Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gûlçîn bi darên binefşan pêdiviyên malê çêdike

17/08/2022
in Uncategorized
A A
Gûlçîn bi darên binefşan pêdiviyên malê çêdike
Share on FacebookShare on Twitter

Gûlçîn Xûlamweysî jinek ji Hewremanê ye ku bi jîrbûna xwe, bi dep û daran huner û bedewiyeke taybet pêdiviyên malê çêdike.

 

Jinên Hewreman ji ber hezkirina xwe ya xwezayê, zanyarî û kêrhatiyên cûda ji xwezayê sûd digrin, jin bi kêrhatinên xwe karê dest çêdikin ku malzemeyên wan ji xwezayê tinîn û ji darên xwezayê gelek berhemên cûr be cûr çêdikin.

Gûlçîn Xûlamweysî yek ji wan jinên jîr e ku li gor hêza xwe dest bi karkirinê kiriye, bi hurgulî gerana xwe ya berhemanên darên binefşê dest bi karê çêkirina sepetan kiriye û wiha behsa çêkirina berhemên xwe yên bi daran kir.

Gûlçîn wiha behsa fêrbûna xwe ya çêkirina sepetan kir û got: “Destpêkê min qet nedizanî sepetan çêbikim, lê belê rojekê min ji bazarê sepetek anî û min her xira dikir û carek din çêdikir, bi vî awayî ez fêr bûm û niha jî ez vî karî dikim. Di hemû karan de zehmetî hene, di her malekê de cûdahî heye, lê belê hevjînê min piştgiriya min kir da ku ez di vê hunerê de serkeftî bim, gelek caran alîkariya min jî dike.”

“Ez gelek keyfxweş im ku karê min ji bo jinan bûye çavkaniya jiyanê”

Gûlçinê diyar kir ku bi vekirina cihê karê çêkirina sepetan, ji bo gelek jinan bûye çavkaniya jiyanê û wiha dom kir: “Ew jinên ku li gel min kar dikin dahata wan baş e, niha 70-80 kes kar dikin. Ez diçim gûndan û jinan fêrî vî karî dikim, ev ji bo min cihê keyfxweşiyê ye. Ji ber ev kar ji bo wan jinan bûye çavkaniya jiyanê. Min kurê xwe jî fêr kiriye, em bi hev re hemû karan dikin, ji bo çêkirina sepetan em sûdê ji darên binefşê digrin û amade dikin. Em bejdarî hemû pêşangehên hunerî dibin, ji ber hunera me resen û ciwan e. Ew darên ku em van sepetan jê çêdikin 70 salan jiyan dikin û bêhnek wan ya xweş heye, di dema bi karanînê de her cara ku tê şûştin ciwantir dibe. Ev dar divê tenê ava baranê bixwe û bi avê neyê avdan. Ji werza peyîzê heta Biharê dar tên komkirin, ev darane darên binefş in û gulên binefşî ciwaniyek wan a cûda û bêhnek ya wan a gelek xweş heye. Piştî ku em van daran kom dikin, ez dixim selacê da ku hişk nebe û piştre bikar tînim.”

“Ez dixwazim gelek jinan fêr bikim”

Gûlçînê derbarê plan û projeyên xwe yên demê pêş de wiha got: “Ez di xwazim di demê bê de cihek yê kar vekim, da ku bikaribim jinan bê beramber fêrî karê çêkirina sepetan bikim. Pêwîstiya min bi pere nîne, tenê dixwazim jinên din fêrî karê xwe bikim, da ku ew jin bikaribin dahata jiyana xwe dabîn bikin û çavê wan nemînin li ber destê kesê, bi xwe bikarin karê destê xwe bikin.”

JINHA

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin
NÛÇE

4’emîn salvegera damezrandina Radiyoya Dicle Fm hat pîroz kirin

18/05/2025
‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.