Rojnameya Ronahî

Ehmed Gulo: Emê tola şehîdan hilînin û armanca wan pêk bînin

Darîn Silê/Qamişlo

Ehmed Gulo da zanîn ku êriş û balafirên dagîrkeriya Tirkan ti caran nikare vîn û berxwedana wan bişkîne. Herwiha got, pêwîstiya azadiyê bi çi hebe emê pêk bînin û bigihîjin armanca şêhîdên xwe.

Êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin. Bi taybetî di vê dema dawî de êrişên xwe zêde kirine û êrişî tax û erebeyên welatiyan yên nava bajêr dike. 9`ê vê heyvê jî bi balafirên xwe yên bêmirov êrişî navendeke Hêzên Erka Xweparastinê ya li bajarê Qamişlo kir. Di encamê de 4 şervanên Erka Xweparastinê şehîd bûn. Yek ji wan Mihyedên Qehreman Gulo bû, ku di nava malbata Gulo de bû şehîdê 15`an.

Derbarê şehîdbûna Mihyedîn Gulo û êrişên dewleta Tirkan ya dagîrker yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, herwiha zêdekirina bikaranîna balafirên bêmirov û zêdebûna xayîn û sîxurên dewleta tirkî ya dagîrker, Apê şehîd Mihyedîn Ehmed Gulo ji me re axivî.

Ehmed Gulo da zanîn ku malbata wan ji berê ve kar û xebata tevgera azadiyê dike, herwiha li ser fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk ya rêbertiyê danî, tev digerin û axaftina xwe wiha domand: “Piştî ku me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir, em tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Çimkî me dît ku ev fikir û felsefe ne ji bo bidestxistina mafê gelê Kurd tenê, ji bo mafê tevayiya gelan e. Herwiha diyar bû ku ev fikir wê bibe bersiva tevayiya gelê Rojhilata Navî. Ji bo wê jî di sala 1984`an de dema ku hêzên leşkerî ava bûn, zarokên me jî tevlî vê hêzê bûn. Şehîdê malbatê yê yekê jî Nûredîn Gulo bû. Piştî şehadeta Nûredîn Gulo gelek zarokên me li dû şopa wî tevlî tevgera azadiyê bûn û mirateya têkoşîna azadiyê di malbatê de bê navber hat domandin. Ji wê demê ve em li ser vê xetê û bi fikrê rêberê xwe, xebata xwe didomînin û Şehîd Mihyedîn bû şehîdê 15’an yê malbatê.”

`Bi her şehîdî re em soza xwe nû dikin`

Ehmed Gulo got, ji bo ku em azadiyê bi dest bixin me 15 şehîd dan, hê jî emê bidin û ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber ku em welatê xwe diparêzin û doza azadiyê dikin, dijmin her tim me dike hedef. Çimkî naxwaze welatparêz û pêşengên gelê Kurd hebin. Lê pêwîstiya azadiyê bi çi hebe emê pêk bînin. Divê em bizanin ku azadî bi gotinan nayê, qelenê azadiyê dayîna berdêlan e. Ji bo wê jî heta ku em azadiyê bi dest bixin emê gelek berdêlên din jî bidin. Çimkî bi her şehîdî re em soza xwe nû dikin û gavekê ber bi azadiyê ve diavêjin. Me gelek şehîd berî Mihyedên dane û emê hê jî bidin. Em tola şehîdên xwe li erdê nahêlin, emê tola wan hilînin û armanca wan pêk bînin.”

`Divê her kes erkê welatparêziyê pêk bîne`

Ehmed Gulo destnîşan kir ku dewleta Tirkan ya dagîrker di nava xwe de pir teng bûye, ji bo wê jî rojane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dagîrkeriya Tirkan bi tevayiya cureyên hovîtî û wehşiyetê êrişî seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Herwiha kesên welatparêz û pêşengên Kurdan dike hedef. Erdogan bi zêdekirina êrişan, ji me re dide xuyakirin ku dawiya wî hatiye û ketiye qonaxeke pir teng. Ji bo wê jî divê em vê derfetê ji destê xwe winda nekin û em Tirkiyê tengtir bikin. Divê her kes erka xwe ya welatparêzî pêk bîne. Em bang li birayên xwe yên Ereb, Faris, Ermen û Suryan dikin ku li dijî dewleta dagîrker xwedî helwesteke xurt bin. Da ku em bi hev re, hevgirtina xwe ava bikin û li dijî dagîrkeriyê azadiya xwe bi dest bixin. Ji bo wê jî eger em îro hevgirtî bin emê teqez azadiya xwe pêk bînin û wê serkeftin para me be.”

‘Zerara herî mezin sîxur û xayîn didin şoreşê’

Ehmed Gulo derheqê xayîn û sîxûran de jî wiha got: “Di cîhanê de dema ku şoreş nêzî serkeftinê dibin, dijmin sîxurên xwe li dijî wê şoreşê didin bikaranîn. Ev ajan xwe dixin kirasê welatparêzan û di nava gel de dijîn. Dewleta tirkî ya dagîrker jî niha sîxurên xwe li tevayiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav kirine, da ku bi rêya van tevayiya bûyer û agahiyên herêmê nas bike. Ji bo wê em bang li tevayiya gelê xwe yên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin ku hay ji van kesan hebin û dema kesên wisa nas bikin, yekser agahiyê bidin rêveberî û saziyên pêwendîdar. Da ku em bi hev re dawî li van kesan bînin. Çimkî bi hezaran zarokên me li ser destê van kesan şehîd ketine. Heriwiha zerera me ya mezin li ser destê wan çêdibe. Îro Tirkiyê bi hezaran ajan bi ser me de şandine. Ji bo wê jî divê em di vî milî de balder bin, herwiha şopandina van kesan bikin û wan tine bikin.”

`Tirkiye nikare dawiya Kurdan bîne`

Ehmed Gulo di dawiya axaftina xwe de got, Tirkiye bi çi awayî êrişî me bike nikar me tine bike, nikare dawiya Kurdan bîne. Êriş û balafirên dagîrkeriya tirkî nikarin vîn û berxwedana me bişkînin. Me biryar daye emê biryara xwe pêk bînin û bigihin azadiya xwe.