Rojnameya Ronahî

2 Hêzên Kurdan: Gerîla û Şervan

Faruk Sakik

Di civîna sêalî ya Îran, Rûsya û Tirkiyê ya li Tehranê de ku krîza Sûriyê mijara sereke ya civînê bû, Rûsya û Îranê ji bo êrîşa ser rojavayê Kurdistanê lembeya kesk ji Tirkiyê re pê nexistin.

Serokkomarê Îranê teqezî li ser piştgiriya Îranê ya hikûmeta Sûriyê kir û got, riya aramî û ewleyiyê li sînorên li gel Sûriyê û welatên cîran, amadebûna bihêz ya artêşa wî welatî ye li sînoran û hebûna hevkariya wê hêzê ye li gel welatên derdorê.

Piştî vê civînê 5ê Tebaxê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsya Vladimir Putin li bajarê Soçî yê Rûsya civiyan.

Berî civînê li Kremlînê daxwiyaniyek hat dayîn û hat gotin, em hesasiyeta Tirkiyê ya derbarê bakûrê Sûrî de fêhm dikin. Berî civînê Erdogan û Pûtîn her duyan jî bal kişand ser herêma di binê dagîrkeriya dewleta tirkî de.

Her kes ji hev vê pirsê dike: Dibe ku piştî civîna Soçî dewleta tirkî dest bi êrişan bike.

Baş e Rûsya destûr da ku 30 km ket erdê Sûrî, lê wê di km 31’ê de jî tehdîd ji bo sînorê Tirkiyê tinebe. Rûsya û her kes vê derewa Tirkiyê baş dizanin.

Di pişt perdeyan de çawa li hev kirine em nizanin. Lê em baweriyê bi du hêzên Kurdan tînin. Bawerî bi xwe û parastina erdê xwe tînin.

Yek: Gerîla..Me lehengî û çelengiya gerîla ev du sal in test kiriye. Em dinêrin artêşa Tirkan hê jî neketiye Hewlêrê û ji wir derbasî Kerkûk û Misûlê nebûye.

Yn jî weke wan digot; ‘Di demeke kurt de wê ji Qendîlê derbasî “Sîncarê” Şingalê bibin.’ Lê hê jî li qadên Parastina Medya birînên xwe yên ji gerîla xwarîn dipêçin-derman dikin. Birîndar in. Îsal em bûn şahid NATO jî nikare wan ji gerîla biparêze. Ji gerîla ditirsin cesaret nakin êriş bikin.

Du: Şervan… Hêzeke din jî li bakur-rojhilatê Sûriyê heye. Lehengî û qehremaniya van şervanan rojbiroj li qada cîhanê belav dibe. Van şervanan çeteyên DAIŞ’ê ji hole rakiribûn.

Piştî ku dewleta Tirkan heremên weke Efrîn û Serê Kaniyê dagîr kirin, ev ji bo şervanan bû sedem ku xwe jinûve dîzayn bikin. Ji bo parastina Rêveberiya Xweser amadekariyeke mezin dikin. Di vê navê de rojbiroj jimara wan jî zêde dibe. Ne ciwanên Kurd tenê ciwanên gelên din jî, di nava vê artêşê de cih digirin.

Ew dizanin û bawer dikin ku dewleta Tirkan firsetê bibîne wê êriş bike. Ji bo wê destê wan li ser tetikê û li benda wê rojê ne. Eger dewleta Tirkan heta niha êriş nekiribe sedemek jî hebûn û amadekariya van şervanan e. Dizanin li wir ka çi amadekarî heye û ku bê balafir herin wê darbên giran ji şervanên azadiyê bixwin.

Hin alî dagîrkirina hin herêman hincet nîşan didin û fikarên xwe tînin ziman. Hin rojnamevan û nivîskar jî weke wan difikirin û dibêjin wê dewleta Tirkan êriş bike. Ev kes, bila amadekariya nû ya şervanan bidin aliyekî, bila rizgakirina Kobanê û têkbirina DAIŞê bînin ber çavên xwe bes e. Wê demê wê baweriyê bi lehengiya şervanan bînin û fikarên xwe berteref bikin.

Encam: Divê em nebêjin dijmineke hov e ji Soçî destûr girt wê were wiha wiha bike. Divê em ji hovitiya dijmin zêdetir, bi lehengiya gerîla û şervanên xwe bawer bikin.