Rojnameya Ronahî

KJK: Xwedîderketina li çand û ziman erkekî niştimanî ye

Navenda Nûçeyan

Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta qirkirin û pişaftina çandî kûrtir dibe û got, divê jin, dayîk û civaka me tev li hemberî vê êrişa qirker raweste. Li ziman û çanda xwe xwedî derkeve.  

KJK`ê bang li her kesî kir ku heta mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî were bidestxistin û astengî rabin divê li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.

Derbarê siyaseta inkarker û qirker ya li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî yên li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê,  Komîteya Perwerdeyê ya KJK’ê daxuyaniyek da.

KJK’ê di despêka  daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê tevayiya hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya  qirker ya hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin û wiha got: “Di vê sezona havînê de ku li hemû welatan tevahî perwerdekar ji bo sala perwerdê ya 2022-2023’yê li ser rê û rêbazên perwerdeyeke zanistî û pêşketî gotûbêj dikin, amadekarî dikin; mixabin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hemû hewldanên mamoste û kedkarên Kurdî, li hişmendiya asîmîlasyonîst, qirker a hukûmeta AKP-MHP’ê diqelibin.”

’Ziman nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e’

KJK’ê da xuyakirin ku i Tirkiye û Bakurê Kurdistanê mamoste û xwendekarên Kurd yên bi xeyal û hêviyek mezin di beşên Kurdî de xwendin, niha amade ne zarokên Kurd bi zimanê Kurdî perwerde bikin û wiha got: “Ji bo civaka me nifşek zana û pêşketî ava bikin, divê tu caran neyê jibîrkirin ku, însan bi zimanê xwe jiyan dike, bi peyvên xwe diponije. Ji ber ziman, nîşana çand, hebûn û nasnameya însan e.”

KJK’ê da zanîn ku li Tirkiye, li gorî dane û agahiyên van rojên dawiyê hatine eşkerekirin, îsal 20.000 xwendekaran bi awayek fermî ji bo perwerdeya zimanê Kurdî serlêdan kirine û wiha got: “Ji bo perwerdeya van xwendekaran pêwîst e Wezareta Perwerdê ya Tirkiyeyê herî kêm 200 mamosteyan erkdar bike. Lê belê niha ji nav sedan mamosteyên Kurdî, tenê 3 kadro destnîşan kirine. Di vê mijarê de rewşeke nakok û trajîk heye.”

’Siyaseta bişaftina çandî bi dijwarî dewam dike ’

KJK’ê da xuyakirin ku 26’ê Çileya 2011’ê Lijneya Fêrkirina Bilind ya Tirkiyê (YOK) bi xwe Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî erê kiribû û wiha got: “Di hinek zanîngehên Bakurê Kurdistanê de beşên Kurdolojiyê hatibûn vekirin û ji van fakulteyan her sal bi sedan berendamên mamostehiya zimanê Kurdî derdiçin, lê heta niha ji nav van sedan berendamên mamostehiyê tenê 82 mamoste hatine erkdarkirin, yên din di rewşeke bêhêvî û bêçare de tên hiştin. Dîsa sazî û komalayên perwerdehiyê yên îsal, meha Sibatê ji bo ‘Roja Zimanê Dayîkê ya Navnetewî’ der barê girîngiya zimanê dayikê de çalakî kirine, ji aliyê Dadgeha Makeqanûnê ve ceza li wan kedkar û mamosteyên Kurdî hatiye birîn. Ev nêzîkatiya dewleta Tirk eşkere nîşan dide ku, siyaseta qirkirin û bişaftina çandî ya li ser gelê me û saziyên demokratîk bi dijwarî didome, heta roj bi roj tê kûrkirin.”

’Divê rê ji bo azadiya çandî û fikrî vebe’

KJK’ê bal kişand ser nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta tirkî û wiha got: “Em wek Komîteya Perwerdê ya KJK’ê, bi navê tevahî jinên têkoşerên azadiyê van nêzîkatiyên Wezareta Perwerdê û Dadgeha Makeqanûnê ya dewleta tirkî wek qirkirina çandî ya li ser jin û dayîk û gelê xwe pênase dikin, lewre bi tundî şermezar dikin. Her wisa em bang dikin ku, di çarçoveya Mafê Sê Nifşan de nêzîkî hemû saziyên civakî, çandî yên li Tirkiyeyê bibe, rê li azadiya çandî û fikrî veke.”

’Divê gelê me li ziman û çanda xwe xwedî derkeve’

Komîteya Perwerdeyiyê ya KJK’ê diyar kir ku siyaseta onkarker û qirker ya li ser xwendekar, sazî, kedkar û mamosteyên Kurdî tê sepandin, heman demê êrîşeke li ser tevahî hebûn û nirxên civaka Kurd e û daxuyanî wiha hat qedandin: “Di serî de jin, dayîk, pêwîst e tevahî civaka me li hemberî vê êrîşa asîmîlasyonîst û qirker bêdeng nemîne. Bi zanebûna ‘cezakirina her sazî û mamosteyek Kurd, cezakirina tevahî civakê ye’, li tevahî mamoste, kedkar û saziyên xwe xweyî derkeve, ji bo mafê perwerdeya zimanê dayikê li Tirkiyê bê misogerkirin û dawî li hemû astengiyan bînin, wekî erkeke nîştimanî bênavber çalakiyên demokratîk xurt bikin, bi israr û biryardarî li ziman û çanda xwe xwedî derkevin.”