Rojnameya Ronahî

Fermana 74’an ya Şingalê

Ahmet Aktaş

Ev fermana ku 3’yê Tebaxa 2014’an, bi taybetî li Şingalê, belê bi giştî li ser civaka me yê Êzîdî tevê pêk hat, di encama planeke berfireh de hatibû amadekirin. Di kesayeta Êzîdiyan de, li dijî doz û tevgera gelê Kurdistanê bû. Jixwe dîroka fermanên li ser Êzîdiyan, heta 74an, kêmzêde tê zanîn û naveroka armanca tevan yek e, ew jî; qirkirina gelê Kurd e! Berî vê fermanê bi 2 heyvan (1ê Hezîranê), li Emman ya Urdunê civînek çêdibe û biryara vê fermanê tê dayîn. Ev civîn, bi serkêşiya nûnerên hêzên navdewletî, nûnerên Urdun, Tirkiyê, Iraq û PDK’ê pêk tê. Hema li pey vê civînê, DAIŞ amade kirîn. 10’ê Hezîranê di ajon ser Mûsil û bêşek dikeve destê wan. Êdî projeya Emmanê, gavbigav dimeşe. Digel ku armanca sereke, êrîşa ser Şingalê û Şoreşa Rojava bû, ajotin ser Kerkûkê, Reqa û hwd. jî. Mirov dikare di çend xalên bingehîn de armanca vê Fermanê destnîşan bike: Yek: Di kesayeta ola Êzdayî û Êzîdiyan de, şkandina îradeya azad ya hemdem.

Dudu: Birîna koka gelê Kurd û Kurdistanê ji dîrokê.

Sisê: Roxandina Şoreşa Rojava.

Çar: Pêşîgirtin û şkandina rola jinê, bi taybetî di Şoreşa Kurdistanê de, bi giştî jî di teayiya civaka cîhanî de. Divê mirov li vir, xala herî girîng rola jinê ya di pêşengiya şoreşê de û peşvebirina civakê de watedartir bibîne. Di vê fermanê de, ma kiryara herî sosret û hovane, ma ne êrişên ser keç û jinên civaka me ya Êzîdi bûn? Bi hezaran revandin, ewqas kiryarên dijmirovî anîn serê wan û jixwe niha jî bi hezaran wenda ne! Li vir ew destnîşankirin û şîroveya Rêber APO (bi taybetî ji bo parastina Êzîdiyan) ya li ser rola bikêr û hêja ya jinê, hem di dîrokê, hem di roja îro de, li ser civakê çendîn girîng e tîne bîra mirovan. Mînaka herî berbiçav, ev rola jinê di Şoreşa Rojava de derket holê û hê jî dewam dike. Çawa tê destnîşankirin ku; “jiyana wekhev û azad ya civakê, li kû hatiye hilweşandin, divê li wir li dermanê çareseriya civakê bigerin” û hwd. Lewma van hêzên kevneperest bi giştî, bi zanebûn ev ferman amade kirin, da rêveberiya jinê di şoraşa gelê Kurdistanê de û di civaka giştî de bide rawestandin. Bi taybetî êrîşên xwe yên giran û qirker birin ser jinê û niha jî, di rojeva plana wan de, mijara bingehî ye. Lêbelê, ev mirazê wan di qirika wan de ma. Yên pêşengî kirin û nehiştin planên wan pêk werin 12  gerillayên Tevgera Azadiyê bûn. Serkêşê vê fermanê her çendî DAIŞ xuya dibû, lê planger û fermandarên wan yên rastî dewleta tirkî û PDK bûn. 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê û ewqas jî çekdarên Iraqê, ji Şingalê reviyan û radestî DAIŞ’ê kirin (Konsolosê Tirka jî li gel wan). Belê wan gerîlayên canbexş, mîna siwarên Dewrêşê Evdî, xwe gihandin hawara gelê xwe yê Êzîdî û ji qirkirinê rizgar kirin. Divê êdî rawestan nebe, bi giştî li gelê Kurdistanê û dostên wan, heta ku ev îradaye Xweseriya Demokratîk ya Şingalê, bi saya şervan û şehîdên HPG, YJA-STAR, YPG,YPJ, YBŞ û YBJê hatî bidestxistin, ji aliyê saziya navneteweyî (YN) ve bi statûyeke fermî were pejirandin!