Rojnameya Ronahî

Jiyan Tolhildan, sembola jina azad û afirînera serkeftinan

Gelek nav lê hatin kirin; afirînera serkeftinan, nimûneya pêşengiyê, parêzvana mafên jinan, stûna şoreşa jinan, şoreşger û şopdara riya birayê xwe yê şehîd. Ev kes şehîd Jiyan Tolhildan e, şehîda nemir ku wê di bîra gelên bakur û rojhilatê Sûriyê de zindî bimîne.  

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Em dizanin ku şoreş wek bertekek li hember zordestiyê û ji bo bidestxistina azadî, mafan li dar dikevin. Lê Şoreş 19’ê Tîrmehê şoreşeke hevbeş e û ji yên berî xwe cudatir e. Li aliyekî banga jiyana birûmet, azadî û demokratî dike û li aliyekî din guhertina têgeh û hişmendiya şaş ên li hember jinan armanc dike. Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû şoreşek di hundir şoreşeke din de ku bi avakirina rêveberiyeke xweser tacîdar bû û ev modela demokratîk cîhan kir heyranê xwe.

Bêguman, guhertina hişmendiya civakan ne tiştekî hêsan e, lê jina azad tev li hemû qadan bû û bi pêşengiya stûnên şoreşê, gelek gav ber bi pêkanîna armanca xwe ve avêtin. Ji bo parastina destkeftiyan fedakarî kir mîna şehîd Jiyan Tolhildan a ku ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bû sembol, gelo Jiyan Tolhildan kî ye?

Jiyan Tolhildan li ser şopa birayê xwe yê şehîd meşiya. Selwa Yuisf (Jiyan Tolhildan) li gundê Memala yê navçeya Raco ya kantona Efrînê, sala 1980’î  ji dayik bûye. Jiyan di malbateke welatparêz de ku bi têkoşîna xwe ya li ser fikrê rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistanê ji 1980’an ve, tê naskirin, mezin dibe.

Di malbata xwe de, Jiyan şehîda duyemîn a malbatê piştî birayê xwe Elî ye yê ku sala 2005’an di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûye. Di malbata xwe de ku ji 5 birayan û 4 xwişkan pêk tê, Jiyan a çaremîn e. Mabatê ji ber êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di sala 2018’an de koçî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir.

Şehîd Jiyan fikrê Tevgera Azadiya Kurdistanê bi rêya bavê xwe nas dike ku ew jî endamê tevgerê bû û derfet ji keç û xortên xwe re vekir da ku tev li tevgerê bibin, yekemîn kes tev li tevgerê bû birayê şehîd Jiyan, şehîd Elî ye ku di 1996’an de tev lê bû.

Xwedî li banga pîroz derket

Şehîd Jiyan piştî birayê xwe bi 3 salan an ku piştî dîlgirtina rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî ku di 1998’an de hatiye plankirin,  di sala 1999`an de tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Şehîd Jiyana bi tevlêbûna xwe di wê demê de xwest bersivê bide hêzên faşîst ku berxwedana wan berdewam e û dev ji rêya şehîdan bernadin.

Têkildarî vê yekê, bavê şehîd Jiyan, Hisên Yûsif wiha anî ziman: “Rizgarkirina welatan erkekî pîroz e ku divê em di oxira wê de tiştên herî giranbiha bikin qurban. Tevî xemgîniya di nav malbatên şehîdan de jî lê îsrar û îradeya wan a tolhildanê hîn xurttir dibin.”

Hisên Yûsif wiha domand: “Gava min xwest ez mala xwe ji Tevgera Azadiya Kurdistanê re vekim da ku ez û keç û kurên xwe tev lê bibin, armanca me rastiya gelê Kurd bidin nasîn. Me gelek zor û zehmetî dîtin, têkoşîna ji 1980’an ve û heta niha jî bi wê armancê ye ku em zarok û neviyên xwe ji bindestiyê rizgar bikin. Keça min Jiyan ji bo vê armancê tev li karwanê şehîdên Kurdistanê bû.”

Jiyan piştevana jinan ji zarokatiyê ye

Beriya ku şehîd Jiyan tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bibe û ji ber ku keça mezin a malê ye, di demeke zû de erkê berpirsyariya xwişk û birayên xwe hildabû ser xwe, ji ber dayika wê Asya nexweş bûbû û nedikarî bilive.

Bi wê re, Jiyan ji bo malbata ji 11 kesan pêk tê, hem dayik û hem xwişk bû. Pêdiviyên malbatê peyda dike û xwendina xwe jî temam dikir. Li hember erkên xwe xwedî berpirsyariyeke mezin bû.

Xwişka şehîd Jiyan Fatme Yusif ku cil û bergê xwişka xwe li xwe kiriye got: “Em biçûk bûn. Timî şîret li me dikir ku serî ji kesekî re netewînin û li hember zehmetiyan hêz û vîn bin. Her tim bi me re eleqedar dibû ji ber ku em biçûk bûn, nedixwest ku birayên me zorê li me bikin. Ji biçûkahiya xwe ve piştavana jinan bû.”

Fatme destnîşan kir ku piştî tevlêbûna birayê ya di nav Tevgera Rizgariya Kurdistanê de, Jiyan pirtûk û parêznameyên rêber Ocalan dianîn û di mal de tevî hevala xwe Norşîn dixwendin. Li gorî Fatme bibîr xistî, piraniya mijarên pirtûkan têkildarî rola jinan di şoreşa gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê de bû, ev yek bandor li kesayeta Jiyan kiriye ku rê li pêşiya birayên xwe bigire ku di bin nav urf û adetan zorê li wan bikin.

Di biçûkaniya xwe de mamosteya zimanî kurdî bû

Tevî zehmetiyên peydkirina pirtûkên zimanê kurdî ji ber zordestiya desthilata Baas, lê şehîd Jiyan di 16 saliya xwe de gelek pelik anku kaxizên têkildarî tîpên kurdî û rêbazên bilêvkirina wan, tevî hinek rêziman bi dest xistin. Tiştên ji wan kaxizan fêr dibû, hînî zarokên gund dikir.

Fatme wiha domand: “Tiştek vîna wê nedişikand. Ruxmî ku berpirsyariya wê mezin bû ji ber temenê wê yê biçûk, lê xizmeta mal, dayika me ya nexweş û xwişk û birayên me yên biçûk dikir. Demek jî ji bo zarokên gund vediqetand. Dît ku berpirsyariya gel ji ya malê mezintir e, ji ber wê tev li tevgerê bû.”

Têkildarî wê, bavê şehîd Jiyan destnîşan kir ku keça wî di nav zarok û şêniyên gund de dihat hezkirin ku Jiyan ji xwe re kiribûn mînak û got: “Jiyana keçeke îdeal bû û dikarî negengaziyê pêk bîne.”

Fatme şeva ku beriya Jiyan tev li tevgerê bibe bi bîr xist û got: “Ew xweştirîn rojên zarokatiya min e. Beriya ku tev lê bibe bi rojekê, agahî da me. Lê nehişt em xew bikin. Ji me xwest em xew nekin û çîrok ji me re gotin. Ji birayên yên biçûk xwest ku çay ji me re çêkin. Di derengiya şevê de em kirin nav nivînan û çû.”

Malbata şehîd Jiyan bi bîr xist ku şehîd Jiyan sala 1999`an di merasîma oxirkirina şehîd Ciwan de û gelek ciwanên kantona Efrînê soz dabûn ku çek rakin, ev bûyer tam piştî plana Komploya Navneteweyî ya li dijî gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan bû.

Şehîd Jiyan derdora 13 salan li çiyayên Kurdistanê dimîne û li hember dewleta Tirk a faşîst şer dike. Piştî ragihandina Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jiyan bi lez tev li şoreşê dibe û di şerên parastina Serêkaniyê de ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) cih digire.

Yek ji damezrînerên ypj`ê

Piştî destpêkriina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û ragihandina rêgezên wê ku jin roleke mezin di danîna wê de lîst, şehîd Jiyan li rex hevalên xwe Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di 4`ê Nîsana 2013`an de ava kir. Bi vê yekê, YPJ`ê bû hêza jinan a çalak ku jinan û nirxên civakê diparêze.

Ji ber tecrubeyên wê di şer de, şehîd Jiyan dibe fermandarê rêveberiya şerên rizgariyê ya YPG û YPJ`ê û tev li şerên parastina Serêkaniyê sala 2012-2013`an, rizgarkirina Kobanê 2014-2015`an û hemleya rizgarkirina Minbicê sala 2016`an dibe. Her wiha salên 2017-2018`an çavdêriya hêzên leşkerî yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dike, di pêngavên rizgarkirina Baxozê ji DAIŞ`ê, paqijkirina Kampa Holê ji çeteyên DAIŞ`ê sala 2019`an de cih digire û gelek erkên ku ketin ser milê wê pêk anîn, herî dawî dibe fermadara giştî ya Hêzên Antî Teror (YAT).

Xwişka şehîd Jiyan diyar kir ku Jiyan sekna li hember zehmetiyan hez dikir û hewl dida timî serkefitnê pêk bîne, xwedî rêgez bû, kesayeteke wê taybet hebû ku dixwest her tiştî bicerbîne.

Civata navneteweyî berpirsa şehîdxistina wê ye

Piştî ku ji Foruma Yekemîn a Şoreşa Jinan a li bajarê Qamişlo vedigere, şehîd Jiyan tevî şehîd Roj û Barîn ber bi mala birîndaran ve ketin rê lê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li wan da û şehîd xistin.

Têkildarî şehîdxistina şehîd Jiyan û hevalên wê, xwişka şehîd Jiyan Bêrîvan Yusif, got: “Koalîsyona Navneteweyî berpirsa şehîdxistina xwişka min e ku şerê terorê kir. Daxuyaniyê sersaxiyê yên ku rêveberiya Amerîkayê dane, hibir li ser kaxizê ye. Ji ber ku ji bo hesabxwestina ji Tirkiyê tiştek nekir.”

Bêrîvan Yusif banga girtina qada hewayî ya herêmê kir da ku êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê rawestin û banga berdewamkirina rêya şehîd Jiyan kir.

Şehîd Jiyan Tolhildan morha xwe li dîrokê xist wek jineke azad ku şerê DAIŞ`ê kir, bi ser ket û tev li şoreşê bû û têgehên berê yên li ser jinan guhertin.

Dewleta Tirk a dagirker jinên ku şerê DAIŞ`ê kirine dike hedef. Tişta DAIŞ`ê pêk neaniye, bi rêya balafirên xwe yên bêmirov ên biçek temam dike. Di salvegera 10`an Şoreşa 19`ê Tîrmehê de jinên têkoşer ên ku gelê herêmê ji terorê parast bi êrişeke tirsonak hatin şehîdxistin.

ANHA