Komîteya Çand û Hunerê bi hevkariya Nivîsgeha Wênexêziyê ya Tebqa komxebata yekê ya zarokan ya “Wênexêzên Paşrojê” li Hola Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Tebq, orgenîze kir.
FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Nûnerên Rêveberiya Sivîl, Meclisa Leşkerî, partiyên siyasî, nivîsgehên jinan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê yê Tebqayê beşdarî komxebatê bûn.
Endamê Navenda Çand û Hunerê Amir El-Înad bi xêrhatina zarokên beşdarî komxebatê bûne û mêvanan kir.
25 zarokên temenên wan di navbera 6 û 16 saliyê de tev li komxebatê bûne û behreyên xwe yên wênexêziyê nîşan didin.
Di roja yekemîn a komxebatê de zarokan talboyên cuda xêz kirin, ji wan ên sewalan û xwazayê.
Têkildarî hûrgiliyên komxebatê hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê Elî Elaya ji ajansa me re axivî. Elaya komxebat ku yekemîn car e li herêmê tê lidarxistin, li Wênexêzên Pêşerojê pîroz kir û serkeftin ji zarokan re xwest.
Elaya anî ziman ku armanca komxebatê, pêşxistina aliyê hunerî û çandî ye da ku xwe bigihînin beşekî mezin ê hunermend û rewşenbîran.
Tê payîn ku komxebat 3 rojan dewam bike. Di roja yekemîn û duyemîn de dê zarok tabloyan xêz bikin û di roja sêyemîn de dê tabloyên wan werin pêşandan.
ANHA