Rojnameya Ronahî

Hemdan El-Ebid: Divê aloziya Sûriyê bi rêbazên siyasî ne leşkerî were çareserkirin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid diyar kir ku rêveberî ji diyalogên navxweyî re vekirî ye ku xaka Sûriyê parast û got, divê diyalokeke niştimanî pêk were da ku aloziya Sûriyê dûrî vebijêrka çekdarî çareser bike.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Ji ber serhişkiya hikumeta Şamê û girêdana wê bi vebijêrka leşkerî, di hema demê de ji ber destwerdana Tirkiyê ya li Sûriyê û dagirkirina beşek ji bakurê wê, aloziya Sûriyê her ku diçe kûrtir dibe.

Li ser vê mijarê, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid ji ANHA’yê re axivî û got: “Ji destpêka aloziya Sûriyê û avakirina Rêveberiya Xweser a ku xeta durist pejirand ve û piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê, Rêveberiya Xweser li ser erdê îsbat kir ku QSD’ê ya ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, şênî parast û terora cîhanî ya DAIŞ’ê têk bir.”

‘Rêveberiya Xweser yekîtiya xaka Sûriyê parast’

Hemdan El-Ebid diyar kir ku Rêveberiya Xweser yekitiya xaka Sûriyê parast û wiha domand: “Rêveberiyê şerê terorê kir, li gorî biryara 2254’an bi yekitiya xaka Sûriyê ve girêdayî ye. Em her tim dibêjin ku rêveberî li gorî rêgezên na ji şerê navxweyî re, na ji parçekirina Sûriyê re, na ji destwerdana derve re kar kir. Em bi hêvî ne ku diyalogên cidî bi rejîmê re werin kirin da ku aloziya Sûriyê bi awayî siyasî ne leşkerî were çareserkirin.”

El-Ebid da zanîn ku opozîsyona ku desteka siyasî û leşkerî ji Tirkiyê digire, naxwaze aloziya Sûriyê were çareserkirin û got: “Lê ajnîdeyên derve yên dewleta Tirk dimeşîne û îdia dike ku ew ji bo berjewendiyên gelê Sûriyê kar dike, her wiha fermandarên komên çekdar ên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, îdia dikin ew ku parastina ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dikin, ne ku gelê Sûriyê dipaêrzin.”

‘Em bi diyalogên Sûrî-Sûrî re ne’

Hemdan El-Ebid bi domdarî got: “Em banga parastina tevahî sînor dikin, xaka Sûriyê ya hemûyan e. Em banga destûreke sûrî dikin ku hemû tê de di erk û mafan de wekî hev bin. Agahiyên ku vê dawiyê belav bûne ku dibêjin di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de hevdîtin çêbûne, ev ne rast in, hevdîtin çênebûne. Em bi hêvî ne ku hikumeta Sûriyê di çareserkirina aloziyê de cidî be û li ser maseya diyalogan bi Rêveberiya Xweser re rûnê.”

El-Ebid îşaret pê kir ku vegera rewşa beriya 2011’an ne mumkin e ku şênî hatin koçberkirin, bajar hatin wêrankirin û destwerdana derve hate kirin û sûrî li tevahî cîhanê der bi der bûn. Her wiha got: “Çareseriya yekane ya aloziya Sûriyê projeya Rêveberiya Xweser e.”

Hemdan El-Ebid got, projeya Rêveberiya Xweser ne cûdexwaz e û wiha axaftina xwe dewam kir: “Me yekitiya xaka Sûriyê parast, em banga serdestiya dewleta Sûriyê li gorî destûra nû ya lihevkirî dikin ku mafên hemû sûriyan bêyî cudabû misoger bike. Sûriyê mûzaîkeke bedew e, ne piranî, ne kêmnetew, ne jî radîkal û ne jî îslam wê birêve bibe, lê divê qanûneke sivîl li gorî destûrekê ku hemû li ser wê li hev bikin, were birêvebirin.”

El-Ebid bal kişand ser lihevkirinên ji sala 2019’an ve ya piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî û got: “Lihevkirineke di navbera Tirkiyê û DYA’yê de li ser agirbestê heye, lê Tirkiyê pabendî vê lihevkirinê nabe û gefên dagirkirina herêmên din ên Sûriyê dixwe.”

El-Ebid da zanîn ku artêşa Sûriyê li eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker re hene, divê dewleta Sûriyê sînorê xwe biparêze û got: “Em di Rêveberiya Xweser û QSD’ê de bi hêvî ne ku hêzên leşkerî li hev bikin, em beşek ji Sûriyê ne, divê em sînor û gelê xwe bipaêrzin.”

‘Hêzên radîkal û islamî şerê QSD’ê dikin’

Hemdan El-Ebid di berdewama axaftina xwe de got: “Bi hêvî dikin ku diyalogên siyasî hebin ku hemû aliyên sûrî bigire nav xwe. Lê hikumeta Şamê bi israr e ku tevahî xaka Sûriyê vegerîne bin kontrola xwe bêyî ku Rêveberiya Xweser bibîne. Şam hîna li gorî qanûna 107 wekî rêveberiya xwecehî nêz dibe.”

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de got: “Em dixwazin bi artêşa Sûriyê û hikumeta Sûriyê re sînorê Sûriyê biparêzin, piştî li ser masaya diyaloga siyasî rûnên, ev mijarekî navxweyî ye divê em sûrî bi xwe çareser bikin, em destwerdanên derve û muxalefeta ku îdiaya parastina sûriyan dikin, naxwazin.”

ANHA