Rojnameya Ronahî

Edhem Barzanî: Bila azadiya fikir û raman li Herêma Kurdistanê were qedexekirin!

 

 0  0

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî xwest yasayên pêwîst yên ji bo azadî, demokrasî û raman werin qedexekirin û got, lewra xelk ji ber wan yasayan tên girtin.

Li Herêma Kurdistanê her ku diçe azadiya fikir û raman pirtir tê sînordarkirin, rojnamevan li ser karên xwe tên girtin, çalakvan li ser çalakiyên xwe û welatî jî ji ber daxwaziyên xwe tên girtin.

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî bicihneanîna yasayên di parlamentoyê de yên ji bo azadî, fikir, raman û rojnamevanan hatine pejirandin, rexne kir.

Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî yasayên di parlamentoyê de hatin pejirandin û nayên bicihanîn rexne kir û got; “Divê parlamento projeyasayên ji bo demokrasî, azadî, rojnamevanî, azadiya fikir û raman, azadiya xwêşandanê bixe dengdanê û qedexe bike. Dema ev pêkhat, wê civaka Kurdistanê dev ji rojnamevanî, azadiya fikir û raman û xwepêşandanan berde. Ji ber ku ger xelk dev ji van berde wê êdî neyên girtin, revandin, telefonên wan wê ji wan neyên standin û dawiyê de jî nexin girtîgehê. Ji ber ku wê êdî bizanin, ev karane li welatê ku sedan hezar şehîd dane, qedexe ye.”

Hêjayî gotinê ye siyasetmedar Edhem Barzanî yê ku berî demekê serdana Îranê kir û xwest di 8’ê Tîrmeha 2022’an de vegere Herêma Kurdistanê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hate astengkirin û rê nehat dayîn ku Barzanî derbasî Hewlêrê bibe.

ROJNEWS