Rojnameya Ronahî

Di siyaseta bêpîvan de xeta sor nîne

Memed Serdar

 

Hêzên desthilatdar ji bo gihîştina armancên xwe ti pîvan û rêgezên exlaqi nas nakin. Du hêzên dijber yên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe, 24 seetan dikarin bibin dost. Yan jî du aliyên dostên dîrokî ji bo berjewendiyên qirêj dikarin bibin dijminên sedên salan.

Bi taybetî dema mijar dibe Kurd hêzên herêmî û navnetevi tev nakokiyên xwe yên dîrokî datînin aliyekî û ji bo Kurd destkeftiyeke piçûk jî bi dest nexin, derfetên xwe tevan seferber dikin. Li gorî pêwîstiyên xwe tev hewl didin Kurdan ji bo xwe bi kar bînin. Yên ji bo bazareke piçûkk, bi hesanî û bi erzanî tên firotin Kurd in.

Di dîroka nêzîk de, têkiliyên Sûriye û Tirkiyê gihîştibûn asteke wisa ku civîna hevbeş ya weziran dihat lidarxistin. Li hemberî Kurdan lihevkirineke bêsînor hebû. Ev lihevkirin herwiha bi peymana Adana hatibû fermîkirin. Ev rewş heta şoreşa 19’ê Tirmehê hat domandin.

Pişt re bi navê “Bihara Ereban” destwerdana hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navî, bi taybetî li Sûrî, bi berjewendî û plansaziyên mezintir, ew lihevkirina Adana bêwate kir. Ew dostayiya li ser bingehê dijîtiya Kurdan hatî avakirin bû dijberî, gef xwarin û rasterast dijminyiya hev.

Aliyê tirkî bi piştgirî û desteka NATO di daxuyaniyên xwe de digot, piştî 3 rojan emê nimêja Înê li Mizgefta Emewî bikin. Lê digel ewqas alîkarî û desteka bêsînor ya NATO, ji ber ku hêza pêkanînê ya tirki di meydanê de çete, talanker, dijminê namûsê bermayiyên DAIŞ’ê bûn, nikarî bigihe armanca xwe.

Di wê navê de aliyê tevgera azadiyê ya Kurdî weke ku aliyên siyasî difikirîn, tevlî aliyekî aloziyan nebû. Xwe bihêz kir û şoreşa xwe ava kir. Roj bi roj di her alî de xwe birêxistin kir. Sîstema xwe ya civakî û parastinê xurt kir. Xwe wek terefê 3’yan birêxistin kir û heta asteke bilind têkoşîna xwe ya ji bo azadiya gelan bi cîhanê tevê da nasîn.

Siyaseta dewleta tirkî ya dagîrker ya bi destê `dijberên rejima Sûrî` di parçekirina Sûrî bi ser neket. Herî dawî ev hewldan bi civînên Cênêv û Astana xetimî. Dema li ser parçekirina Surî kar dihat kirin, hesab li ser aliyê Kurdî nedihat kirin. Di civînên Cênêv û Astana de Kurd tine hatin hesabkirin. Lê asta pêşketinên leşkerî, dîplomasî û civakî, di serî de dewleta tirkî ya dagîrker, hêzên din yên li Sûrî xwedîhesab, tev tirsandin.

Rewşa dawî ya `mûareda Sûrî û asta pêşketina Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrî di civîna NATO ya Hezîranê de hat nirxandin û weke her car erkê destwerdan û astengkirina herêmên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûrî, dan dewleta tirkî ya dagîrker. Dewleta dagîrker jixwe vî erkî bi dilxwazî dike. Lê dema erkdarkirin fermî be, tê wateya vekirina tevayiya deriyan.

Herwiha nakokiyên xwe yên hundir û şerê xwe yê li hemberî tevgera azadiya Kurdî jî, bi destek û alîkariya NATO heta roja îro da meşandin. Lê encama şer ya rojane diyar dike ku digel bikaranîna çekên qedexekirî li wir jî xetimiye.

Eger baş bê şopandin, piştî civîna NATO civîna Tehran û Soçi li ser daxwaziya dewleta tirkî dan pêş.  Daxwaziyên dewleta tirkî ya dagîrker her çiqas tev pêk nehatibin jî, di her civînê de tawîzeke piçûk girtiye.

Niha gelek aliyên siyasî pirsa encama civîna dawî ya Soçî û piştş civînê pirbûna êrişên dewleta tirkî ya dagîrker dikin. Geşadanên piştî civîna Soçî diyar dikin ku li Soçî dewleta tirkî, ji bo çareserkirina xetimîna xwe, ji hin xetên xwe yên sor gav paş ve avêtiye. Wisa xuya dike ku siyaseta xwe ya li dijî Sûrî guhertiye. Ew dewleta ku dewleta Sûrî bi fermî nas nedikir û bi nimêjkirina li Mizgefta Emewî gef dixwarin, niha bang li Sûrî dike ku careke din li hemberî Kurdan li hev bikin. Li gorî çavkaniyên rûsî jî mohrkirina peymana Adana ya 2’yan tê gotûbêjkirin.

Ji bo ku Kurd nebin xwedîstatû dewleta tirkî ya dagîrker derfetên xwe tev seferber kirine. Li ser vê mijarê berî çend rojan wezîra malbatê û xizmeta civakî ya dewleta tirkî Derya Yanik got, “em bi tevayiya hêza xwe ya dîplomatîk û leşkerî hewl didin ku Kurd nebin xwedîstatû”. Ji bo pêkanîna vê armancê di her qadê de êrişî Kurdan dikin.

Her civîna bi hêzên navneteweyî re daxwaziya sereke ya dewleta tirkî, destûra êrişa ser herêmên Rêveberiyê Xweser e. Eger ev daxwazî pêk neyê jî qet nabe ji bo êrişên bi balafiran yên ser sînor çavên xwe bigirin. Wisa xuya dike ku di her civînê de yek ji van daxwaziyên wê pê tê.