Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em bi top û bombebaranên Tirkiyê ji welatê xwe dernakevin’

10/08/2022
in ROJEV
A A
‘Em bi top û bombebaranên Tirkiyê ji welatê xwe dernakevin’
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Dewleta Tirkan ya dagîrker bi awayekî hovane bombebaran û êrişên xwe yên li dijî welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê didomine û bi taybetî zarokan dike amanc. Li dijî van êrişên hovane Hozan Yûsiv got, bila Erdogan bizane em bi top û bombebarênên wî ji welatê xwe dernekevin.

 

Di 6`ê Tebaxê de dewleta Tirkan ya dagîrker careke din bi balafira bêmirov, erebeyek li taxa Sînaa ya rojhilatê bajarê Qamişlo bombebaran kir. Di encamê de 4 welatî ku 2 ji wan zarok bûn, şehîd bûn. Mîna vê bombebaranê li seranserê herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê tên kirin. Tirkiye rojane herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dike amanc û her carê jî welatî şehîd dibin.

Têkildarî êrişa dewleta Tirkî ya ser taxa Sînaa û zêdekirina bikaranîna balafirên bêmirov, kesên ku di êrişê de birîndar bûne û hevalên wan ji me re axivîn û diyar kirin ku tişta dewleta Tirkî ya faşîst  dike dijmirovî ye. Herwiha dan zanîn ku, wê hesabê van êrişan bixwazin û wê tola zarokên xwe ji dagîrkeriya Tirkî hilînin.

Elî Hisên yê 45 salî ku di êrişa dagîrkeriya Tirkî ya li dijî taxa Sîna ya Qamişlo de birîndar bûbû, li ser bûyerê û şehîdbûna kurê xwe Ehemed Hisên û biraziyê xwe Aheng Hisên axivî û wiha got: “Ez jî li cihê bûyerê hazir bûm, lê hema ji mirinê filitîm. Ez di serî û di laşê xwe de birîndar bûm. Li sînaa dikaneke min ya firotina parçeyên erebeyan heye. Kurê min û biraziyê min jî bi min re kar dikirin. Ew jî di êrişê de hazir bûn, lê mixabin di dema êrişê de jiyana xwe ji dest dan. Dema ku êriş çêbû, min dixwest ser lingê xwe bisekinim û Aheng û Ehmed ji nava agir derxim, lê min nikarî.”

`Emê tola zarokên xwe ji dewleta tirkî ya kujer hilînin’

Elî Hisên bi dilekî germ û şewitî teqez kir ku wê tola her du zarokên xwe bistîne û wiha pê de çû: “Dewleta tirkî pir har bûye û şûrê xwe li dijî me tûj kiriye. Rojane zarok, jin û yên temenmezin dike hedefa xwe. Ma zarokên me çi guneh kirine. Ma Ehmed û Aheng çi ji Tirkiyê kiribûn. Zarokên me ti guneh nekirine tenê xwesteka wane ku bi aştî û aramî li bajarê xwe bijîn. Bila dengê min bigihîje her kesî û bila Tirkiye baş bizane ku heta em tola zarokên xwe nestînin em ranawestin.”

`Em ti carî tine nabin`

Hevalê Elî Hisên yê bi navê Hozan Yûsiv jî êrişên dewleta Tirkî ya dagîrker û sûcên li dijî welatiyan şermezar kir û da xuyakirin ku, Tirkiyê bi van êrişan tevayiya pîvanên exlaqî û mirovî binpê dike û got, dewleta faşîst ku bûye belaya serê gelan, dixwaze me tine bike. Ji bilî tinekirina me jî tiştekî din qebûl nake. Ji bo ku me tine bike her rengê hovîtiyê bi kar tîne. Lê çi bike jî, em tine nabin wê zarokên me li şûna me têkoşînê bikin.

`Em bi top û bombebaranên Tirkiyê ji welatê xwe dernakevin`

Hozan di dewama axaftina xwe de got, dewleta Tirkî ya dagîrker bi van êrişan dixwaze welatî ji mal û milkên xwe dûr bikevin û neçarî koçberiyê bibin. Herwiha hewl dide tirsê di nava welatiyan de belav bike û ewleyiya herêmê têk bibe û tevliheviyê derxe. Bila Erdogan bizane em bi top û bombebarênên wî yên bi balafirên bêmirov ji welatê xwe dernekevin.

 

`Divê qada hewayî ya herêmê were girtin`

Hozan Yûsiv di dawiyê de bal kişand ser pêwîstiya qedexekirina balafirên bêmirov û ev li axaftina xwe zêde kir: “Divê qada hewayî ya herêmê were girtin, da ku hovîtiya Tirkiyê jî bê sekinandin. Eger balafir werin qedexekirin Tirkiye êdî nikare êrişî herêmê bike. Çimkî hêza wê nîne ku rûbirû şerê me bike. Ji bo wê jî em bang dikin ku hêzên navneteweyî yên qaşo ji bo ewleyiya herêmê li ser xaka me tev digerin, qada hewayî ya balafiran bidin sekinandin, da ku em jî bizanin ka ev hêz rastî çima li ser vê xakê tev digerin!”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.