Rojnameya Ronahî

Di Islamê de mafê xweparastinê

Hafiz Ahmet Turhalli

 

Islam, ji bo ku ji mirovan re aramî, huzura dinya û axretê bide nasandin, jiyanê xweştir û biwatetir bike, bi pêşengiya Pêxember SXL hatiye teblîxkirin û di serdema Pêxember de hatiye cîbicîkirin. Ji îtîqadê bigire heta her hêla jiyanê ya bingehî, Islam xwedangotin û xwedanpîvanan e. Pîvanên ola Islamê, Qur’ana pîroz, ango wehî, aqil û kiryarên Pêxember hz Muhemmed in. Divê misilmanên rast li gorî van pîvanan xwediyê liv û tevgerê bin. Lewre ol ne çîrokên xeyalî, ne jî daxawziyên desthilatdaran e. Li gorî pîvanên olê destnîşan kirine, divê pirsgirêkên bawermendên Islamê werin destgirtin û çareserkirin. Pirsa xweparastin û berxwedanê ji bo mafê mirovan, wek parastina jiyana mirovî, ya saman, ya berdewamkirina neslê, ya aqil û baweriyê, wek tişta herî pîroz di her ola semawî de hatiye destnîşankirin.

Ji van pênc tiştan re tê gotin, pêncên pîroz.

Êrîşa ser canê mirovan yan kuştin, wek mezentirîn guneh di Tewrat, Incîl û Qur’anê de hatiye bicîkirin.

Di Qur’ana pîroz de beramberî kuştinê qisas hatiye bicîkirin. ‘Gelî bawermendan ji bo kuştinê qisas li ser we hate nivîsîn’.

(Beqere 178)

‘Di Tewratê de me li ser wan ev nivîsî: Li hemberî can can, li hemberî çav çav, li hemberî bêvilê bêvil, li hemberî gu guh, li hemberî didan diran tê qisaskirin. Ji birîndarkirinêre jî qîsas heye’.

(Maîde 45)

Parastina van pênc tiştên me li jorê pênase kirîn, di jiyana dinya û axretê de wek zarurîyet tê dîtin. Dema ev pênc tişt di civakekê de pêk neyên di civakê de rizîn û belavbûn dest pê dike. Ola Islamê di civakeke misilman de parastina van tiştan zaruriyet pênase kiriye. Tu nikarî li ser navê olekê yan jî tiştekî ziyanê bigihînî van pênc pîroziyan.

Tu nikarî dest daynî ser samanê kesekî yan jî bidizî.

Hevalekî Pêxember SXL vê pirsê jê dike: Ya Pêxemberê Xwedê eger yek bixwaze malê min ji min bistîne, ez çi bikim?

– Malê xwe nede.

-Eger êrişî min bike?

-Tu jî êrişî wî bike.

-Eger min bikuje?

-Tu şehîd î.

-Eger ez wî bikuji?

-Ew diçe dojehê.

Parastina aqil, ji ber wê madeyên hişbir, alkol hatine heramkirin. Bi lîstina aqul yan xapandin gunehên mezin di Qur’anê de hatine pênasekirin. Çawa tiştên hişbir hatine heramkirin, xapandina mirovan û civakê jî gunehekî mezin hatiye cîbicîkirin.

Pêxember SXL: Kî me bixapîne ew ne ji me ye.

Ti kes nikare di meseleya olê de jî zorê li kesekî din bike. Ol meseleyeke hilbijartinê ye. Pêxember sirf teblîxê dikin, mafê ti kesekî nîne ola xwe bi ser kesekî de bisepîne, bi zorê dewetê olê yan jî hişmendiya xwe bike. Di vê derbarê de jî bi dehan ayetên Qur’anê hene. Derbarê parastina neslê de jî gelek ayet hene.

Sed heyf û mixabin, ola Islamê jî hatiye berûvajîkirin. Îro ev tiştên ku parastina wan pîroz e, herî zede di cihana Islamî de tên binpêkirin. Kuştin, destdanîna ser saman, lîstina bi aqil, tinekirina nesebê û bi zorê sepandina olê.

Îro tiştên pîroz yên Kurdan tev tên tinekirin. Li ser Kurdan tevan ferz e parastina van tiştên xwe yên pîroz bikin. Canê me, malê me, aqilê me, neseba me û ola me di binê êrişê de ne. Parastina wan li benda me ye.