Emîna Bîrem diyar kir ku ji bo têkbirina dagîrkeriyê amade ne û got, Hêzên navneteweyî li ser xwîna gelan bazarê dikin. Dewleta tirkî jî li ser tevayiya herêmê xeter e û yekîtiya gelan tenê dikare vê xeterê ji holê rake.
Mihemed Xanim /Şahba
Ji destpêka şoreşa Rojava ve dewleta tirkî ya dagîrker bi riya çeteyên DAIŞ’ê êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Piştî têkçûna DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê, Tirkiye bixwe êriş dike. Dewleta tirkî û çeteyên wê di dema êrişên dagşrkeriyê yên li ser Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê de li dijî sivîlan bi dehan komkujî kirin. Niha jî bi teybetî kesayêtên walatparêz û fermandarên li dijî DAIŞ’ê şek kirîn û serkeftin bi dest xistîn, dike amanc. Li ser gef û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên Rêvberiya Xweser, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Emîna Bîrem ji me re axivî.
Emîna diyar kir ku dewleta tirkî bi êrişan dixwaze îradeya gelên herêmê bişkîne û wiha got: “Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dewam dikin, lê her dem şêwazên êrişên xwe diguherîne. Ev demek e ku dagîrkerî bi balafirên bêmirov êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike û welatî, kesayetên welatperwer û berxwedêrên Rojava dike amanc. Li hemberî van kiriyarên nemirovî, hêzên navneteweyî bêdeng in û em vê bêdengiya wan şermezar dikin.”
‘Pêngava Sondê rima di dilê xayînan de ye’
Emîna da zanîn ku gelên herêmê heta dawî piştgiriya QSD’ê dikin û wiha got: “Piştî êrişên dagîrkeriyê yên dawî, QSD’ê li dijî xayşn û sîxuran Pêngava Sondê ragihand. Armanca vê pêngavê parastina gelên herêmê ji êrişên bêexleq yên dewleta dagîrker e. Ji bo wê divê gelên herêmê piştgiriya QSD’ê bikin da tevayiya xayîn û sîxurên dewlata tirkî ya dagîrker werin cezakirin. Ne sîxurên dewleta tirkî tenê, sîxurên rêjima Şamê, Rûsya û Îranê jî li herêmên me hene. Ji ber wê divê gelên herêmê hişyar bin û ji bo eşkerekirina van kesan alîkariya QSD’ê bikin.”
’Rûsya, Îran û Tirkiyê li dijî vîna gelan lihev kirin e’
Emîna bal kişand ser civînên di navbera Rûsya, Îran û dewleta tirkî yên derbarê êrişên Tirkan yên ser herêmê û wiha got: “Dibe ku Rûsya û Îranê di civînên dawî de, êrişên Tirkiyê yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê êrê kiribin. Lê dagîrkerî li gorî demê, xwe amade dike û dibe ku êrişeke berfereh bike. Tirkiye dixwaze di binê navên cuda yên wekî Mîsaqa Milî û Herêma Ewle de, projeyên xwe yên dagîrkirinê pêk bîne.”
’Hêzên navneteweyî li ser xwîna gelan bazarê dikin’
Emîna da xuyakirin ku hêzên navnetewyî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî çavê xwe digirin û li hemberî kiryarên Tirkiyê xwe bêdeng dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tikiye dixwaze pirsgirêkên xwe yên hundir derxe derveyî sînorê xwe û bi sloganên şofînîst dixwaze gelên Tirkiyê bixapîne. Dagîrklerî di nava mehekê de li her derê komkujî kirin. Welatiyên Iraqî li Zaxo kirin amanc û gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da. Herwiha fermandarên YPJ’ê ku di şerê DAIŞ’ê de pêşengî kiribûn, kirin amanc. Li Zirganê ya girêdayî bajarê Til Temir êrişeke hovane kir û di encamp de hin welatî şehîd û birîndar bûn. Herwiha li Qamişlo zarok û hêzên Erka Xweparastinê kirin amanca êrişên xwe û du zarok şehîd bûn. Tevî ku dagîrkerî gelek komkujiyan dike jî, Rûsya û Amerîka ji bo berjewendiyên xwe bêdeng in. Hêzên navneteweyî li ser xwîna gelan bazarê dikin. ”
’Wê rêxistinbûna gelên herêmê şkandina dagîrkeriyê teqez bike’
Endama Meclisa Giştî ya Pratiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîna Bîrem bang kir ku gelên herêmê, partiyên siyasî û rêxistinên civakî li ser bingehp Şerê Gel yê Şoreşgerî xwe xurt bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji gelên herêmê tê xwestin ku xwe birêxistin bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Li ser bingehp Şerê Gel yê Şoreşgerî, xwe ji êrişên demdirêj re amade bikin. Ji her kesî tê xwestin ku tevlî têkoşîna rûmetê bibe. Lewra ji bilî jiyaneke azad li ser xaka xwe, li ti derên cîhê jiyanê ji me re nemaye.”