Pirsa ku Mirin Çiye? dibe ji bo pir kesan, pirseke di rêzê de be û bersiv jî ev be; ‘Dema rih ji laş derdikeve ev kes dimire’. Lê belê eger em bêjin ka bifikirin, di jiyana we de ti kesê we nîne; an jî cîran, nas, dost, xweşvî, heval û malbat ; mirovên bê ku bi berjewendiya xwe bifikirin û deriyê xwe li we vekin, heta kesên berjewendîperest jî, we winda kirîne; kesekî ku we di jiyana xwe de qebûl bike û qedir û qîmet bide we nîne. Ango hûn li ser dinê bê qîmet, nirx û rûmet mayine. Gelo hûnê bikaribin bêjin, ‘em jiyan dikin’, an jî ‘em disa jî dikarin jiyan bikin’!
Em Kurd di vê pêvajoyê de pir gotina ku ‘em di pêvajoya hebûn û tinebûnê de ne’ bi kar tînin, lê em çeqas di rastiya vê gotinê de jiyan dikin, mijara lêpirsînê ye.
Hebûn(jiyan) rûmet e, nirx e, qedir û qîmet e. Eger xaka te, netewa te, şeref û namusa te, ziman, çand û diroka te nînbe, wê demê tu jî tineye. Eger tu wek koleyekî, ango amûrekî bê nav, bêhesibandin û tû jî li dijî vê yekê tekoşinekê neke, wê demê tu nikarî bêjî ez jiyan dikim, tu tûneyî ango miriyî.
Ji bo wê Kurdê tekoşer û bi rûmet dibêje em şerê hebûn û tinebûnê dikin. Lewra dizane ku eger şer neke wê her tiştê xwe winda bike, dema ku her tiştê xwe jî winda kir, ti wateya ku rih di laş de heye namîne. Ango Kurd ne miriye, ji ber ku şerê hebûnê dike, gelekî mirî nikare şer û tekoşînê bike.
Lê belê, cihê mixabiniyê ye ku Kurdê ‘jiyana mirî’ hilbijartiye jî heye û ev Kurde yê ku mala Kurdê bi şeref û rûmet xirab dike; li pêşiya hebûnê dibe kelem, dibe rûreşiya mirovayiyê. Eger em minakekê ji wan Kurdên ku di demekê nêzde herkes bûye şahidê jiyana wa ya mirî bidin, dibe ku wateya mirinê ya rast di hişê me de hê zelaltir bibe.
Di 31’ê Tîrmehê de QSD’ê, ragihandibû ku di çarçoveya “Operasyona Sondê” de sîxur û xayînên ku bi MÎT’ê re dixebitin û di şehîdxistina gelek şervan û hemwelatiyan de rol lîstine hatine girtin. Lixwemikûrhatina hinek ji van sîxuran, tevayî belge û daneyên sîxurtiyê yên ketine destê hêzên ewlekariy de di bernameya bi navê ‘Rûyên Veşartî’ ya Ronahî TV de, hate weşandin. Di xeleka yekê ya vê bernameyê de lixwemikûrhatina sîxurê bi navê Yûsif Osman Sîdo ku ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê ye û hevjînên wî hat weşandin.
Ew li ser xaka ku bi xwîna xweşk û birayên wan hatiye rizgarkirin, bûne sedema şehîdxistina şervan û fermandarên QSD’ê ku rêhevalên xweşk û birayên wan bûn.
Mixabin ev sîxure kurdin û malbatên wan walatparêz û xwedê şehîdên tekoşîna azadiyê ne…
Malbatên wan bi rêya çapemeniyê dengê xwe gihand gel û cîhanê ku ew wan zarokên xwe red dikin û di jiyana xwe de qebûl nakin. Herwiha dibêjin, divê ew bi cezayê herî giran bên darizandin.
Dayîka sîxurê bi navê Yûsif dibêje: “Ez dayîka Yûsif’im lê ew ne lewê min e, ew xayîn e, emîl e, dijmin e. Çi jê dikin bila bikin, ez heqê xwe ne li vê dinê, ne li wê dinê lê helal nakim. Ew birayê du şehidan bû… karê kirî ne karê mirovan e… ” Ez bawerim kê ev dayîke guhdar kiribe laşê wî cemidiye. Ji ber ku dayikek zûbizû ji bo zarokê xwe, parçeyê ji bedena xwe, wiha nabîje. Eger ji bo dayîkekê êdî jiyana zarokê wê bê wate bibe, êdî ew zarok bixwe miriye.
Mirina ku rih ji can derdikeve, di heqîqeta xwe de dewamiya jiyanê ye, ango mirov tine nabe, derbasî qonaxeke din ya jiyanê dibe. Lê dema mirov wek xayinên xak û gelê xwe bê şeref, namus, rûmet, qedir û nirx dibe, mirov rastî jî dimire. Ji ber ku ew kes ji hemû tiştên ku jiyanê pênase dike, bê par dimîne û tine dibe.
Tiştê ku kesan dibe xiyanetê ne malê dinêye, ma mirov qet dikare hebûna xwe bifiroşe. Tiştê ku kesan dibe xîyanetê, rihê miriye.
Sara Kerem