Rojnameya Ronahî

Gerîlayên Kurdistanê

Faruk Sakik

 

Di dawiya salên 70’yî de PKK li Lubnanê bû. Li kêleka rêxistinên Filîstinî li dijî Îsraîlê şer dikir. Armaceke vî şerî jî tecrûbebegirtina taktîkên gerîlatiyê bû.

Di dawiya payîza sala 1979’an û di destpêka zivistana sala 1980’yî de, hin kadro û rêveberên tevgera PKK’ê ku di nava wan de Kemal Pir, Mehmet Sevgat, Delil Dogan, Suphî Çevîrcî, Seyfettîn Zugurlu û Mahsum Korkmaz jî hebûn, derbasî Lubnanê bûbûn. Demeke dirêj perwerdeya gerîlatiyê dîtin û piştî demekê biryara vegera welat dan.

Berî ku komên gerîla werin, Rêber Apo hin herêm ji bo şerê gerîlatiyê tesbît kiribûn; Semsûr, Dêrsim û Xerzan. Kom wê derbasî van herêman bûbûna, ji bo şerê gerîlatiyê amadekariyan bikin û piştî demekê jî wê dest bi şer bikirana.

Rêber Apo hin kes erkdar kiribûn. Delîl Dogan wek berpirsê Dêrsim, Egîd yê Xerzan û Îrfan Palabiyik û Mehmet Sevgat jî yên herêma Semsûrê hatibûn destnîşankirin. Ji bo herêman tevan komîteyek hatibû amadekirin. Kemal Pîr jî berpirsê koman tevan bû. Rêveberî radestî wî kiribûn. Wê wî koordîne bikira.

Koma Masûm Korkmaz û Kemal Pir tê de, li ser riya Batman-Kozlukê ji aliyê dijmin ve tên sekinandin. Kemal Pîr û hin kesên din hatin girtin û Mahsûm Korkmaz jî bi tesadufî xilas dibe.

Her kes li bendê bû ku bi Kemal Pîr şerê gerîlatiyê dest pê bike. Lê belgeyên li ser Kemal Pîr hatin girtin. Dijmin pê hesiya ka amadekariyeke çawa hatiye kirin. Wê rojê gelek xeyal şkestin.

Piştî hingê darbeya 12’ê Îlonê çêbû. PKK li derveyî welat li Lubnanê di warê eskerî de perwerde dibû. Amadekariya şerê gerîlatiyê dikir. Ezmûnên ji kampên Filîstiyan girtibûn wê derbasî Kurdistanê bikirana.

Di Tîrmeha 1984’an de 6 pêşengên PKK’ê, li herêma Lolanê di civînek de bûn. Di vê civînê de biryara avakirina HRK- Hêzên Rizgariya Kurdistanê hat dayîn. Herwisa biryara pengava 15’ê Tebaxê jî li wir hat dayîn.

Piştî vê civînê û van biryaran dawiya Tîrmehê, li Şkefta Brîndaran civîneke berfireh hat lidarxistin.

Kesên wê tevlî çalakiyê bibin hatin diyarkirin. Plana çalakiyê hat amadekirin. Herî dawî li ser 3 navçeyan biryar hat dayîn. Dihê, Şemzîna û Şax.

Li wir biryara damezirandina rêxistina leşkerî-HRK û çalakiyê dabûn lê di vê civîna duduyan de jî biryar dan ka bi çi rengî û kengê çalakî bên ragihandin.

Ji çalakiya Dihê (Erûh) re Egîd (Mahsûm Kormaz) wê fermandarî bikira. Ew jî li Bakûr bû û ji bo bicihkirina hêzên HRKê dixebitî. Dema jê re biryara çalakiyê hat, ew li herêma Çaraxan bû.

Dema Egîd biryara çalakiyê girt, dest bi amadekariyan kir. Egîd piştî ku yekîneyên 15’ê Tebaxê kom kirin, bi xwendina belavokê, HRK ragihand. 15’ê Tebaxa 1984’an bi fîşeka yekê ji bo azadiya Kurdistanê pêşgava gerîlatiyê da destpêkirin.

25’ê Cotmeh 1986’an li Lubnanê di Kongreya 3. ya PKK’ê de, dawî li HRK-Hêzên Rizgariya Kurdistanê hat. Êdî hatibûn asteke wisa ku pêdivî bi artêşekê dîtin. Di heman kongreyê de, biryara avakirina  “Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê – ARGK dan. Di sala 2000’î de, di kongreya 7. de artêşê nav guhert. Êdî  gerîla naveke din girt: Hêzên Parastina Gel-HPG.

Belê… sala 1979’an gerîlatiya ku Kemal Pîr û hevalên xwe wê li Kurdistanê belav bikirana îro di binê sîwana HPG û YJA Starê de Kurdistan tê parastin. Ala gerîlatiya Kurdistanê ya di destê Kemal Pîr û hevalên wî de bû, îro Mûrat Karayilan û hevalên xwe dewr girtine.