Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Şehîd Berçem wê li Helebê were lidarxistin

10/08/2022
in Uncategorized
A A
Festîvala Şehîd Berçem wê li Helebê were lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Bi dirûşma `Huner şerê hebûn û azadiyê ye` Tevgera Hilala Zêrîn ya Çand û Hunerê Jinan ya bakur û rojhilatê Sûriyê wê Festîvala yekê ya Jinan ya bi navê Şehîd Berçem li bajarê Helebê li dar bixe.

Bi armanca pêşxistina jinan di her warî de, bi taybetî di warê çandî û hunerî de, herwiha xurtkirina peywendiyên di navbera jinên tevayiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û di bin diruşmeya “Huner şerekî ji bo hebûn û azadiyê ye` Tevgera Hîlala Zêrîn bi beşdarbûna jinên tevayiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûrî wê sê rojan festîvala jinan li dar bixe. Festîval dê ji 13 heta 15`ê meha tebaxê li taxa Şêxmeqsûd ya bajarê Helebê bidome.

Derbarê armanca lidarxistina festîvalê û bernameyên ku tê de werin dayîn endama komîteya amadekar ya Festîvala Şehîd Berçem, Şêrîn Xelîl ji me re axivî û diyar kir ku beşdarbûna jinan dê ji tevayiya pêkhateyên cuda yên Bakur û rojhilatê Sûriyê be, da ku jin bi hev re hezkirin û girêdana xwe ya bi çanda xwe re bidin diyarkirin.

Armanca lidarxistina Festîvalê

Şêrîn Xelil da zanîn ku armanca wan ji festîvalê xurtkirina çand û hunera jinê yê û axaftina xwe wiha domand: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina çand û hunera civakê, rola jinê ya di pêşxistina çand û hûnerê de û pêkanîna projeya neteweya demokratîk, em vê Festîvalê lidardixin. Herwiha pir festivalên teybet bi vê armancê tên darxistin. Di van festîvalan de jinên ji pêkhateyên cûda yên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kom dibin û karê, çand û hunera xwe ji civakê re didin nasîn. Lê ev festîvale teybet ji bo jinan hatiye li darxistin”

`Ev festîval ji bo jinan derfeteke pîroz e`

Şêrîn bîr xist ku Çalakiyên Mîhrîcanê ne tenê ji bo kesên hûnermend e, di heman demê de karên çand û hunera destan yên ku dayîk û jin li malên xwe çêdikin, dê werin pêşkêşkirin. Herwiha got, Festîvalên bi vî rengî ji bo jinan derfeteke pîroz e. Çimkî jin bi riya van festîvalan de jêhatîbûn û hêza xwe dibînin û pêşkêşî civakê dikin.

Derbarê amadekariyên ku ji bo Festîvala Şehîd Berçem tên kirin û sedemên derengxistina lidarxistina festîvalê, Şêrîn got, ew çend sal in me haziriya vê festîvalê dikir. Lê ji ber rewşa heyî û şert û mercên ku herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin, bi taybet bajarê Şehba ku rojane rastî êriş û bombebaranên dewleta dagirker tê, her salê festîval dihat sekinandin. Lê îsal me soz da ku çi bibe jî emê festîvala xwe li dar bixin û êrişan vala derxînin.

Şêrînê di berdewamiya axaftina xwe de got, Me xwest ku jinên hunermend yên ji derveyî walat jî vexwînin festîvalê, lê ji ber rewşa heyî ya ku bê navber êrişên dewleta tirk ya faşîst li ser herêmê; dorpêç û girtina sînoran, nikarin beşdar bibin.

Endama Komîteya Amadekar ya Festîvala Şehîd Berçem ya Jinan, Şêrîn Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hêvîdar in ku jin berhemên xwe bi dest bixin û di çanda civakê de bibin xwedî par. Dewleta Tirk ya dagirker bi tunekirina çandê hewl dide gel, bi taybet Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji holê rake. Lê bi saya berxwedana gelê herêmê bi pêşengiya jin, tevayiya planên dagirkeriyê têk diçin.”

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
ÇAND Û HUNER

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.