Rojnameya Ronahî

Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga tevlibûna kursan

Anka-Der ku lez daye xebata xwe ya li ser kurdî, ji bo tevlîbûna kursên bêheq bang kir.

 

Komelaya Ziman Çand û Hûnerê ya Ankayê (Anka-Der) ku di meha hezîranê de hat vekirin û ji bilî kurdî xebatên çand û hunerê jî dimeşîne, piştî 6 salan li bajêr yekemîn komele ye ku li ser kurdî dixebite. Anka-Der ku di van demên dawî de bi atolyeyên zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî bi kursên baglama, gîtar, tembûr û resimê dest bi xebatên xwe kir, piştî demsala havînê dê lez bide xebatên xwe.

 

Omer Tûranliyê ku nêzî 10 sal in li ser zimanê kurdî dixebite û li Anka-Derê mamosteyê kurdî ye û rêvebirê komeleyê Mehmet Zekî Gonultaş derbarê xebatên komeleyê de agahî dan. Turanli ku di Kurdî-Der a ku di sala 2004’an de hat avakirin ûdi sala 2016’an de bi biryarnameya di hikmê qanûnê (KHK) de hat girtin jî xebitiye, diyar kir ku ew valahiya çêbûye dê bi Anka-Derê re bê dagirtin.

 

Wêje û huner

 

Tûranli anî ziman ku li dijî zextan û polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê kurdî li ber xwe didin û ew hewl didin ku xisara rû daye pir kêm bikin. Tûranli bi lêv kir ku çendî komele nû hatiye vekirin jî eleqeyeke mezin ji bo wê heye û wiha got: “Ziman tenê bi perwerde û kursan pêş nakeve. Pêşketina ziman girêdayî wêje û hunerê ye jî. Bi dîtina vê rastiyê re em hem xebatên çand û hunerî hem jî xebatên zimanî dikin.”

 

Tûranli diyar kir ku ew dixwazin li ser wêjeya kurdî ya klasîk perwerdehiyê bidin û got: “Dê xebat, xwendin û lêkolînên li ser wêjeya kurdî ya klasîk girîng be. Em ê li ser Feqiyê Teyran û Meleyê Cizîrî lêkolînan bikin û di vî warî de civakê serwext bikin.”

 

‘Kurdî bila bibe zimanê perwerdehiyê’

 

Tûranli ku hemû kurdên Enqereyê û meraqdarên çanda kurdî vexwendin Anka-Derê destnîşan kir ku tenê bi kursên ziman pêşketin û parastina kurdî zehmet e û ew daxwaz dikin ku demek berî demekê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Tûranli, di dawiyê de diyar kir ku divê kurdî pêşî li malan berbelav bibe.

 

Kurs bêheq in

 

Ji rêveberên Anka-Derê Mehmet Zekî Gonûltaş jî bertek nîşanî qedexekirina ziman, huner û çanda kurdî da û got: “Çend meh berê konserên hunermendên kurd hatin betalkirin. Zimanekî li ber windabûnê û tê xwstin bê asîmlekirin heye. Ji ber vê sedemê tu xebatên me yên çand û hunerê ne biheq in. Em bi tevahî li ser bingeha dilxwazî û hevgirtinê dixebitin.”

 

Daxwazî zêde ye

 

Gonûltaş anî ziman ku bi bajarîbûnê re kurdî bûye zimanekî kêmaxêv û wiha domand: “Ji bo zindîbûna zimanan divê em têbikoşin. Bi milyonan zarokên kurd nikarin li dibistanê fêrî zimanê xwe bibin. Komeleyên bi vî rengî li dijî windabûna zimanan tên vekirin. Dema cihekî wiha tê vekirin gel gelekî kêfxweş dibe. Daxwazek cidî heye. Em li ser dîroka kurd û Kurdistanê jî plana hevdîtinan dikin. Em ê li ser esasê ziman û çanda dengbejiyê jî bixebitin.”

 

Bangewazî

 

Gonultaş di dawiya axaftina de wiha axivî: “Komele îlhamê dide gelê kurd. Komele ji asîmîlasyonê re bersiveke baş e. Berpirsiyariya me heye ku em zimanê xwe geş bikin û veguherînin. Neaxfitina bi zimanê xwe travmayeke mezin e. Ji bo ku zimanê kurdî ji holê ranebe têkoşîn divê. Banga me ji bo gel; bila li malê bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin û zimanê xwe biparêzin.”

 

MA