Rojnameya Ronahî

‘Li dijî şer, zext û dagîrkeriya li Kurdistanê bi nivîsa xwe dibim bersiv’

 

Hevseroka Pena Kurdî Anîsa Caferîmehr têkildarî heskirina xwe ya ziman û wêjeya kurdî dibêje: “Ji bo vê heskirinê ez 2 caran ji aliyê rejima Îranê ve hatim girtin. Ji ber gef û zextên li ser me em koçberî Almanya bûn. Çi dibe bila bibe divê em zimanê xwe bijînin û pêşve bibin. Li vir jî di PENa Kurdî de em xwe pêş dixin û hev pêş dixin.”

 

Navenda PENa Kurd kongreya xwe ya 11’emîn roja 9’ê Tîrmeha 2022’yan li bajarê Oldenburgê yê Elmanyayê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anî. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye” pêk hat û Anîsa Cehferîmehr û Omer Fîdan weke hevserokên PENa Kurd hatin hilbijartin. Anîsaya di biçûkatiya xwe de dest bi  wêjekariya kurdî dike, di wê oxirê de berdêlê dide. Anîsa qala rêwitiya xwe ya wêjekariyê ya heta hevserokatiya PENa Kurd dike.

 

Ji ber nivîskariyê tê girtin

 

Anîsayê ji bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Bi devoka Kelhurî diaxive. Zanîngeha wêje û zimanê Îngilîzî qedand û mastira xwe jî li bajarê Sîne di zangîngeha zimanzaniyê de qedand. Di pêvajoya xwendina zangîhehê de û piştî wê ji bo ziman û wêjeya kurdî xebatên berfirehtir dide meşandin. Di kovaran de helbest û nivîsên wekî din, dinivîse. Di kelhurî û devokên din ên zimanê kurdî de xwe pêş dixe. Lewra ji ber nivîsên wê yên kurdî ji aliyê rejîma Îranê ve 2 caran tê girtin. Piştî zext û gefên rejîma Îranê Anîsa bi piştgiriya PENa Elmanyayê koçberî Elmanyayê dibe.

 

‘Kurdbûn sûcê siyasî tê qebûlkirin’

 

Anîsayê li ser zextên rejîmê axivî û wiha pê de çû: “Li gorî wan ji bo girtin û zextê tenê pêwîst nake tu siyasetmendarek muhalîfê rejîmê bî. Ji wê zêdetir nasnameya te ya Kurdbûnê ji têr dike. Ango tu bi zimanê xwe biaxivî û bi zimanê xwe xebatê bidî meşandin hîn zêdetir dikevî berçav. Kurdbûn jî karekî siyasî tê hesibandin. Rejîma yekperest jixwe ji derveyî ziman û nasnameya xwe, zimanekî din û kesekî din qebûl nake. Li dibistanan tu kes nikare bi zimanê Kurdî biaxive û perwerdeyê bibîne. Dema li ser kovarê min girtin ji min re bi eşkere gotin nabe tu li ser ziman û wêjeya kurdî bixebitî. Di girtîgehên Îranê de îşkence pir e lê belê li ser min jî, ji îşkenceya fîzikî zêdetir zextek derûnî hate meşandin. Ji bo astengkirina xebata me çi ji destê wan tê, dikin. Lê li dijî şer, zext û dagirkeriya li Kurdistanê bi nivîskariyê dibim bersiv.”

 

‘Di girtîgehê de jî min berdewam kir’

 

Anîsayê dibêje ew dizanî dema ji bo zimanê kurdî xebatê bike wê were girtin an jî zext li ser werin pêkanîn. Anîsayê wiha berdewam kir: “Min rûxmê wan zextan dest bi xebatê kir. Tiştê bandor li min dikirin jî qedexe bûn. Zimanê me kurdî bû lê li dibistanan qedexe bû. Eleqeya min ji zarokatiyê ve li ser wêjeya kurdî hebû lê belê digotin, hûn nikarin bi zimanê xwe berheman derbixin. Ev yek min bêhtir hêrs dikir. Li dijî qedexeyan, em hewl didin bi xebatên xwe bibin bertek. Di girtîgehê de jî min nivîsên xwe yên wêje û helbestan da berdewamkirin.”

 

‘Ez dixwazim bi devoka Kelhorî perwerdeyê bidim’

 

Anîsayê ya bi hevjînê xwe re xebatên ziman li Elmanyayê didin berdewamkirin wiha lê zêde kir:”Ez bi hevjînê xwe re li ser kovar û antolojiyê dixebitim. Berhemê me yê dawî ji berhevkirina berhemên 54 nivîskaran pêk tê. Ev antolojiya çîrokan bi 6 zaravayên zimanê Kurdî hatiye çapkirin. Niha jî li ser roman û çîrokan em dixebitin. Ez hewl didim di zaraveyê kelhûrî de xwe pêş bixim û perwerdeyê bidim. Li her çar parçeyên Kurdistanê êrişên bişaftina zimanê kurdî di pêş de ye. Ji ber wê jî erka me ye ku em zaraveyên xwe, zimanê xwe biparêzin. Divê ji bo pêşvebirinê çi ji destê me tê em bikin.”

 

‘Di PENa Kurd de cihê jinê diyar e’

 

Anîsayê herî dawî qala PENa Kurd dike û wiha dibêje: “Nêzî 150 welatên cîhanê xwedî pen in ku PENa Kurd jî yek ji wan e. Ez jî niha endama PENa Kurd û PENa Elmanyayê me.  Armanca penê xebatên li ser ziman û pêşvebirina zimanan e. Li dijî gef û zextên li ser ziman û zimanzanan dibe asteng. Kongreya me ya dawî jî bi beşdarbûna gelek nivîskarên ji her deverê hatine re pêk hat. Li gel ku serketî derbas bû me encamên baş jî girt. Pêwîst e eleqeya ji bo PENa Kurd hîn zêdetir bibe. Nivîskar divê beşdar bibin, PENa Kurd bi hêz bikin û xebatên xwe jî pêşve bibin. Ya herî girîng jî li dijî şerê li Kurdistanê tê jiyîn em jî bibin deng. Divê em bi nivîsên xwe jî cîhanê agahdar bikin.”

 

Anîsayê herî dawî jî wiha got:” Di serî de em bi sîstema hevserokatiyê xwe bi rê ve dibin. Ev tena serê xwe jî cihê jinê diyar dike. Di asta rêveberiyê de zêdetirînê xwe jin cih digirin. Pêwîst e jin jî bêhtir bi eleqe bin û xwe beşdar bikin.”

 

JINNEWS