Rojnameya Ronahî

`Yekîtî riya yekane ya têkbirina plan û tundiya li ser jinê ye`

Darîn Silê/Qamişlo

Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê teqez kirin ku jinan, li bakur û rojhilatê Sûriyê cihê xwe diyar kirine û gotin, jin bi hêz û wêrekiya xwe tevayiya zehmetî û astengiyan derbas dikin; li hemberî zilm û tundiya li ser jinê jî divê em yekîtiya xwe xurttir bikin.

Têkildarî êriş, binpêkirin, desthilatdariya li ser jinan, Hevseroka Mala Êzîdiyan ya herêma Cizîrê Leyla Îbrahîm û Endama Meclisa Jinên Olî ya Konferansa Islama Demokratîk ya bajarê Qamişlo Evîn Yûsiv ji me re axivîn.

`Dewleta tirkî hêz û pêşengiya jinê ji xwe re xeter dibîne`

Hevseroka Mala Êzîdiyan Leyla Îbrahîm bal kişand ser rola pêşeng ya jinan ji destpêka şoreşê ve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo derbaskirina astengî û zehmetiyên ku ji destpêka şoreşê ve pê re rûbirû mane rola xwe îspat kirine û heta niha jî têkoşîn û berxwedana xwe didomînin. Herwiha jin bûye pêşenga şoreşê û mînaka tevayiya cîhanê. Di her alî de jin bûye pêşeng, di aliyê siyasî, civakî, rêxistinî û fikrî de. Ji bo wê jî her tim êriş li ser jinê tên meşandin. Çimkî bi keda jinê û hêza wê şoreşek hat avakirin û heta niha jî parastina wê tê kirin û rojbiroj pêşketinên mezin tên dîtin. Dijmin jî vê yekê ji xwe re xeter dibîne û dixwaze destpêkê vê tekoşin û pêşkeftina jinê têk bibe. Ji ber ku dizane, eger îradeya jinan bê şkandin wê destkeftiyên Şoreşê jî winda bibin. Ji bo wê jî dixwazin bi hedefgirtina jinê destkeftiyên şoreşê winda bikin.”

`Armanc şkandina îradeya tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ye`

Leyla Îbrahîm got, rol û bandora jinê ya girîng ji tevayiya aliyên herêmî û navneteweyî re eşkere bûye, ji ber vê jin bûye hedefa dijmin û axiftina xwe wiha bi dawî kir: “Şideta sîstematîk ya li ser jinê, ne jinên Kurd tenê dike hedef, armanca wê şkandina îradeya tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Dewleta Tirkan dixwaze vîna jina azad, rêxistinkirî, perwerdekirî ya ku ji bo mafê xwe û yê gelê xwe têdikoşe, bişkîne. Çi kiryar û binpêkirinên ku Tirkiye li dijî jinên Kurd, tevayiya jinên bakur û rojhilatê Sûriyê û gelên wê pêk tîne, li ber çavê tevayiya cîhan tê dîtin. Jinan tevî zilm û zordariya ku li ser wan tê kirin, têkoşîna xwe ya li dijî dagîrkeriya Tirkiyê ispat kirin.”

`Mafê jinê ye ku azad û birûmet bijî`

Endama Meclisa Jinên Olî ya Konferansa Islama Demokratîk Evîn Yûsiv jî, bal kişand ser bêedaletî û zilma ku li ser jinên Rojhilata Navî bi giştî tê kirin, kir û wiha got: “Jin li Rojhilata Navî bi giştî, bi taybetî li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê rastî neheqî û jinavbirina nasnameyê tên. Herwiha rastî tundî û hovîtiyê ji aliyê kesên xwedî zihniyeta mêr ve tên. Ji bo azadkirina jinan, parastina mafên wan û hesabxwestin ji tevayiya kesên ku sûcan li dijî jinan dikin bê kirin, pêwîst e qanûnên tund bên derxistin û ji tevayiya kesên ku mafên jinan û keda wan winda dikin hesab bê xwestin. Çimkî mafê jinê ye ku azad û birûmet bijî.”

`Azadiya jinê azadiya civakê ye`

Evîn Yûsiv da zanîn ku pêwîst e jin li hemberî zext, êrîş, gef, tundî, kuştin û sûcên li ser jinan yekgirtî bin û axaftina xwe wiha qedand: “Dibêjin, jin nîvê civakê ye, çawa nîvê civakê dikujin. Weke jinên bakur û Rrojhilatê Sûriyê em daxwaziya wekhevî û edaletê dikin. Herewiha zext û çewisandina li ser jinan û hovîtiyê qebûl nakin û dibêjin, eger jin azad bibe, wê civak jî azad bibe. Ji bo wê jî azadiya jinê azadiya civakê ye.”