Darîn Silê/Qamişlo
Bi armanca pêşxistina jinan di milê tenduristiyê de û amadekiriya ji bo rewşa awarte, Weqfa Jina Azad bi navê `Tenduristî di şer de` ji bo fêrkirina destwedana lezgîn ji jinan re perwerde daye destpêkirin.
Kampanya destwerdana lezgîn ji 23`yê meha borî ve dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e. Herwiha Weqif kursên destwerdana lezgîn dide jinan, da ku di rewşên awarte de parastina xwe, zarok û dê û bavên xwe bikin. Her perwerdeyê bi her du beşên xwe yên teorî û pratîk çar rojan dewam dike. Ev perwerde di çarçoveya rewşa awarte de pêk tê. Heta niha jî gelek jinên bajarê Qamişlo di perwerdeyê de derbas bûne.
Li ser armanca kampaniyayê û girîngiya kursên destwerdana lezgîn rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa tenduristiyê Melka Hesaf ji me re axivî û got, piştî ragihandina rewşa awarte li herêmê û zêdebûna êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, me biryar da ku dewreyên destwerdana lezgîn bidin jinan, da ku jin di şert û mercan şer yên awarte de bikarin ji civaka xwe re bibin alîkar.
Di dema pêş de emê li tevayiya gundan perwerdeyê bidin`
Melka Hesaf da zanîn ku dewreya destwerdana lezgîn li gelek taxan dane û axaftina xwe wiha domand: “Cihê ku perwerde lê hatiye dayîn, kongreya Star ya taxa Xerbî, taxa Cûdî, navenda PYD ya Aşûriyê, komîna şehîd Berxwedan, Mala Jinan û Rêxistina Sara. Di van dewreyan de gelek jin tevlî bûn û fêrî destwerdana lezgîn bûn. Herwiha got, gundewarê Qamişlo jî di plana me de ye. Di dema pêş de emê perwerdeyê li tevayiya gundan jî bidin.”
`Armanc pêşxistina jinê di milê tenduristiyê de ye`
Melka got, armanca me ji vê dewreyê ew e ku jin di milê tenduristiyê de zana bibin û di rewşên awarte de xwe û yên derdora xwe biparêzin. Heriwha nekevin tengayiyê û tirs di dilê wan de nemîne. Çimkî em di rewşeke awarte de ne û ne diyar e ka kîjan gavê dijmin êrişî me bike.
`Tevayiya jinên ku tevlî perwerdeyê dibin sûdê jê digirin`
Melka Hesaf da xuyakirin ku her dewre çar rojan dewam dike, her rojê sê saetan dirêj dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kursên ku di perwerdeyê de tên dayîn li ser rewşên şewatê, şkandinê, birîn, herwiha fêrkirina li ser seromê û dayîna derziyan e. Ev perwerde encamên pir baş dide. Tevayiya jinên ku tevlî dibin sûdê jê digirin û hêza wan di milê tenduristiyê de xurt dibe.”
Rêvebera Weqfa Jina Azad ya beşa Tenduristiyê Meleke Hesaf di dawiya axaftina xwe de got, em bi hêvî ne ku jin di vê qonaxê de cihê xwe bigire û di her qadê de xwe pêş bixe. Wek Weqfa Jina Azad jî emê her dem piştgiriyê bidin jinê û ji bo pêşxistina jinan tev bigerin.