Rojnameya Ronahî

Huner û wêje teyisandina heqîqetê îfade dike

Lîloz Hisên/Qamişlo

TEV-ÇAND’ê îro pêşengeha wêneyên li ser dîwarê stada 12’Adarê vekir, bi amadebûna saziyan û desteya çandê

Îro pêşengeha ku liser dîwarê stada 12’ê Adarê hate vekirin, di bin hemleya Azadiya ji bo Rêber Abdullah Ocalan di bin dirûşmeya Meşa” Azadiyê” hate vekirin, proje nêzî pênc mehan dewam kir, ji hêla TEV-ÇAD pê rabû, yên ku liser dîwar xêz kirin jî endamên TEV-ÇAND’ê ne, hemle wê berdewam be li her deverê ne tenê li Qamişlo heta bidestxistina azadiya Rêber Apo. 29 wêne hene û her wêneyek çîrokek wê heye

Di pêşengehê de desteya çandê, malbatên şehîdan û saziyên din tevlî vekirina pêşengehê bûn

Di vekirina pêşengehê de daxuyanî hate xwendin

Di destpêka daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her gel û civakek ji dîroka xwe dûr bikeve, wê ji çand û nasnameya xwe dûr bikeve herwiha wê ji heqîqeta xwe qut bibe

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: Hemû dewletên dagirker ji bo gelê bindest ji kok û dîroka xwe, ji çand,ziman û hunera xwe dûr bikeve bi sedan rê û rêbazên cuda şerê taybet dimeşîne û qirkirina çandî pêş dixin. Em di dorpêça qirkirina çandî û fîzîkî de dijîn. Li hember van êrîşan xwe parastin mafekî rewa û erkek icbarî ye. Gelekî azadîxwaz ku dixwaze xwe bi xwe rêve bibe pêwîste maf û erkê û berpirsyariya xwe heta dawiyê bixebitîne, xwe birêxistin bike, xwe bixe hêz û îradeyeke xurt. Bibe xwedî rêveberiyek xweser.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: Îro em di nav hemleya” ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” de ne. Rêber Apo ev 26 salin ku di gireva Îmraliyê de rehîn tê girtin. Li Rêber Apo xwedî derketin weke civak, jin, ciwan li xwedî derketine. Li azadî û demokrasiya xwe xwedî derketine. Şoreşa Rojava îro ji bo hemû gelên cîhanê, ji bo jin û ciwanên Cîhanê buye hêviya azadî, demokrasî û jiyaneke wekhev. Jin bi drûşmeyên” jin, jiyan, azadî”, ciwan bi rihê şoreşgerî li dijî hemû desthilatdaran, civak li dijî pergala dewletên serî radikin. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo li berxwe didin, têkoşîn dikin.

Lê mixabin em Rêber Apo baş nasnakin û nadine naskirin. Fikir û Felsefeya Rêber Apo gerdûniye, lê me bi cîhanê re baş nedaye naskirin. Zarok û ciwanên me jî ji dîrok û çanda xwe, ji dîroka şoreşê dûr dikevin, nasnakin. Li Bakur û Rojhilatê Sûrê bi şoreşê re mezin dibin, lê şoreşê nas nasnakin. Şehîdên şoreşê nasnakin. Bi çi zor û zehmetiyan ev şoreş pêkhatiye nizanin. Ji bo gelê me, ji bo netewa demokratik ev xeteriyek herî mezin e. Zarok û ciwan pêşeroja me ne. Lê di bin bandora modernetiya kapîtalîst de mezin dibin. Ji pradîgmeya şoreşê dûrin. Rêber Apo got ku ” Pirtûkên min li ku bin, ez li wir im”. Ji Rêber Apo re hezkirin ji fikir û felsefeya wî hezkirin. Li gor vê heqîqetê jiyan kirin û têkoşîn.

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: Huner û wêje teyisandina heqîqetê îfade dike, karin bibin zimanê heqîqetê. Bi wênesazê û wêjeyê me xwest vê rastiyê derxin holê. Me bi van dîmen û bi nivîsên wêjeyî xwest şoreşa azadiyê, ku her kêliyên wê bi keda şehîdan û Rêber Apo hatiye pêşxistin, ji ciwan, jin û hemû civakê re bidin nasîn. Bela çav û mêjiyên mirovam bi vî rêbazî bikşînin ser dîroka şoreşa azadiyê. Ev panorama şoreşa tevgera azadiyê, di heman demê de jiyan û têkoşîna 51 salî ya Rêber Apo, ya şehîdan ku her yek ji wan rûmeta me ne, ya PKK û PJAK’ê nîşan dide, tîne bîra me. Bi rêzdarî em pêşkêşî we dikin. Em spasiya xwe ji yên ku keda wan kete nav vê xebatê re yek bi yek dikin.

Di dawiya pêşengehê de katalokên her nivîsek û çîroka wê hatiye nivîsandin hatin belav kirin.