Darîn Silê/Dêrazor
Komîteya Tenduristiyê ya herêma Dêrazorê Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra ya ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatî roxandin, çeksaz dike û hewl dide rewşa tenduristiyê li herêmê pêş bixe.
Dema çeteyên DAIŞ`ê darbasî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bûn gelek xirabî û hovîtî li herêmê kirin. Li Dêrazorê jî ji ber êrişên çeteyan, gelek navend û nexweşxaneyên bajêr hatibûn roxandin. Yek ji wan Nexweşxaneya Giştê ya El Kesra ye, ku xirabiyên pir mezin tê de hatibûn kirin û amûrên wê hatibûn windakirin. Ji bilî wê jî, gelek nexweşxaneyên bajêr hatibûn roxandin. Piştî rizgarkirina bajar û derxistina çeteyan ji herêmê, welatiyên Dêrazorê pir zehmetî ji aliyê tenduristiyê ve dîtin. Herwiha gelê herêmê daxwaziya nûkirina Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra kir. Ji bo wê jî komîteya Tenduristiyê li ser daxwaziya gel, nexweşxane ji nû ve çaksaz dike, da ku di dema pêş de bikeve xizmeta gel.
Têkildarî sererastkirina Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra, Hevserokê Komîteya Tenduristiyê yê herêma Dêrezorê Mihemed Salim, ji rojnameya me re axivî û da zanîn ku armanca wan ya sereke pêşxistina rewşa tenduristiyê û xizmeta gelê herêmê ye.
Bandora şer li ser rewşa tenduristiyê
Mihemed Salim da zanîn ku şêrê 10 salan yê li herêmê, bandoreke pir mezin di aliyê derfetên tenduristiyê de kiriye û got, Dêrazor herêmeke berfireh e ku ji Cezrat heta Baxozê nêzî 300 km dirêj e. Ev şer bû sedema wêranbûna gelek navend, nexweşxane û kilînîkan. Ji bo wê jî wek Komîteya Tenduristiyê me biryar da ku tevayiya nexweşxaneyê di şer de hatibû hedefgirtin ji nû ve çaksaz bikin. Yek ji nexeşxaneyên ku niha tên çaksazkirin Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra ye.
Mihemed Salim wiha domand: “Me 462 hezar dolar ji bo sererastkirina Nexweşxaneya Giştî ya El Kesra terxandkirine, lê li gorî rûbera nexweşxaneyê kêm e. Çimkî nexweşxane pir mezin e û rûbera her qatê hezar û 875 m4 ye, ji bo wê jî emê qata yekê tenê çaksaz bikin. Herwiha got, dema ku ji bo çaksazkirinê hatiye hilbijartin 180 roj in, ji bo wê jî wê sererastkirin di dawiya vê salê de temam bibe.
`Armanc ew e ku nexweşxaneyeke navendî li bajarê Kesra çêbe`
Mihemed Salim diyar kir ku armanca wan ji çaksazkirina vê nexweşxaneyê ew e ku nexweşxaneyeke navendî li bajarê El-Kesra hebe û xizmeta gelê wê pêk bîne û wiha dom kir: “Ji bajarê El-Kerame yê rojhilatê Reqayê heta bajarê El Meamil, bi dirêjayiya 140-150 km, navendên xizmetê yên Tenduristiyê nînin. Ji bo wê pêwîstî bi çeksazkirina vê nexweşxaneyê hebû. Herwiha got, piştî çaksazkirinê wê nexweşxane bikeve xizmeta gel û pirsgirêka nexweşên deverê heta astekê bê çareserkirin.”
`Li nexweşxaneyê tedawî bêpere ye`
Mihemed Salim got, Nexweşxaneya El-Kesra nexweşxaneyeke navendî ye ku tevayiya beşên tenduristiyê tê de hene. Beşa hundir, ya jinan, zarokan, şûştina gurçikan, tedawîkirina fîzîkî, derûnî, emeliyat û beşa tedawîkirina lezgîn li nexweşxaneyê hene. Herwiha Mihemed bîr xist ku li nexweşxaneya El Kesra tedawî bêpere ye.
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya herêma Dêrezorê Mihemed Salim di dawiya axaftina xwe de got, wek komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê plana me ew e ku her 40 km nexweşxaneyek hebe. Da ku xizmeta gelê herêmê bi giştî bê kirin û gel neçarî nexweşxaneyên dûr nebe.