Rojnameya Ronahî

`Sucên dewleta tirkî yên li dijî jinan ji bo tolstandina ji şkandina DAIŞ’ê ye’   

Ferîda Omer-Şehba

Fikret Ebdullah bal kişand ser armanca êrişên dewleta tirkî ya dagîrker û got, tişta ku dewleta tirkî ya dagîrker dike, dewama kiryarên ku DAIŞ’ê nikarî bike ye, bi teybetî sûcên li dijî jinan. Lewra jin ji wan re bûne kelem.

Dewleta tirkî ya dagîrker ji bo têkbirina destkeftiyên şoreşa Rojava yên bi îradeya gelên herêmê û têkoşîna jinan bi dest ketîn, her tim di nava hewldanê de ye. Sûcên dewleta tirkî ya dagîrker li bakur û rojhilatê Sûriyê rojbiroj zêdetir dibin, bi taybetî li dijî jinên pêşeng. Lewra dixweze bi êrişên xwe yên li dijî jinê vîna gelan bişkîne. Lê têkoşîn û serkeftina van jinên şoreşger ya li dîjî DAIŞ’ê nîşanî cîhanê tevê da ku ji bo parastina civaka xwe dikarin her tiştî bikin û îradeya wan ti caran naşke.

Herî dawî di êrişa dewleta tirkî ya dagîrker ya 22’ê Tîrmehê de li ser riya Qamişlo yek ji pêşengên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û (QSD) Jiyan Tolhildan şehîd bû û fermandara giştî ya hêzên YAT’ê Roj Xabûr û Endama YAT’ê Barîn Botan, ku li Qamişlo beşdarî Konferansa 10an ya salvegera şoreşa Rojava bûbûn. Piştî derketina ji konferansê rastî êrişa balafira dewleta tirkî ya dagîrker hatin.

Derbarê mijarê de endama Komîteya Jinan ya Meclisa Kantona Efrînê Xatûn El-Sultan û Endama Komîteya Jinan ya Meclisa Kantona Efrînê Fîkret Ebdulla ji me re axivîn.

Xatûn El-Sultan di destpêka axaftina xwe de sûcên dagîrkeriya dewleta tirkî yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî sûcên li dijî jinên pêşeng şermezar kirin. Herwiha şehîd Roj, Barîn, Jiyan û jinên têkoşer yên di riya azadiyê de bîr anîn.

`Dewleta tirkî ya dagîrker stûnên şoreşê dike amanc`

Xatûn diyar kir ku, deskeftiyên şoreşê bi berxwedan û têkoşîna jinan pêk hatiye û wiha domand: “Jin stûna û bingehî ya şoreşa Rojava ye. Li dijî çeteyên DAIŞ’ê jinan bi lehengî şer kirin û riya azadiyê ronî kirin. Herwiha jinên têkoşina azadiyê riya rizgariya ji koletiyê nişanê tevayiya jinan dikin. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîrker pêşeng û rêveberên jin dike amanc.”

`Emê bêdeng nemînin`

Xatûn El-Sultan wiha domand: “Emê li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Divê em tev li hemberî dagîrkeriya dewleta tirkî ku bi her awayî hewl dide me tine bike û îradeya me bişkîne, têkoşîn û berxwedana xwe xurt bikin.“

`Dewleta tirkî tola DAIŞ`ê hiltîne`

Endama Komîteya Jinan ya Meclisa Kantona Efrînê Fîkret Ebdullah jî wiha got: “Tişta ku dewleta tirkî ya dagîrker dike, dewama kiryarên DAIŞ’ê ye, bi teybetî sûcên li dijî jinan. Lewra jin ji wan re bûne kelem.”

Herwiha Fikret şehidên YPJ’ê bîr anîn û got, hevrê Jiyan, Barîn û Roj, mînakên jinên azad û berxwedêr bûn. Lewra ji bo doza gelê xwe û ji bo azadiya jinan dixebitîn. Êrişa dewleta tirkî ya dagîrker ya ser van hevalan têkçûna wê ya di alî de diyar dike.”

`Bêdengiya hêsên navneteweyî rê li ber sûcan vedike`

Fikret axaftina xwe wiha qedand: “Em bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî kiryarên dagîrkeriya tirkî yên li ser herêmên me şermezar dikin. Divê civaka navneteweyî û dewletên qaşo ji bo ewleyiya herêmê li vir in, divê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Lewra bêdengiya li hemberî van sûcan hevparî û dilrihetiya wan diyar dike.”

Hêjayî bîrxistinê ya ku ev ne cara yekê ye dewleta tirkî ya dagîrker jinên pêşeng yên bakur û rojhilatê Sûriyê, dike amanc. 23’yê Hezîrana 2020’an dewleta tirkî ya faşîst bi belefirên keşfê êriş li Helincê êriş kir û di encamê de 3 rêveberên Kongreya Star şehîd bûn.  Herwiha bi heman şêwazê 25’ê Çileya 2021’ê rêveberên Tevgera Ciwanên Kobanê yên jin bûn amanc û 19 Tebaxa 2021’ê jî li Til Temir fermandar Sawsan Bîrhat kirin amanc. Li hemberî van êrişan ku şucên şer in, hêzên navneteweyî bêdeng mane û bêdengiya wan bi hevkariya berçav hatiye pênasekirin.