Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Wê gel hesabê pir giran ji sîxur û xayînan bixwaze`

10/08/2022
in Uncategorized
A A
`Wê gel hesabê pir giran ji sîxur û xayînan bixwaze`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehemd-Qamişlo

Li hemberî sûc û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, Masûm Hesen diyar kir ku ji bo rêgirtina li ber sîxur û êrişên dewleta tirkî, yekîtî û berxwedana gelê herêmê pêwîst  û da zanîn ku xayîn û sîxûr, wê bi biryarên gel bi cezayên giran bên darizandin.

Êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li ser bakur û rojhilatê Sûriyê rojbiroj pirtir dibin. Di van êrişan de bi teybetî zarok dibin amanc. Ev rewş hêrs û bertekên gel zêde dike.

Gel bi helwesta xwe diyar dike ku dewleta tirkî bi êrişên xwe, dixwaze vîna gelê herêmê bişkîne. Mîna êrişa dawî ya ser taxa Sînaa ya bajarê Qamişlo ku di encamê de du zarok yên bi navê Ehmed û Aheng  şehîd bûn. Herwiha welatiyê bi navê Şemdîn û endamê saziya rêxistinkirina leşkerî ya bajarê Amûdê Rûxwaz, şehîd bûn. Li hemberî van êrişan, gelê herêmê li ber xwe dide û têkoşîna xwe xurttir dike.

Li dijî êrişan bi taybetî ji bo qedexekirina belafiran li esîmanên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên sivîl (8/8/2022) li çerxerêya Basil ya başûrê Qamişlo kom bûn û berê xwe dan navenda hêzên Rûsya ya li balafirgeha Qamişlo, da ku helwesta xwe ya li dijî van êrişan zelal bikin û bang kirin ku erkê xwe yê mirovî bi cih bînin.

`Divê asîmanê bakur û rojhilatê Sûrî ji balafirên dewleta tirkî were girtin`

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Masûm Hesen destpêkê ji tevayiya malbatên şehîdan re sersaxî xwest. Masûm diyar kir ku, rojane êriş li ser walatiyan ji aliyê dewleta tirkî ve tên kirin. Ji bo wê divê asîmanê herêmê ji balafirên dewleta tirkî re, were qedexekirin. Masûm axaftina xwe wiha domand: “Rojana êriş li ser me de tên kirin. Armanca dewleta tirkî ya dagîrker ji êrişan ew e ku, vîna gelê me bişkîne û deskeftiyên me yên bi xwîna şehîdan hatîn bidestxistin têk bibe. Herwiha dixwaze bi êrişên xwe demografiya herêmê biguherîne. Ji bo wê banga me ji hêzên liherêmê heye ku erkê xwe pêk bînin. Herwisa divê asîmanê me ji balafirên êrişê re were qedexekirin.”

Masûm Hesen got, em ti carî li ser soza ku me bi şehîdên xwe re dayî, venagerin.

Hesen wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rihê berxwedan û  têkoşîna şehîdên xwe, emê li hemberî dijminê xwe bisekinin. Emê rê nedin ti hêzên ku aramiya herêma me têk bibin. Herwiha banga me ji bo çi kesê mafnas û rêxistinên ku piştgiriya gelan dikin ew e ku, li keda deh salan ya gelê Rojava xwedî derkevin. Hêviyên me hene ku her mirovê azadîxwaz piştgiriya şoreşa Rojava bike.”

`Nebin kujerê birayên xwe`

Li ser sîxurên dewleta tirkş ya dagîrker, Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamişlo Masûm Hesen diyar kir ku kî li gelê xwe xiyanetê bike, wê ji aliyê gel ve pir giran bê cezakirin û wek malbatên şehidan êdî wê hesabên giran ji van sîxuran bixwazin û axaftina xwe qedand: “Êdî Ii ber çavan tê dîtin sîxurên dewleta tirkî ya dagîrker ku di nava me de dijîn, dibe sedema şehîdxistina ciwan û zarokên me. Ji vî alî ve divê gelê me hişyar be, divê bi siyaseta dijmin neyê xapandin û hesab ji xayînan bixwaze. Bila em kêfa dijminê xwe li xwe neynin. Ji bo wê banga min ji gelê azadîxwaz bi taybetî Kurdên li her çar perçeyê Kurdistanê re ew e ku, li keda hevalan û xwîna şehîdan xwedî derkevin. Têkoşîna xwe ya li hemberî dijmin xurttir bikin herwiha li şoreşê xwedî derkevin xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin. Ji bo rê li ber êrişan were girtin ya herî girîng û pêwîst, yekîtî ye.”

Post Views: 61
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’
CIVAK Û JIYAN

‘Ji ber derengbarîna baranê berhemê mûsimê îsal kêm e’

18/05/2025
RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ
HAJMARA PDF

RAMANÊ RÊBER APO YEKÎTIYA GELAN PÊK ANÎ

18/05/2025
Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe
ÇAND Û HUNER

Biradost Mîtanî; Hezkerî dîrok û zimanê gelê xwe

18/05/2025
Têkoşîna çanda civaka demokratîk
QUNCIK NIVÎS

Têkoşîna çanda civaka demokratîk

18/05/2025
Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike
ÇAND Û HUNER

Cihê arkeolojîk ê Tilbeyder nasnameya gelên herêmê temsîl dike

18/05/2025
‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’
ÇAND Û HUNER

‘Hîna zimanzan mijara zimanê kurdî li gel hev nîqaş nekirine’

18/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.