya gel xurt kir’

Remzî Şêxmûs bîr xist ku li hemberî êrişên dagîrkeriy atirkî hêzên QSD’ê stratejiya xwe eşkere ragehandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Stratejiya QSD’ê li hemberî  êrişên Tirkan, bersiva her êrişê ye. Bi bersivaa QSD’ê peyam gihîşt tevayiya hêzan ku xwediyê vê xakê hene û dikarin bersiva her êrişê bidin. Em gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî, piştgiriya QSD’ ê dikin. QSD hêza gel ya rewa ye û rûmeta tevayiya gelên herêmê parast. Bersiva wê ya êrişên dagîrkeriyê baweriya gel xurttir kir. Ji ber wê, her kesê ku li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê dijî, dive piştgiriya wê bike. Em deyndarên şehîdên canê xwe ji bo parstina me feda kirîn in. Herwiha divê Tirkiyêeû hevkarên wê bizanin ku li ser erdê Kurdistanê hêzek heye û wê bersiva êrişên wan bidin.

’Koalisyona Navnetweyî û Rûsya hevkarên rijandina xwîna gelên herêmê ne’

Remzî Şêxmûs bal kişand ser hevkariya hêzên navnetewyî ya bi dagîrkeriya Tirkiyê re û wiha got: “Gelek hêzên navnetewyî yên li ser xaka Sûriyê xwe bi cih kirine, di êrişan de alîkariya Tirkan dikin û hin hêz jî çavên xwe ji êrişên wê re digirin. Qada hewayî ya Sûriyê di binê kontrola Koalisyona Navnetewyî û Rûsya de ye. Rûs bi awayekî eşkere qada ezmanî ji Tirkan re vedikin û êrişên wê erê dikin. Koalisyona navnetewyî jî çavê xwe ji Tirkan re digire û dibêje, ‘êriş bike’. Tevî ku gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo parastina cîhanê ji çeteyên DAIŞ’ê, bi hezaran şehîd dan, disa jî cîhan çavê xwe ji komkujiyên dagîrkeriya tirkî re digire û xiyanetê bi gelên herêmê re dike.”

’Divê em ji hêzên xwe yên leşkerî re guh û çav bin’

Remzî Şêxmûs diyar kir ku bêbandorkirina sîxurên dewleta tirkî, di vê pêvajoyê de pir girîng e û wiha domand: “Her şoreşên di cîhanê de çêbûyî, deshilatdaran ji bo têkçûna wan şoreşan sîxur bi kar anîne. Di cîhanê de xiyanet û sîxurî bûne sedema binketina gelek şoreşan. Ji ber wê Operasyona Sondê operasyoneke pir girîng e û divê dewam bike. Dema sîxur tên girtin tevayiya kart û planên dijmin eşkere dibin. Sîxur ji dijmin re çav û guh in. Sîxurên roleke mezin di êrişên dagîrkeriyê de dilîzin. Divê gelên herêmê, ji zarokan heta pîr û kalan alîkariya QSD’ê bikin da tevayiya sîxur û xayîn bên cezakirin. Divê em ji hêzên xwe yên leşkerî re bibin guh û çav.”

’Têkoşîna li hemberî êrişên dagîrkeriya tirkî erkê her mirovî ye’

Endamê Navenda Partiya Demokrat ya Kurdên Sûrî şaxê Helebê Remzî Şêxmûs, bang li gelên herêmê kir ku li gorî rewşa awarte xwe amade bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji destpêka şoreşa Rojava ve em di rewşa awarte de ne. Lewra her roj êriş li ser herêmên me hebûn û hê jî dewam dikin. Divê em xwe li gorî rewşa awarte amade bikin. Erkekî mezin dikeve ser milê me. Ji her kesî tê xwestin ku li gorî derfeta xwe têkoşînê bike. Lewra parastina herêmê, ne erkê QSD’ê tenê ye, erkê her mirovê li ser xaka bakur û rojhilatê Sûriyê dijî ye. Banga me ji bo gelên herêmê, partî, rêxistnên siyasî û civakî ew e ku xwe berpirs bibînin û li hemberî êrişan têkoşînê bikin.”