Şaredariya Gel ya Şedadê ya başûrê kantona Hesekê, ji bo kêmkirina aloziya avê bi xwediyên 29 sehricên taybet re peyman çêkir da ku avê bi bihayekî guncaw bigihîne welatiyan.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Şaredariya Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, ji bo dabînkirina avê ji welatiyên gundewarên navçeya Şedadê re bi nirxên guncaw, ji nû ve peyman bi xwediyên sehrîcên ava vexwarinê re girê dan.
Sehrîc dê avê bi awayekî asayî bi nirxê 5 hezar û 500 lîreyên Sûriyê ji bo depoyekê ku hezar lîtreyê avê radike, li ser xelkê belav bikin. Di demekê de ku buhayê wê bi sehrîcên taybet gihiştibû nêzî 15 hezar lîreyên Sûriyê.
Ji bo dabînkirina avê ji xelkê gundewarên navçeyê re, şaredariyê li gel 5 sehrîcên xwe, bi xwediyên 29 sehrîcên taybet re peyman girê da. Piştî ku bi xwediyên sehrîcan re li hev kiribû ku sotemeniya sehrîcan bi nirxên guncaw peyda bikin.
Li gorî endamê rêveberiya beşê avê yê şaredariya navçeyê Mihemed Salih, li gorî lihevkirina şaredariyê bi xwediyên sehrîcan re dê her meh 12 bermîl mazota pîşesazî bi buhayê 410 lîreyên Sûriyê ji her lîtreyekê re, ji wan sehrîcan re bê dayîn.
Mihemed Salih her wiha got: “Kêmbûna avê hişt ku xwediyên sehrîcan wê yekê bi kar bînin û buhayê her depoyekî avê ku têra hezar lîtreyî dike, bigihînin nêzî 15 hezar lîreyên Sûriyê. Bêyî ku guh bidin şert û mercên jiyanî yên dijwar ku xelk tê re derbas dibin ji ber dorpêça ku li ser herêmê ferzkirin.”
Der barê mekanîzmaya belavkirinê de jî Salih destnîşan kir ku piştî ku peyman hatin îmzekirin sehrîcan dest bi kar kir û li gorî bernameya ku ji aliyê nivîsgeha avê ya şaredariyê ve hatiye amadekirin, dê biçin beşên xwe yên li gundan.
Li gorî Mihemed Salih, belavkirina avê bi sehrîcan di rojên pêş de bibe alîkar ji bo kêmkirina krîza avê li navçeyê û 70 gundên li derdora Şedadê.
Sehrîcên ku bi şaredariyê re peyman danîne, avê ji bîrên li gundên başûrê Hesekê dibin. Sehrîcên şaredariyê jî ku hejmara wan 5 e, dê avê ji stasyona parzûnkirinê ya li navenda navçeyê peyda dikin.
ANHA