Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rizgarkirina Minbicê ji bo jinan bû werçerx

14/08/2022
in Uncategorized
A A
Rizgarkirina Minbicê ji bo jinan bû werçerx
Share on FacebookShare on Twitter

Sanaa Receb ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar ma ji Minbicê derkeve û dema hat rizgarkirin vegeriya, niha di Koma Jinan ya Zenûbya de ji bo nûnertiya gelê Çerkes dixebite.

Dema ku DAIŞ’ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir, jinan rastî gelek hovîtiyan hatin. Ji ber hovîtiya ku hatiye jiyîn, gelek kesên ku xwestin xwe, malbat û nasnameya xwe biparêzin, neçar man vê derê biterikînin û koçî cihên din bikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ji bo rizgarkirina Minbicê dest bi pêngava rizgarkirina Minbicê kir. Piştî berxwedana 73 rojan Minbic hate rizgarkirin. Piştî vê tevgerê gelek kesên ji Minbicê koçber bûne vegeriyan malên xwe. Rizgarkirina Minbicê ji bo gelek jinan bû xala werçerxê.

“Li pêş çavên me sê xort serjêkirin”

Sena Receb a 36 salî diyar kir ku DAİŞ’ê bi rihên dirêj û kincên reş ket bajêr û wiha pê de çû: “DAİŞ’ê di mizgeftan de gazî dikirin ku ew ehlê heqîqetê ne, lê piştî demekê rastiya wan a hovane hat keşfkirin. Xelkên bajar îcbar dikirn ku yasayên wan cîbicîbînin û destwerdan di kar û barên jinan de dikirin. Min qet nedixwest ku ji Minbicê derbikevin ji ber ku bajarê min e, lê em neçar bûn. Rojekê DAİŞ’ê gazî me hemûyan kir û ji me xwestin ku em biçin qadekê ji qadên Minbic, dema em çûn li pêş çavên me sê xort serjêkirin. Carekê jî ez ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve rastî lêdanê hatim bi hinceta ku cilên min ne li gorî şerîetê ne.”

“Hewl dan min bi çeteyekî DAIŞ’ê re bizewicînin”

Sena Receb anî ziman ku derketina jinan ji malê bêyî mehrem yek ji sedemên girtina jinan bû û wiha axivî: “Ez bi rêya nexweşiya kurê xwe ji Minbicê derketim, lê bi min re mehrem tune bû ji ber vê yekê ez çûm navenda Hisba ji bo wergirtina destûra derketina ji derveyî bajar li gorî qanûnên DAİŞ’ê. Ji min xwestin ku ez emîrê DAİŞ’ê bibînim. Emîrê DAİŞ’ê pêşniyar kir ku ew ê ji min re mehremekî peyda bike da ku kurê xwe îlac bikim lê bi şertê zewaca min bi yek ji çeteyên DAİŞ’ê re. Rêbazê wan ên danûstendinê tirsank bû.”

“Nasname û zimanê me li ser me bûbû bar”

Sena Receb eşkere kir ku wê nasnameya xwe ya Çerkes înkar kir û wiha got: “Gelek ji wan digotin Çerkes ne misilman in û ji olê dûrketine û qirkirina wan rewa ye, ji ber vê yekê min di gelek rewşan de digot ez ereb im, me nasnameya xwe vedişart. Nasname û zimanê me li ser me bibû bar. Ev rewşa hemû şêniyên Minbicê bû, çi Çerkes, çi Kurd û çi Tirkmen be.”

“DAIŞ dijminê jinan e”

Sena Receb anî ziman ku piştî çar rojan ji rizgarkirina bajarê Minbicê ew vegeriya bajar û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di destpêka rizgarkirinê de tirsa paşmahiyên DAİŞ’ê hebû, lê hewldanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hêzên Sûriyaya Demokratîk ji bo rakirina paşmahiên wan mezin bûn û vê yekê ewlekarî da min ku ez li kolanên bajarê xwe bigerim. Dema ez vegeriyam mala min wêran bibû. Beriya ku DAİŞ’ê êrîşî me bike min wêneyên jinan xêz dikir, piştî rizgarkirinê dema ez vegeriyam malê min dît DAİŞ’ê hemû rismên min ên jinan qetandine û gotinên nexweş li ser wan nivisandibûn. DAİŞ’ê dijminê her tiştî ye, bi taybet dijminê jinan e.”

“Daxwaza azadiya jinan dikim”

Sena Receb bilêv kir ku pişî rizgarkirina bajarê Minbicê ew bû endama Kombûna Jinên Zenûbiya û wiha axivî: “Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê ji bo me bûyereke mezin e, ji ber ku em ji rezîltiyê rizgar bûn û em hêvîdar in ku bajarê Minbicê di warê ewlehî û aramiyê de wek xwe bimine.”

JINHA/ Minbic

Post Views: 36
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’
NÛÇE

‘Mîrasa Şehîdên 18’ê Gulanê Îradeya Kongreya 12’emîn e’

18/05/2025
‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.