Rojnameya Ronahî

Navenda Baqî Xido li dijî sûcên dewleta Tirkan dest bi hemleya çalakiyên hunerî kir

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dijî sûcên artêşa dewleta Tirk ya dagîrker, li herêma Firatê dest bi çalakiyên hunerî kir.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

Li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker, Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya kantona Kobanê duh dest bi hemleya çalakiyên hunerî kir.

Navendê duh li Baxçeyê 19`ê Tîrmehê yê li Kobanê bi beşdariya şêniyên bajêr şevbuhêrkek li dar xist. Di şevbuhêrkê de helbestvan Mihemed Misê (Hemê Kobanê) helbestek xwend ku û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin. Her wiha banga berxwedan û têkoşînê kir.

Dûvre Koma Botan a navendê û Koma Hevrîn a Tevgera Kevana Zêrîn stran gotin.

Li gorî bernameyê hemleyê ew ê li hemû navçe û bajarokên herêma Firatê çalakî werin lidarxistin.

Têkildarî mijarê endamê navendê û helbestvan Mihemed Misê axivî û got armanca vê hemleyê şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker e. Misê destnîşan kir ku ew ê çalakî çend hefteyan dewam bikin û hefteya bê jî dê li Baxçeyê Rêber Abdullah Ocalan ê nêzî pira Qereqozat be.

Mihemed Misê diyar kir ku dê bi çalakiyên xwe sûcên artêşa dewleta Tirk a dagirker şermezar bikin.

ANHA