Rojnameya Ronahî

Şerê gel yê şoreşgerî: Bi sedan kobanî perwerdeya destwerdana lezgîn dibînin

Di çarçoveya rewşa awarte de ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker ragihandiye, bi sedan şêniyên kantona Kobanê beşdarî perwerdeya destwerdana lezgîn bûne.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Di çarçoveya rewşa awarte ya ku Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ragihandiye de, saziyên tenduristiyê di nava tiv û tevgerê de ne. Li herêma Firatê Heyva Sora a Kurd û nexweşxaneyên taybet dewreyên perwerdeyê yên destwerdana lezgîn ji şênî, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên herêmê re vekirine.

Armanca van perwerdeyan ew e ku hejmareke zêdetir ji şêniyan li ser destwerdana lezgîn perwerde bikin.

Heyva Sor a Kurd a herêma Firat gelek navend vekirin û tê de waneyên li ser destwerdana lezgîn didin.

Heyva Sor a Kurd beriya çend rojan perwerdeyeke ji endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên herêma Firat û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Sirînê re vekir.

Di heman demê de li nexweşxaneya Emel a bajarê Kobanê û Heyat a Sirînê, dewreyên perwerdeyê yên destwerdana lezgîn berdewam in. Perwerde ji qonaxa teorîk derbasî qonaxa piratîkî bûye. Tê payîn ku wê hefteyekê dewam bike û bi zêdebûna elaqeya şêniyan bi wan perwerdeyan re,  dewreyên din werin vekirin.

Çavdêrê beşa Destwerdana Lezgîn a Heyva Sor a Kurd a herêma Firat Ebdî El-Elî diyar kir ku armanc ji van perwerdeyan ew e ku bersiva rewşa awerte ya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ragihandiye, were bicihanîn û şêniyan fêr bikin ku di dema êriş û rewşên awarte de çawa jiyana welatiyan xilas bikin.

Têkildarî waneyên ku têne dayîn, El-Elî wiha domand: “Perwerdeyên me tenê di çarçoveya rawestandina xwîna birîndaran, mijûlbûna bi kesên ku ji hişê xwe biçin û rewşên şikenandin re sînordar e.”

Endamê rêveber ê Akademiya Şehîd  Emgîhan Cûdî ya Herêma Firat Silêman Silêman perwerdeya destwerdana lezgîn weke gaveke girîng bi nav kir û got: ”Bi vê yekê em dikarin destwerdana lezgîn bikin eger hat xwestin. Em gelekî kêfxweş in ku em fêrî karekî bûn ku ji bo me nû bû.”

Silêman bang li şêniyan kir ku bi aweyekî mezintir tev li perwerdeyên destwerdana lezgîn bibin ji ber ku ji bo wan û jiyana wan hatiye vekirin.

ANHA