Rojnameya Ronahî

‘Tecrîda li ser Rêberê me, li dijî pîvan û rêgezên mafên mirovan e`

Têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan jinên bajarê Kobanê diyar kirin ku di nava tecrîdê de, tecrîdeke girantir heye û wiha gotin: `Tecrîda li ser Rêberê me, rêberê gelê aştîxwaz li dijî pîvan û rêgezên mafên mirovan e.`

 

Rêber Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê di bin şert û mercên giran yên tecrîdê de tê girtin. Parêzer û malbata wî hertim ji bo hevdîtinê serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin, lê belê ev serlêdan her tim bê bersiv dimînin. Têkildarî mijarê jinên li Kobanê ev nirxandin kirin.

 

‘Girtina Serokê me nayê wateya, dikare ramanên wî ji nav me derxîne’

 

Ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê, Zozan Emîn Mislim, di destpêka axaftina xwe de behsa tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha lê zêde kir: “Ev 24 sal in tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan tê meşandin. Dewleta tirk Serok Apo, ji her tiştî dûr xistiye. Nahêle kes derbasî cem wî bibe û li rewşa wî pirs bike. Her wiha parêzerên wî dîsa jê qut kirine, ji her tiştî pêpar hiştiye. Dewleta tirk dijmin e, yanî deqeyekê vala namîne. Bila baş bizanibe ku girtina Serokê me nayê wateya ku dikare fikir û ramanên wî ji nav me derxîne.”

 

‘Dewleta tirkî nikare welatê me, dagîr bike’

 

Zozanê di dawiya axaftina xwe de bang li Rêxistinên Mafên Mirovan û Aliyên Berpirsiyar kir ku êdî rê li ber van kiryarên dewleta tirk bigirin û wiha dawî lê anî: “Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser fikir û ramanên Rêber Apo dijî. Wê dewleta tirk jî her tim di nava xewn û xeyalên xwe de bimîne. Ji ber nikare welatê ku bi xwîna 11 hezar şehîdan hatiye avdan, dagir bike. Dewleta tirk wê nikaribe armanca nûjenkirina împaratoriya Osmaniyan pêk bîne.”

 

‘Di nava tecrîdê de, tecrîdeke jê girantir çêdibe’ 

 

Ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Nisrîn Îbo bi lêv kir ku di nava tecrîdê de, tecrîdeke jê girantir çêdibe û wiha pê de çû:” Tecrîda li ser Rêber Apo, bi rastî ne tecrîdeke hindik e, ev tecrîd gelekî giran e. Ji ber di nava tecrîdê de, tecrîdeke jê girantir çêdibe.

Her wiha rewşa wî ya tendirustiyê nayê zanîn ka bi çi rengî diçe. Dewleta tirk tecrîda xwe li ser Rêberê me ferz kiriye. Di heman demê de jî êrîşên xwe, li ser Rojavayê Kurdistanê bi rê û rêbazên cuda, dide meşandin.”

 

‘Em ê azadiya Rêberê xwe mîsoger bikin’

 

Nisrînê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew weke jinên kurd dê bi berxwedan û têkoşîna xwe de van gef û kiryaran têk bibin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan mîsoger bikin û wiha got: “Em tu carî ranawestin, çi kar ji me bê xwestin em  ê bi wî karî rabin. Em qebûl nakin ên dagirker welatê me dagir bikin û serokê me ji mafên wî bêpar bihêlin.”

 

‘Li şûna gelê herêmê, hêza xwe ya dagîrker bi cih dike’

 

Xwendekara Zanîngeha Kobanê Mihabat Ebdî jî wiha got:”Rewşa niha rewşeke pir zehmet û cidî ye. Her kes dibîne rewşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava gef û topên dewleta tirk de maye. Ev ne cara yekê û ne ya dawiyê ye jî. Dewleta tirk her tim bi van şêweyên êrîşan dixwaze gel ji herêmê derxîne û hêza xwe ya dagirker li şûna gelê resen bi cîh bike. Hema ev êrîş û hewldanên qirkirinê li ber çavên tevahî cîhanê tê kirin. Lê tu dewletên garantor di vê mijarê de, li van deveran xwe berpirsiyar nabînin.”

 

‘Tecrîda li ser Rêberê me, li dijî pîvan û rêgezên mafên mirovan e’

 

Mihabat di dawiya axaftina xwe de daxuyand ku her tişt li ber çavên dewletên ku xwe berpisiyar dibînin, dibe û wiha dawî lê anî: “Hemû cîhan gef û kiryarên dewleta tirk a li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, dibîne. Her wiha ev tecrîda li ser Rêberê gelê aştîxwaz tê meşandin li dijî pîvan û rêgezên mafên mirovan e.

 

JINNEWS