Rojnameya Ronahî

Lembeya kesk ji bo tinekirina Kurdan her pêketî ye

Fener….

 

Idrîs Henan

Îro têkoşîna gelê Kurd ya azadî û serxwebûnê, di hestiyartirîn qonaxa xwe ya serkeftinê de ye. Gelên azadîxwaz bi pêşengiya têkoşîna tevgera Kurdan ya azadî û demokrasiyê, ji her demê pirtir nêzî serkeftinê bûne. Di şexsê xebata hevpar ya gelan de, nirxtirîn destkeftiyên Neteweya Demokratîk bi dest dikevin û her çand li ser koka xwe şîn dibe.

Ji ber vê tevgera gelan ya azadiyê û israra jiyana birûmet, dijminê mirovayiyê û Kurdan ketiye nava taya mirinê û êrişên xwe berfirehtir kirine. Hewl dide wan destketiyên gelan têk bibe û sîstema wan ya xwebirêvebirinê jî tine bike.

Di encamê de, paralelî xeta êrişkar ya dagîrkeran, careke din xeta xiyanetê çalak bûye û 6’ê vê mehê, li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo bi şehîdbûna Endamê Meclisa Rêveberiya Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Rêzan Cawîd (Yûsiv Rebanî) re, gihat lûtkeyê. Ango bi şehîdbûna Rêzan Cawîd û bi dehan zarokên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re diyar dibe ka xeta xiyanetê çiqas noqî çala celad û dagîrkeran bûye. Di heman wextê de, tiştên me ji bav û kalan dibihîstîn yan me di pirtûkan de xwendîn, pir bi zelalî diyar dibe ku tevî berbelavî û dijberiya berjewendiyên dagîrkeran, di qirkirina gelê me de heman fikir in.

Em li gotina mezinên xwe ya “rih bibe bost, dijmin nabe dost” çend metroyan jî zêde bikin, dijminê bêesil qet nabe dost. Yê ji wî tirsnaktir jî, dijminê hundir yê bêkok û bê heysiyata neteweyî ye ku dikare ji bo çend qurûşan rûmeta xwe bifiroşe.

Çawa berê, îro jî derbasdar e; serfermandarê têkoşîna azadiyê, gerîla û fermandarê gewre, Mahsûm Korkomaz (Egîd) digot; rêya yekane ya azadî û xilasiyê ya gelê me, li dijî faşîzmê, avakirina eniya berxwedanê ya hevpar û yekgirtî ye. Bi çalakiyên hevbeş yên hêzên şoreşger, demokrat, pêşverû û neteweyî, dikare eniya faşîzmê bê roxandin. Di wê eniya faşîzmê de dagîrkerên Kurdistanê tenê nînin, tevayiya xwefiroş, kurtêlxwar û xayînên hemdem yên bermayiyên hilberîna sîstema kedxwar ya faşîst û sermayedar jî tê de cih girtine.

Piştî civînên aliyên Astana yên li Tehranê û civana dualî ya 5’ê Tebaxê ya di navbera Erdogan–Pûtîn ya li Soçî de, koordîneya xeta behsa mijarê bi dagîrkeran re zêdetir bûye. Heta em xwe nexin binê bandora gotinên xapînok yên weke “ha lembeya kesk pê ket, ha pê neket”, divê em xwediyên wê têgihiştinê bin ku ti carî ew lembeya kesk ji bo tinekirina Kurdan û têkbirina têkoşîna hevpar ya gelan venemiriye. Yên tiliya wan jî li ser pêleka wê lempeyê ye, xeta koodînator ya xiyanetkar e. Mixabin rastiyek e pêwîst e em jê nerevin û li hemberî wê, berî dijmin, bi şîreta Fermandar Egîd bikin ku gotinên wî heya roja me ya îro derbasdar û watedar in.

Li gorî wê perspektîfa şoreşgerî ya Egîdan, îro Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE), li benda ti lembeyan nasekinin û ji bo zindîhiştina perspektîfa şoreşgerî ya Egîdan, guhên Tirkiyê ba didin. Amade ne her plan û lehevkirinên veşartî bi oparasyonên şoreşgerî têk bibin, ku wê êrişên Tirkiyê ji nedîtî ve neyên û wê bersiva guncaw di her dem û cihî de bidin dagîrker û xiyanetkaran.