Rojnameya Ronahî

 ‘Nikare li termê xwe jî xwedî derkeve’

 

 Navenda Nûçeyan

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir ku artêşa tirkî derbên pir giran dixwe û got, dewleta dagîrker ji bo ku jimara leşkerên xwe yên mirî veşêre dibêje, di latê de ketiye, ketiye avê, piyê wî şemitî, mozê pê ve da’ û hincetên beredayî dike. Di destê gerîlayan de termên leşkeran hene lê dewleta tirkî li van terman jî xwedî dernakeve.

 

Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir hêzên YJA Starê ji bo bidestxistina azadiyê û jiyana watedar berxwedaneke xurt û şerekî mezin dikin û got, Gerila bi dewlemendiya taktikên xwe darbên mezin li artêşa  tirk dide.

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur di derbarê êrişên dewleta tirk ya dagîrker yên li ser gerila û li dijî van êrişan tekoşina dirokîya gerila ji ANF’ê re axivî.

‘Gerîlayên nûjen tola sedsalê ji dewleta tirkî hiltîne’

Ozgur diyar kir têkoşîna ku 40 sal in didome gelê Kurd ji bo xwe nas bike û rêxistin bike, geşedanên mezin pêk aniye û got “Fîşeka pêşîn a ku li Êlih û Şemzînanê hatiye avêtin, îro ji Behra Reş heta Şaho, ji Dêrsimê heta Avaşînê, ji Amedê heta Zapê deng vedide. Bi domandina vê re asta têkoşînê jî zêde dibe. Gerîlatiya modern û profesyonel a ku li ser mîrateya 15’ê Tebaxê hatiye avakirin, îro li çiya û deştên Kurdistanê ji aliyekî ve li hemberî artêşa Tirk a dagirker tola sedsalan distîne û ji aliyê din ve jî ber bi serfiraziyê ve dimeşe û mîsogeriya azadiyê di têkoşîna xwe de şênber dike.”

‘Ev çek li hemberî DAIŞ’ê nehatin bikaranîn’

Ozgur diyar kir konsepta tunekirinê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurdistanê û hêzên parastinê li dinyayê tu mînakeke wê tune ye û got “Hemû hêzên NATO’yê teknîka şer û derfetên maddî dide dewleta Tirk. Bi hemû qirêjî û bêhiqûqtiya xwe şerekî dermirovahiyê dike. Di vî şerî de TC û hêzên xwefiroş di konsepta îmhayê de israr dikin û dixwazin encamekê bistînin. Hêzên navneteweyî li ser esasê berjewendiyên xwe tevdigerin û şirîkatiya van sûcan dikin. Ligel ku DAÎŞ ji bo hemû mirovayetiyê xetere bû, li hemberî DAÎŞ’ê jî çekên nukleer, kîmyewî û fosforê nehate bikaranîn. Li ser gerîlayên azadiyê yên ku li hemberî DAÎŞ’ê şer kiribûn, ev çek tên bikaranîn û her kes bêdeng e.

Dijmin derbên giran dixwe

Îro li qada şer dijmin ligel ku piştgiriyeke xurt werdigire jî hesap û planên xwe bi dest nexistiye û rastî berxwedana gerîlayan hatiye. Dijmin ketiye nav rewşeke giran û her ku gavekê diavêje bêtir têk diçe. Her roj dibêjin ew ê encamekê bistînin û PKK’ê biqedînin lê niha li cihê ku hatinê ne û di şer de derbên giran dixwin. Ji ber ku bi teknîka xwe nikarin encamekê bistînin bi çekên nukleer, termobarîk, çekên kîmyewî dixwazin encamekê bistînin.

Nikarin li cenazeyên xwe jî xwedî derkevin

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve şerekî giran tê meşandin. Gerîla bi tarza tevgerê ya nû û modern li her derê û her demê çalakiyan dikin. TC dixwaze van derbên giran veşêre û ji bo ku hejmara leşkerên xwe yên mirî veşêre dibêje ‘Ji kendal ketiye, ketiye avê, pêyê wî şemitî, mozê pê ve da’ û hincetên beredayî dike. Di destê gerîlayan de cenazeyê leşkeran heye lê dewlet xwedî li van cenazeyan jî dernakeve. Gerîla bi dîmen îspat kiribû ku cenaze di destê wan de ye lê dewlet hê jî qebûl nake

‘Dewleta tirkî ya dagîrker têk çûye’

Hêzil Ozgur da diyarkirin ku dewleta tir bi hemûhevildanên xwe re têk çûye û got, Leşkerên Tirk ên ku nikarin ji nêz ve şer bikin, çekên fosforê yên qedexe bi kar tînin. Leşkerên Tirk cesareta wan tuneye ku têkevin tunelên şer û kûçikên ku perwerde kirine û kontrayan bi darê zorê diajon tunelan. Gerîla Tv dîmenê vî tiştî par ve kir. Ev jî diyar dike ku TC têk çûye. Hevalên me li hemberî teknîka pêşketî ya sedsala 21’emîn li ber xwe didin û bi baweriya ji bo jiyana azad, îradeya ruhê Apoyî şer dikin.

YJA Star di asta pêşeng de rola xwe bi cih tîne

Di vî şerî de hêzên me yên YJA Starê xeta fedaî ya Zîlanê û berxwedana Bêrîtanê di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin. Heta niha bi dehan çalakiyan li hemberî konsepta îmhakirinê ya dijmin bûn asteng. Hêzên YJA Starê bi tîmên bi tevger û li tunelên berxwedanê bi îrade û rengê xwe berxwedanên xurt kiriye. Bi çalakiyên gerîla yên wekî sûîkast, sabotaj, vedizî, kemîn, derblêdan û gelek taktîkên din derb li leşkerên Hûlûsî Akar tên xistin.

Şerê ku niha YJA Star dike wê ji bo têkoşina jinên cîhanê bibe çavkaniyeke dîrokî

Şerê ku hêzên YJA Starê dikin ji bo têkoşîna berxwedanên hemû jinên dinyayê wê bibe çavkaniya moral û tecrubeyek mezin derxistiye holê. Berxwedaneke xurt tê kirin. Ruhê êrîşê yê heval Mizgîn Ronahî, ruhê fedaî yê heval Avzem, tarza heval Viyan a ku li ber dijmin bû asteng, cesaret û fedakariya heval Şervîn, armanca serkeftinê ya heval Şaristan û bi çalakiyên xwe yên ruhê Apoyî mohra xwe li dîroka têkoşînê dane.  Çalakiyên YJA Starê yên li ser xeta van hevalên me geş dibe, careke din nîşan dide ku dijmin bi ser neketiye. Şer bi giranî didome. Em hêzên HPG û YJA Starê jî em ê li ser xeta fedaî li ber xwe bidin, serkeftinê bi dest bixin, bi Rêbertiya xwe li Kurdistana azad alaya berxwedanê ya ku şehîdan ji me re mîrat hiştine, em ê vê têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”