Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Rêber Apo çavkanya jiyana Azad e’

17/08/2022
in Uncategorized
A A
’Rêber Apo çavkanya jiyana Azad e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ebduhadî Ehmed: Ji ber ku Rêber Apo çavkanya jiyana Azad û kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navî ye, hêzên dagîreker li ser hebûna xwe xeter dibînin û di nava tecrîdeke giran de dihêlin.

Şaho Gabar / Qamişlo

15’ê Sibata 1999’an, bi komployeke navneteweyî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin û ji aliyê hêzên komploger ve radestî dewleta tirkî ya faşîst hat kirin. Ji ber ku Rêber Apo nûnertiya berxwedan, azadî û demokrasiyê ji bo gelên Rojhilata Navî bi giştî û gelê Kurd bi taybetî dike, dagîrkeran li ser desthilatdariya xwe xeter didît. Rêber Ocalan 23 sal in li girava Îmralî di tecrîdeke giran de ye.

Têkildarî mijarê Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebdihadî Ehmed ji me re axivî. Ehmed diyar kir ku dewleta tirkî bi konsepta şer re tecrîdek girankirî li Îmralî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne û wiha got: “Felsefeya Rêber Apo ji cîhanê tevê re bûye felsefeya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navî. Ji bo wê em gelê rojavayê Kurdistanê dibînin ku projeya çareseriyê ya Rêber Apo, li hemberî desthilatdaran alternative e. Ev felsefe û fikrê azad yê Rêber Apo, xeterê li ser berjewendiyên van sîsteman çêdike. Ji ber wê tevayiya hêzên navnetweyî di tecrîda rêbertiyê de hevkar in.”

‘Em hêza xwe ji projeya Xweseriya Demokratîk digirin’

Ehmed bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li hember tecrîda girankirî û wiha got: “Di dîrokê de tenê kesên ku fikrê wan xeterê li ser sîstemên dagîrkeriyê çêdike, tên girtin û bi cezayê giran tên cezakirin. Tecrîda li ser Rêber Apo jî ji bo wê tê kirin. Di demekê de ku gelên cîhanê li çareseriyê aloziya ku cîhanê dişewitîne digerin, Rêber Apo xistin nava tecrîteke bêdawî. Ji ber ku wî şêwazê çareseriya pirsgirêkan danîbû holê. Ev projeya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye danîn, mînaka wê bi projeya Rêveberiya Xweser re li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye rêxistinkirin û li seranserê cîhanê deng vedaye. Lê Tirkiye û dewletên hevkarên wê dizanin ku ev proje xeterê li ser planên wan yên li dijî gel, çêdike. Ji ber wê tecrîdeke girankirî li ser dimeşînin.”

‘Divê em li afirînerê felsefeya çareseriyê xwedî derkevin’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ebduhadî Ehmed bang li gelên herêmê kir ku li rêberê mirovayiyê xwedî derkevin. Herwiha da zanîn ku projeya Netweya Demokratîk  çareseriya  pirsgirêk û qeyrana cîhanê giştî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Projeya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk, gavbigav di şoreşa rojavayê Kurdistanê de pêk tê. Ev jî bi xwe re projeya sîstemên sermayedar bin dixe. Ji bo azadiya Rêber Apo divê her kes xwe berpirs bibîne. Rêber Apo ne yek ji yekan e. Ew xwediyê nirx û felsefeyekê ye. Eger em bixwazin ji vê qeyrana heyî derkevin divê em li afirênerê felsefeya çareseriya vê qeyranê xwedî derkevin. Em gelê rojavayê Kurdistanê di gelek mijaran de deyndarên Rêber Apo ne.”

 

 

Post Views: 37
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.