Sunday, May 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Divê em li gorî şerekî dijwar û demdirêj xwe amede bikin’

10/08/2022
in Uncategorized
A A
‘Divê em li gorî şerekî dijwar û demdirêj xwe amede bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim/Şehba

Esed Menan diyar kir ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî yên bi balafirên bêmirov  şkandina baweriya gelên herêmê ye û got, Tirkiye ji êrişên berfireh re xwe amad dike. Jib o wê divê em jî ji şerekî demdirêj re xwe amad bikin û tev bigerin.

Li ser zêdebûna êrişên dagîrkeriya tirkî yên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser, Endamê Meclisa Giştî Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Esed Menan, ji me re axivî.

Menan diyar kir ku ji sala 2015’an ve gefên Erdogan li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qut nebûne û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî li ser xaka Sûriyê sê êrişên mezin kirin. Di êrişa yekê ya sala 2016’an de, herêma Ezaz, Cerablûs, Marê  û Raî dagîr kirin. Xwest bi dagîrkirina vê qadê herêma Efrînê ji bakur û rojhilatê Sûriyê qut bike û di dorpêçê de bihêle. Êrişa duduyan 2018’an çêbû. Di vê êrişê de Efrîn hat dagîrkirin û gelek komkujî çêbûn. Êrişa dagîrkeriyê ya sisiyan 2019’an bû. Dagîrkeriyê Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin. Îro jî Erdogan hewl dide ku êrişên nû bike û seranserê herêmên Rêveberiya Xweser dagîr bike.”

’Hêzên li ser xaka Sûrî bi Tirkiyê re tev hevkarên sûcên dijmirovî ne’

Menan bal kişand ser êrişên dagîrkeriya tirkî yên bi balaferên bêmirov û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiyê, ji bo êrişên bi balafirên bêmirov destûr ji Amerîka, Rûsya û Îranê girtiyê. Hêzên li ser xaka Sûriyê ne û xwe bêdeng dikin bi hevkarên sûcên Tirkiyê yên dijmirovî ne.”

’Armanca dagîrkeriyê tirsandina gelên herêmê ye’

Menan da xuyakirin ku armanca dagîrkeriya tirkî tirsandina gelên herêmê ye û wiha got: “Dagîrkeriya tirkî rayedarên QSD’ê, kesayetên welatparêz û pêşengên şoreşa Rojava dike amanca êrişên xwe. Herwiha di van êrişan de sivîl jî dibin amanc. Dagîrkerî  dixwaze tirsê bixe dilê gelên herêmê. Tirkiye li herêmên dagîrkirî bi awayekî sîstematîk guhertina demografîk dike. Li wan herêman ziman û pereyên xwe dide bikaranîn. Herwiha ala wê tê bilindkirin. Li dibistanan minhaca xwe pêk tîne. Her herêa dagîrkirî bi bajarekî Tirkiyê ve tê girêdan. Li gorî kiryarên wê, tê xuyakirin ku dixwaze herêmên dagîrkirî tevlî xaka xwe bike”

’Divê gel xwe ji şerekî demdirêj re amade bike’

Endamê Meclisa Giştî Ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD) Esed Menan da zanîn ku erdngariya Tirkiyê ji bo hêzên navneteweyî girîng e û axaftina xwe wiha qedand: “Tirkiye andama NATO ye û li herêmê armancên Amrîka û hêzên Rojavayî pêk tîne. Ji ber wê ev hêz çavên xwe ji kiryarên wê re digirin. Dema dawî di navbera rayedarên Tirkiyê û yên Rûsiya de gelek hevdîtin çêbûn. Rûsya dixwaze peymana Adana nû bike û di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de lihevhaneke nû çêke. Tirkiye, ji bo êrişeke nû ser bakur û rojhilatê Sûriyê xwe amade dike. Dive Rêveberiya Xweser li hemberî planeke wisa gel amade bike. Herwiha divê gel jî xwe li gorî Şerê Gel yê Şoreşgerî amade û perwerde bike û berxwedanê bike pêngava rizgarkirina herêmên dagîrkirî.”

Hejayê bîraninê ye ku Piştî têkçûna DAIŞ’ê li bakur û rojhilatê Sûriyê, dewleta tirkî ya dagîrker êrişan xwe yên ser herêmê zêde kirin. Dagîrkerî bi balafirên bêmirov êriş dike û gelek komkujiyan dike. Hin ji wan êrişan wiha ne:

2’yê Kanûna 2019’an, bi balafireke bêmirov êrişî navçeya Til Rifetê kir. Di êrişê de piraniya wan zarok 9 kes şehîd bûn û 10 sivîl jî birîndar bûn.

20’ê Cotmeha 2020’an balafirên keşfê yên bêmirov yên biçek  gundê Mezrê û Dêrika Beravê yên Dêrikê bombebaran kirin û 2 welatiyên sivîl şehîd bûn.

23’yê Hezîrana 2020’an balafirên bêmirov li gundê Helincê yê Kobanê malek bombebaran kirin û 3 jinên tê de şehîd bûn.

9’ê Mijdara 2021’ê li taxa Hilêliyê ya Qamişlo balafira bêmirov êrişî wesaitekê kir, di êrişê de welatparêzê bi navê Yûsiv Gulo û 2 neviyên wî şehîd bûn.

25’ê Hezîrana 2021’ê balafireke bêmirov li Taxa Şehîd Peyman ya Kobanê bombe li malekê barandin. Di êrişê de 5 endamên Ciwanên Şoreşger şehîd bûn.

1’ê Nîsana 2022’yan wesaita ku hunermend Ferhad Merdê û 2 hevalên wî tê de bûn, li nêzî Tirbespiyê bû amanca êrişa bombeyî ya balafira bêmirov. Di êrişê de ajokar şehîd bû, Ferhad Merdê û hevalên wî birîndar bûn.

22’yê Tîrmeha 2022`yan sê fermandarên YPJ’ê di êrişa belafireke bêmirov de şehîd bûn.

Dagîrkeriya tirkî 27’ Tîrmeha 2022`yan li navçeya Êyn Îsa, bi balafireke bêmirov êrişî erebeyeke Hêzên Ewlekariya Hundrî kir û çar endamên wê şehîd bûn.

4`ê Tebaxa 2022’an bi  balafireke xwekuj ya bêmirov  navenda Til Rifetê kir amanc, 6 ji wan zarok 9 welatî birîndar bûn.

Herî dawî balafireke bêmirov 6’ê Tebaxa 2022’yan li taxa Sînaa ya Qamişlo êrişî seyareyekê kir. 2 zarok 4 welatî şehîd bûn û gelek welatî jî birîndar bûn. Herwiha gelek ziyan jî gihişt mal û milkên welatiyan.

Post Views: 55
ShareTweetPin

Herî Dawî

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye
NÛÇE

Partiyên Rojavayê Kurdistanê: Rêber Apo heqîqeteke gerdunî ye

17/05/2025
Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke
NÛÇE

Insiyatîfa Sûrî, wê navendeke xwe li Kobanê veke

17/05/2025
Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê
CIVAK Û JIYAN

Qesra Şêrîn.. dabeşkirina yekem a Kurdistanê

17/05/2025
‘Ziman çand û nasname ye’
NÛÇE

‘Ziman çand û nasname ye’

16/05/2025
        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist
JIN

        Meclisa Jinên Sûriyê li ser rola jin di Sûriyê de civînek li darxist

15/05/2025
1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir
NÛÇE

1’mîn Kongreya Hevpeymaniya NADA dest pê kir

15/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.