Rojnameya Ronahî

’Di jiyanê de azadî , di şer de serkeftin’

Mihemed Xanim /Şehba

Mihemed Emîn Elîko diyar kir ku çalakiya QSD’ê ya dawî ya li dijî dagîrkeriya tirkî qonaxeke nû ya berxwedanê ye û got, ji bo têkbirina êrişên dagîrkeriyê, heta astek bilind gel amade ye.    

Dewleta tirkî ya dagîrker roj bi roj êrîşên bi balafirên bêmirov yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike. Di van êrîşan de gelek kesên giranbiha şehîd dibin. Ji destpêka meha Tebaxê ve 2 jê zarok, 7 welatî şehîd bûn, 10 zarok û 3 jin, bi giştî 17 welatî jî birîndar bûn. Li hemberî van êrişên dagîrkeriyê QSD`ê rêzeçalkiyên tolhidanê li dar xistin.

Derbarê zêdebûna êrişên dagîrkeriya tirkî, bersiva QSD’ê û amadekariya  gel ya li dijî êrişan,  Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) şaxê Efrînê, Mihemed Emîn Elîko ji me re axivî.

’Sedema zêdebûna êrişên ser Rojava binketina li herêmên Medya ye’

Mihemed diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîker yên ser herêmê ne nû ne û wiha got: “Bi dehê salan e ku dagîrkeriya tirkî êrişî Kurdistanê dike. Lê di çend salên dawî de êrişên xwe zêde kirine. Ji Til Rifet heta Til Temir her roj herêm tê  toprankirin. Dagîrkerî bi şewazên cuda êrişî gelên herêmê dike. Carna leşkerî, carna bi şerê tayebet  û sîxuran dixwaze armanca xwe pêk bîne. Herî dawî bi balafirên bêmirov yên biçek kesayetên pêşeng û welatiyan dike amanc. Me dît bê çawa li taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo, zarok kirin amanc û şehîd xistin. Ji ber ku li Herêmên Parastinê yên Medya derbên giran dixwe û êdî nikare êriş bike, bi awayekî hovane êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Li Tirkiyê asta faşîzmê pir bilind bûye. Erdogan dixwaze faşîzma xurttir bike û ji bo hilbijartinên 2023’yan bi kar bîne. Herwiha dixwaze çeteyên DAIŞ’ê careke din li herêmê bihêz bike. Ji bo meşandina siyaseta xwew tevayiya rêbazên dijexlaqî bi kar tîne.”

’QSD’ê tol hilda û rûmeta gelê herêmê parast ’

Mihemed bal kişand ser çalakiyên QSD’ê yên li dijî dagîrkeriya tirkî û wiha got: “Çalakiyên QSD’ê yên li dijî dagîrkeriya tirkî, mafê herî rewa yê li hemberî êrişan e. Dema dawî hovîtiya Tirkiyê gihiştiye asta herî bilind. QSD’ê ne hêzeke bêçare ye ku xwe bêdeng bike. Lewra îradeya gelên herêmê ye. Gelên bakur û rojhilatê Sûriyê tev QSD’ê himbêz dikin û piştgiriya wê dikin. Çalakiya QSD’ê ya dawî ya li hemberî dagîrkeriya tirkî, bersiva gel ya êrişên dagîrkeriyê ye, lewra parazvana gel e. Fermandarên QSD’ê soza hilanîna tola şehîdan bi cih anîn û bêdeng neman. Em gelên bakur û rojhilatê Sûriyê heta dawî piştgiriya QSD’ê dikin û çi bê xwestin emê bikin. Lewra rûmeta gelên herêmê parast û di ber tevayiya cîhanê de şerê terorê kir. Em bersivdaya wê ya dagîrkeriyê pîroz dikin û ev bersiv cihê serbilindayiyê ye. Bi ruhê Şerê Gel yê Şoreşgerî emê dagîrkeriyê bin bixin û Sûriyekê azad ava bikin.”

‘Tirkiye ji bo bazara li ser kurdan çeteyên xwe difiroşe rejîma Sûrî’

Mihemed da xuyakirin ku li dijî îradeya gelên herêmê, di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de peymanên veşartî yên qirêj tên morkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Krîza Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe. Astana û Soçî sedemên sereke yên kûrbûna vê kirîzê ne. Dewletên wekî Rûsya , Îran û Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe li ser Sûriyê bazarê dikin. Li gorî daxuyaniyên Tirkiyê yên derbarê lihevhatina bi hikumeta Şamê re, tê xuyakirin ku di navbera Rûsya , Tirkiyê û rêjima Esed de peymanên nû pêk hatine. Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlud Çavişoglu eşkere got, em amade ne destekê bidin rêjima Esed. Armanca dagîrkeriya tirkî têkbirina Rêveberiya Xweser  û qirkirina gelên herêmê ye. Rûsya jî ji bo berjewendiyên xwe dixwaze di navbera hikumeta Şamê Tirkiyê de peymana Adana`ya 2’yan çêke. Lê çiqas êriş û peymanên qirêj çêbin, gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ti caran gavan paş ve navêjin. Sûriye êdî nikare vegere wekî berî 2011’an. Divê hikumeta Şamê û alîgirên wê vê baş bizanin. Projeya Neteweya Demokratîk li pêşiya planên dagîrkeriyê bûye kelem, ji ber wê bi tevayiya hêza xwe êrişî wê dike. Erdogan kesayeteke faşîst e û ji bo seranserê cîhanê xeter e.”

’Gelê herêmê ji bo şerekî dijwar û demdirêj amade ye’

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Ykîtiya Demokratîk (PYD) şaxê Efrînê, Mihemed Emîn Elîko da zanîn ku piştî ragihandina rewşa awarte ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, gelên herêmê bi giştî di perwerdeyên leşkerî û fikrî re derbas dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelên herêmê pişta xwe bi ti hêzên biyanî germ nekin û li hêza xwe xwedî derkevin. Ti hêzên derve wê gel neparêzin. Xwedîderketina li xwîna şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşa Rojava  erkê her kesî ye. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê li her derê helwesta xwe nîşan da û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî ragihand. Ti kes nikare îradeya gelên herêmê bişkîne û roja me tarî bike. Lewra gelê bi fikrê azad yê Rêber Apo perwerde bûyî êdî ji bilî  azadiyê  tiştekî qebûl nake. Dem ne dema berê ye, ti kes nikare li ser gelê me lîstikan çêke. Doza Kurdan bûye çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navî. Armanca tecrîda li ser Rêber Apo, êrişên ser Herêmên Medya û bakur û rojhilatê Sûriyê qirkirina gelên azadîxwez e. Lê wê bi ser nekevin.”

Hêjayî bîraninê ye ku ji bo tolhildana şehîdan 8’ê vê mehê li ser sînorê bajarê Mêrdînê, QSD’ê  3 çalakiyên bibandor kirin. Di van çalakiyan de yek jê panzer, sê wesaitên zirxî hatin roxandin, 23 leşker hatin kuştin, herî kêm 2 leşker jî birîndar bûn.

QSD`ê herwiha soz da ku wê ti êrîş bêbersiv nemînin.